YouVersion Logo
Search Icon

Romayî 11

11
Redkirina Îsraêl ne ya Dawî Ye
1Îcar ez dipirsim: Ma Xwedê gelê xwe red kir? Na, tu caran! Ez bi xwe jî yekî Îsraêlî me, ji dûndana Birahîm û ji eşîra Binyamîn im.#Filîpî 3:5 2Xwedê gelê xwe yê ku ji berê ve bijartiye red nekir. An ma hûn nizanin ku Nivîsara Pîroz li ser Êlyas çi dibêje û ew çawa li ber Xwedê giliyê Îsraêl dike? 3Ew dibêje: «Ya Xudan, wan pêxemberên te kuştin, gorîgehên te hilweşandin. Ez bi tenê mam û li kuştina min jî digerin.»#Ji: Padîşah I, 19:10, 14 4Lê bersîva ku Xwedê dide wî, çi ye? «Min heft hezar mirovên ku li ber Baal neçûne ser çokan, ji xwe re veqetandine.»#Ji: Padîşah I, 19:18 5Wisa, di vî wextî de jî jêmayiyeke ku bi keremê hatiye hilbijartin heye. 6Îcar, eger ev bi keremê ye, êdî ne bi kirinan e; an nexwe kerem êdî nabe kerem.
7Îcar çi? Îsraêl negihîşt tiştê ku lê digeriya. Lê yên bijartî gihîştinê û dilê yên din hişk bû, 8wek ku hatiye nivîsîn:
«Xwedê ruhekî tevizîbûnê daye wan,
Heta roja îro jî çavên ku nabînin
Û guhên ku nabihîzin dane wan.»#Ji: Dubarekirina Şerîetê 29:4; Îşaya 29:10
9Û Dawid dibêje:
«Bila sifra wan ji bo wan bibe
Daf û xefik, ceza û terpilîn.
10Bila çavên wan tarî bibin, da ku nebînin
Û herdem pişta wan xwar be.»#Ji: Zebûr 69:22-23
Xilasbûna Miletan
11Îcar ez dipirsim: Ma ji bo ku ew bikevin, ew terpilîn? Na, tu caran! Lê belê bi terpilîna wan xilasî ji miletan re hat, da ku Îsraêlî bihesidin. 12Îcar, eger terpilîna wan ji dinyayê re û şikestina wan ji miletan re bûbe dewlemendî, temambûna hejmara wan hê çiqas bêtir wê bibe dewlemendî!
13Lê niha ez ji we miletan re dibêjim: Madem ku ez Şandiyê miletan im, ez xizmeta xwe bilind dikim, 14da ku ez bi riyekê, yên ku ji gelê min in bihesidînim û hinekan ji wan xilas bikim. 15Çimkî eger redbûna wan bûbe lihevhatina dinyayê ya bi Xwedê re, hingê qebûlbûna wan ne jiyana ji nav miriyan be, wê çi be?
16Eger hevîrê pêşî pîroz be, tevahiya hevîr pîroz e. Eger ra pîroz be, çiqil jî pîroz in.#Hejmartin 15:17-21 17Lê eger hin çiqil hatin birrîn û tu yê ku dara zeytûnê ya bejik î û bi wan ve hatiyî tamandin û bûyî hevparê ra û qelewiya dara zeytûnê, 18li hember wan çiqilan pesnê xwe nede. Lê eger tu pesnê xwe didî, bîne bîra xwe ku ne tu ra hildigirî, lê belê ra te hildigire. 19Belkî jî tu bêjî: «Çiqilên darê hatin birrîn, da ku ez bêm tamandin.» 20Erê, rast e. Ew ji ber bêbaweriya xwe hatin birrîn, lê belê tu bi baweriyê disekinî. Îcar pozbilind nebe, lê bitirse. 21Çimkî eger Xwedê, çiqilên darê yên xweheyî nedirixandin, te jî nadirixîne. 22Îcar bala xwe bide qencî û hişkiya Xwedê. Ew li hember ên ketî hişk e; lê ji te re qenc e – eger tu di qenciya wî de bimînî. An na tu jî, tê bêyî birrîn. 23Û eger Îsraêlî jî di bêbaweriyê de nemînin, wê bên tamandin; çimkî Xwedê dikare wan careke din bitamîne. 24Çimkî eger tu ji dareke zeytûnê ya ku di xweheyiya xwe de bejik e, hatiyî birrîn û bervajiyê xweheyiyê bi dara zeytûna qenc ve hatiyî tamandin, ew ên ku çiqilên xweheyî ne, wê hê çiqas zêdetir bi dara xwe ya zeytûnê ve bên tamandin!
Hemû Gelê Îsraêlê Wê Xilas Bibe
25Birano, ez naxwazim ku hûn ji vê sirê bêhay bin, da ku hûn xwe zana nebînin. Sir ev e ku dilê pareke gelê Îsraêlê hişk bû, heta ku hejmara miletên ku wê xilas bibin temam bibe. 26Û bi vî awayî tevahiya Îsraêlê wê xilas bibe, wek ku hatiye nivîsîn:
«Rizgarkar wê ji Siyonê bê,
Ewê nepakiyê ji Aqûb dûr bixe.
27Çaxê ku ez gunehên wan rakim,
Peymana min a bi wan re ev e.»#Ji: Îşaya 59:20-21; 27:9
28Ji aliyê Mizgîniyê ve ew ji bo feyda we dijmin in, lê ji aliyê bijartinê ve ew ji bo xatirê bav û kalan hezkirî ne. 29Çimkî diyariyên Xwedê û gazîkirina wî bi şûn ve nayên standin. 30Çawa ku demekê we bi ya Xwedê nekir û niha bi neguhdariya wan hûn gihîştin rehmê; 31bi vî awayî niha ev bûn neguhdar, da ku bi wê rehma ku li we bûye, ew jî bigihîjin rehmê. 32Çimkî Xwedê hemû kirin girtiyên neguhdariyê, da ku li hemûyan rehmê bike.
33Ey kûrahiya dewlemendî, şehrezayî û zanîna Xwedê! Ma kî dikare dîwankirina wî fêm bike! Ma kî dikare riyên wî salix bide!#Îşaya 55:8-9
34«Ma kê bi fikra Xudan zaniye?
An kî jê re bû şîretkar?»#Ji: Îşaya 40:13; Yêremya 23:18
35«Ma kê pêşî tiştek daye wî,
Ku bi şûn ve bistîne?»#Ji: Eyûb 41:11
36Çimkî her tişt ji wî ye, bi wî ye û ji bo wî ye. Bila rûmet her û her ji wî re be. Amîn.#Korîntî I, 8:6

Currently Selected:

Romayî 11: KURNT

Highlight

Copy

Compare

Share

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in