1
Romayî 12:2
Kurmanji Încîl
KURNT
Hûn li gor vê dinyayê nekin, lê belê bi nûbûna hişê xwe werin guhertin, da ku hûn fêm bikin daxwaza Xwedê – tiştên qenc, meqbûl û bêkêmahî – çi ye.
Compare
Explore Romayî 12:2
2
Romayî 12:1
Ji bo vê yekê birano, ez ji ber rehma Xwedê ji we hêvî dikim ku hûn bedena xwe wek goriyeke zindî, pîroz û ji bo Xwedê meqbûl pêşkêş bikin. Perizîna we ya ruhanî ev e.
Explore Romayî 12:1
3
Romayî 12:12
Di hêviyê de şa bin, di tengahiyê de sebir bikin, di duayê de bi xîret bin.
Explore Romayî 12:12
4
Romayî 12:21
Bila xerabî te bindest neke; lê belê tu bi qenciyê xerabiyê bindest bike.
Explore Romayî 12:21
5
Romayî 12:10
Di biraheziyê de, bi dilovanî ji hevdû hez bikin. Di hurmetgirtinê de ji xwe bêtir hurmeta hevdû bigirin.
Explore Romayî 12:10
6
Romayî 12:9
Bila hezkirin bê durûtî be. Ji ya xerab nefret bikin, xwe li ya qenc bigirin.
Explore Romayî 12:9
7
Romayî 12:18
Eger bibe, heta ku ji destê we bê, bi hemû mirovan re di aştiyê de bin.
Explore Romayî 12:18
8
Romayî 12:19
Hezkirîno, heyfa xwe nestînin, lê rê bidin xezeba Xwedê. Çimkî hatiye nivîsîn: «Heyfhilanîn ya min e. Xudan dibêje: ‹Ezê bergîdana wê bidim.›»
Explore Romayî 12:19
9
Romayî 12:11
Di xîretkêşiyê de sist nebin, di ruh de kelegerm bin, ji Xudan re xizmetê bikin.
Explore Romayî 12:11
10
Romayî 12:3
Ez bi wê kerema ku ji min re hatiye dayîn ji her yekî ji we re dibêjim: Bila tu kes ji ya ku pêwist e zêdetir li ser xwe nefikire, lê bila li gor pîvana baweriya ku Xwedê li her kesî leva kiriye, bi sergiranî bifikire.
Explore Romayî 12:3
11
Romayî 12:17
Di şûna xerabiyê de li tu kesî xerabiyê nekin; lê li ber hemû mirovan hay ji kirina tiştên qenc hebin.
Explore Romayî 12:17
12
Romayî 12:16
Li hember hev hemfikir bin. Ne pozbilind bin, lê bi yên ku kêm tên dîtin re, hevaltiyê bikin; xwe zana nebînin.
Explore Romayî 12:16
13
Romayî 12:20
Lê belê: «Eger dijminê te birçî ye, xwarinê bidê; tî ye, avê bidê. Çimkî bi kirina vê yekê, tê pelên êgir bi serê wî de kom bikî.»
Explore Romayî 12:20
14
Romayî 12:14-15
Yên ku tengahiyê didin we, ji wan re qenciyê bixwazin; qencîxwaz bin û nifiran li wan nekin. Bi yên ku şa dibin re, şa bin, bi yên ku digirîn re bigirîn.
Explore Romayî 12:14-15
15
Romayî 12:13
Ji hewcedariyên pîrozan re alîkar bin, xwe bidin mêvanperweriyê.
Explore Romayî 12:13
16
Romayî 12:4-5
Çimkî wek ku di bedena me de gelek endam hene û karê hemû endaman cihê ye, wisa jî em ên ku gelek in, em bi Mesîh yek beden in û em hemû endamên hev in.
Explore Romayî 12:4-5