YouVersion Logo
Search Icon

Romayî 13

13
Serî li ber Desthilatiyê Danîn
1Bila her kes bi ya hukûmeta li ser xwe bike; çimkî hukûmeta ku ne ji aliyê Xwedê ve ye tune û yên heyî ji aliyê Xwedê ve hatine danîn. 2Ji ber vê yekê, yê ku li hember desthilatiyê derkeve, ew li ber sazûmana Xwedê radibe û yên ku li ber radibin, wê dîwankirina xwe bînin. 3Çimkî hukumdar ne ji bo karê qenc, lê belê ji bo karê xerab tirsdar in. Ma tu dixwazî ku ji hukûmetê netirsî? Tu ya qenc bike, tê ji aliyê wê ve bêyî pesindan. 4Çimkî ew ji bo qenciya te xizmetkarê Xwedê ye. Lê eger tu ya xerab bikî, bitirse; ji ber ku ew badîhewa şûr hilnagire. Ew xizmetkarê Xwedê ye, da ku xezebê li yê ku xerabiyê dike bibarîne û wan ceza bike. 5Loma ne tenê ji ber xezebê, lê belê ji ber wijdanê jî divê serî bê danîn. 6Ji ber vê yekê hûn bacê jî didin, çimkî ew xizmetkarên Xwedê ne û karê wan ev e.#Metta 22:21 7Heqê her kesî bidinê: Yê ku heqê wî yê bacê heye, bacê bidinê yê ku heqê wî yê gumrikê heye, gumrikê; yê ku heqê wî yê tirsê heye, tirsê û yê ku heqê wî yê siyanetê heye, siyaneta wî bigirin.
8Ji hevhezkirinê pê ve ji bo tu tiştî nebin deyndarê tu kesî. Çimkî yê ku ji yê din hez dike, Şerîet pêk aniye. 9Ew emrê ku dibêje: «Zînayê neke», «Nekuje», «Nedize», «Çavê xwe neavêjê tiştekî»#Ji: Derketin 20:13-15, 17; Dubarekirina Şerîetê 5:17-19, 21 û eger emrekî din hebe, hemû dikevin nav vê gotinê: «Wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike.»#Ji: Lêwiyî 19:18 10Hezkirin xerabiyê li cîran nake; loma hezkirin pêkanîna Şerîetê ye.
11Vê yekê bikin, çimkî hûn dizanin ku çi wext e; êdî saet hat ku hûn ji xewê hişyar bibin, ji ber ku niha xilasiya me, ji dema ku me bawerî anî nêzîktir e. 12Şev pêşve çûye, roj nêzîk bûye. Îcar rabin, em karên tariyê ji ser xwe bavêjin û xwe bi çekên ronahiyê rapêçin. 13Wek ku bi roj e, em bi awayekî serfiraz rêve herin; ne bi kêfkirina bi harîtî û serxweşî, ne bi fuhûşî û şehwetê, ne bi pevçûn û ne jî bi çavnebariyê. 14Lê belê xwe bi Xudan Îsa Mesîh rapêçin û ji bo xwestekên nefsê tu tiştî peyda nekin.

Currently Selected:

Romayî 13: KURNT

Highlight

Copy

Compare

Share

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in