YouVersion Logo
Search Icon

Romayî 10

10
1Birano, daxwaza dilê min û lavakirina min a ji Xwedê ji bo xilasiya Îsraêliyan e. 2Ez ji bo wan şahidiyê dikim ku xîreta wan ji bo Xwedê heye, lê belê xîreta wan ne bi zanîn e. 3Çimkî wan rastdariya ku ji Xwedê tê, fêm nekir û xebitîn ku ya xwe bi xwe ava bikin û serî li ber rastdariya Xwedê danenîn. 4Çimkî Mesîh dawiya Şerîetê ye, da ku ji bo her kesê ku bawer bike rastdarî hebe.
Xilasî ji bo Her Kesî
5Mûsa li ser rastdariya ku ji Şerîetê tê weha dinivîse: «Mirovê ku van tiştan bike, wê bi wan bijî.»#Ji: Lêwiyî 18:5 6Lê rastdariya ku ji baweriyê ye weha dibêje: «Di dilê xwe de nebêje: Kî wê hilkişe ezmên?» – yanî, ji bo ku Mesîh bîne xwarê – 7an jî: «Kî wê dakeve diyarê miriyan?» – ji bo ku Mesîh ji nav miriyan derîne. – 8Lê belê çi dibêje? Dibêje: «Peyv» – yanî peyva baweriyê ya ku em didin bihîstin – «nêzîkî te ye, li ser zimanê te û di dilê te de ye».#Ji: Dubarekirina Şerîetê 9:4; 30:12-14 9Eger tu bi devê xwe eşkere bikî ku Îsa Xudan e û di dilê xwe de bawer bikî ku Xwedê ew ji nav miriyan rakiriye, tê xilas bibî. 10Çimkî ji bo rastdariyê bi dil tê bawerkirin û ji bo xilasbûnê jî bi dev tê eşkerekirin. 11Nivîsara Pîroz dibêje: «Her kesê ku baweriyê bi wî bîne, nayê şermkirin.»#Ji: Îşaya 28:16 12Di navbera Cihû û miletên din de cihêtî tune; eynî Xudan Xudanê hemûyan e û ji hemûyên ku gazî wî dikin re merd e. 13Çimkî: «Her kî ku gazî navê Xudan bike, wê xilas bibe.»#Ji: Yoêl 2:32
14Lê ewê çawa gazî wî yê ku bawerî pê neanîne bikin? Û ewê çawa baweriyê bi wî yê ku li ser nebihîstine bînin? Îcar bêyî ku yek bide bihîstin, ewê çawa bibihîzin? 15Û eger ew neyên şandin, ewê çawa Mizgîniyê bidin? Wek ku hatiye nivîsîn: «Lingên wan ên ku Mizgîniya xêrê tînin çi spehî ne.»#Ji: Îşaya 52:7 16Lê belê hemûyan li gor Mizgîniyê nekir. Çimkî Îşaya dibêje: «Ya Xudan, kê bi xebera ku me da, bawer kir?»#Ji: Îşaya 53:1 17Îcar bawerî ji bihîstinê tê û tiştê bihîstî ji peyva Mesîh e. 18Lê belê ez dibêjim: Ma wan nebihîst? Belê, bêguman bihîstin; çimkî: «Dengê wan gihîşt tevahiya erdê û peyvên wan gihîştine kujên dinyayê.»#Ji: Zebûr 19:4 19Dîsa ez dibêjim: Ma Îsraêl ev fêm nekir? Pêşî Mûsa dibêje:
«Ezê we, bi wan ên ku ne milet in bînim xîretê
Û bi miletekî fêmkor hêrsa we rakim.»#Ji: Dubarekirina Şerîetê 32:21
20Îşaya bê tirs weha dibêje:
«Ez ji aliyê wan ên ku li min nedigeriyan ve hatim dîtin,
Ez li yên ku li min nedipirsîn xuya bûm.»#Ji: Îşaya 65:1
21Lê li ser Îsraêl weha dibêje: «Tevahiya rojê min destên xwe dirêjî miletekî rikdar û neguhdar kir.»#Ji: Îşaya 65:2

Currently Selected:

Romayî 10: KURNT

Highlight

Copy

Compare

Share

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in