Romayî 12
12
Jiyana Nû ya bi Mesîh
1Ji bo vê yekê birano, ez ji ber rehma Xwedê ji we hêvî dikim ku hûn bedena xwe wek goriyeke zindî, pîroz û ji bo Xwedê meqbûl pêşkêş bikin. Perizîna we ya ruhanî ev e. 2Hûn li gor vê dinyayê nekin, lê belê bi nûbûna hişê xwe werin guhertin, da ku hûn fêm bikin daxwaza Xwedê – tiştên qenc, meqbûl û bêkêmahî – çi ye.
3Ez bi wê kerema ku ji min re hatiye dayîn ji her yekî ji we re dibêjim: Bila tu kes ji ya ku pêwist e zêdetir li ser xwe nefikire, lê bila li gor pîvana baweriya ku Xwedê li her kesî leva kiriye, bi sergiranî bifikire. 4Çimkî wek ku di bedena me de gelek endam hene û karê hemû endaman cihê ye, 5wisa jî em ên ku gelek in, em bi Mesîh yek beden in û em hemû endamên hev in. 6Û li gor kerema ku ji me re hatiye dayîn, diyariyên me yên cihê hene. Eger diyariya yekî pêxemberîtî ye, bila li gor pîvana baweriyê bike. 7Eger xizmet e, bila xizmetê bike; eger mamoste ye, bila hîn bike. 8Eger şîretkar e, bila şîretkariyê bike. Yê ku dide, bila bi merdî bide. Yê ku serweriyê dike, bila bi xîretkêşî bike. Yê ku dilovaniyê dike, bila bi rûgeşî bike.#Korîntî I, 12:4-12
Hezkirin
9Bila hezkirin bê durûtî be. Ji ya xerab nefret bikin, xwe li ya qenc bigirin. 10Di biraheziyê de, bi dilovanî ji hevdû hez bikin. Di hurmetgirtinê de ji xwe bêtir hurmeta hevdû bigirin. 11Di xîretkêşiyê de sist nebin, di ruh de kelegerm bin, ji Xudan re xizmetê bikin. 12Di hêviyê de şa bin, di tengahiyê de sebir bikin, di duayê de bi xîret bin. 13Ji hewcedariyên pîrozan re alîkar bin, xwe bidin mêvanperweriyê. 14Yên ku tengahiyê didin we, ji wan re qenciyê bixwazin; qencîxwaz bin û nifiran li wan nekin.#Metta 5:44 15Bi yên ku şa dibin re, şa bin, bi yên ku digirîn re bigirîn. 16Li hember hev hemfikir bin. Ne pozbilind bin, lê bi yên ku kêm tên dîtin re, hevaltiyê bikin; xwe zana nebînin.#Şîretên Silêman 3:7 17Di şûna xerabiyê de li tu kesî xerabiyê nekin; lê li ber hemû mirovan hay ji kirina tiştên qenc hebin. 18Eger bibe, heta ku ji destê we bê, bi hemû mirovan re di aştiyê de bin. 19Hezkirîno, heyfa xwe nestînin, lê rê bidin xezeba Xwedê. Çimkî hatiye nivîsîn: «Heyfhilanîn ya min e. Xudan dibêje: ‹Ezê bergîdana wê bidim.›»#Ji: Dubarekirina Şerîetê 32:35 20Lê belê: «Eger dijminê te birçî ye, xwarinê bidê; tî ye, avê bidê. Çimkî bi kirina vê yekê, tê pelên êgir bi serê wî de kom bikî.»#Ji: Şîretên Silêman 25:21-22 21Bila xerabî te bindest neke; lê belê tu bi qenciyê xerabiyê bindest bike.
Currently Selected:
Romayî 12: KURNT
Highlight
Copy
Compare
Share
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.