YouVersion Logo
Search Icon

Romayî 9

9
Yên ku Xwedê Bijartine
1Ez yê Mesîh, rastiyê dibêjim, ez derewan nakim û wijdana min jî bi Ruhê Pîroz vê yekê ji min re erê dike: 2Xemgîniyeke min a mezin û di dilê min de êşeke bêrawestin heye. 3Çimkî min dixwest ku ez ji dêl birayên xwe, hemnîjadên xwe red bibûma û ji Mesîh dûr biketama. 4Ew Îsraêlî ne; kurîtî, rûmet, peyman, dayîna Şerîetê, perizîn û soz ên wan in. 5Bav û kal, yên wan in û li gor bedenê Mesîh ji wan e. Mesîh li ser hemûyan e, Xwedayê her û her pîroz e. Amîn.
6Lê ev nayê wê manê ku peyva Xwedê pûç derketiye. Çimkî hemû yên ku ji dûndana Îsraêl in, ne Îsraêlî ne. 7Ew ji dûndana Birahîm bin jî, hemû ne zarokên wî ne. Lê hatiye gotin: «Ji Îshaq dûndana te wê zêde bibe.»#Ji: Destpêk 21:12 8Yanî ne zarokên bedenê zarokên Xwedê ne, lê belê zarokên sozê dûndan tên hesibandin. 9Çimkî gotina sozê ev bû: «Saleke din, di vê demê de ezê vegerim û wê kurekî Sara hebe.»#Ji: Destpêk 18:10, 14 10Ne bi tenê ev, lê zarokên Rebeka jî ji yek bavî, ji bavê me Îshaq bûn. 11-12Hê ku zarok çênebûbûn û tiştekî qenc an xerab nekiribûn, ji wê re hat gotin ku: «Yê mezin wê ji yê biçûk re xulamtiyê bike.»#Ji: Destpêk 25:23 Ev wisa çêbû, da ku mebesta bijartina Xwedê ne li gor kirinan, lê li gor gazîkirina wî be. 13Wek ku hatiye nivîsîn: «Min ji Aqûb hez kir, lê ji Esaw nefret kir.»#Ji: Melaxî 1:2-3
14Îcar em çi bêjin? Ma gelo neheqî li ba Xwedê heye? Na, tu caran! 15Çimkî ew ji Mûsa re dibêje:
«Yê ku ez rehmê lê dikim, ezê rehmê lê bikim
Û yê ku dilê min pê dişewite, wê pê bişewite.»#Ji: Derketin 33:19
16Îcar ev ne bi xwestin û bezîna mirov, lê belê bi rehma Xwedê ye. 17Çimkî di Nivîsara Pîroz de ji Firewn re weha tê gotin: «Ji bo vê yekê min tu rakirî, da ku ez hêza xwe li ser te nîşan bidim û navê min li seranserê dinyayê bê danbihîstin.»#Ji: Derketin 9:16 18Loma ew bixwaze rehmê li kê bike, dike û bixwaze dilê kê hişk bike, hişk dike.
Xezeb û Dilovaniya Xwedê
19Îcar tê ji min re bêjî: «Nexwe çima Xwedê hê li qusûra mirov dinêre? Ma kî dikare li hember daxwaza wî raweste?» 20Lê camêr, tu kî yî ku tu li hember Xwedê bersîvê didî? Gelo tiştê ku ji herriyê hatiye çêkirin, ji yê ku ew çêkiriye re dibêje: «Te çima ez weha çêkirim?»#Îşaya 29:16; 45:9 21Ma desthilatiya cerçêker li ser herriyê tune ku ji eynî loda herriyê firaxekê ji bo karên bi rûmet û yeke din jî ji bo karên bêrûmet çêke? 22Eger Xwedê ji ber ku dixwest xezeba xwe nîşan bide û hêza xwe bide zanîn, bi bîhnfirehiyeke mezin li hember wan firaxên ku hêjayî xezebê ne û ji bo helakbûnê amade ne, ragirtibe, em çi bêjin? 23Wî wisa kir, da ku dewlemendiya rûmeta xwe ji firaxên rehmê re bide zanîn, yên ku wî ji berê ve ew ji bo rûmetê amade kirin. 24Em jî di nav wan de ne, yên ku wî ne tenê ji nav Cihûyan, lê ji nav miletên din jî gazî kirin. 25Wek ku ew di nivîsara Hoşêya pêxember de jî dibêje:
«Ji yên ku ne gelê min in re ezê bêjim: ‹Gelê min›
Û ji ya heznekirî re ezê bêjim: ‹Hezkiriya min.›»#Ji: Hoşêya 2:23
26Û «li dera ku ji wan re hatiye gotin: ‹Hûn ne gelê min in›,
Li wê derê wê ji wan re bê gotin: ‹Zarokên Xwedayê jîndar.›»#Ji: Hoşêya 1:10
27Îşaya pêxember jî li ser Îsraêl weha diqîre: «Hejmara zaryên Îsraêl bi qasî seylaka ber deryayê be jî, bi tenê jêmayiyeke wan wê xilas bibe. 28Çimkî Xudan wê fermana xwe zûka û bi carekê ser rûyê erdê pêk bîne.»#Ji: Îşaya 10:22-23 29Wek ku Îşaya ji berê ve gotiye: «Eger Xudanê Ordiyan ji me re dûndanek nehişta, emê bibûna wek Sodomê û bimînana Gomorayê.»#Ji: Îşaya 1:9#Destpêk 19
Bêbaweriya Îsraêl
30Îcar em çi bêjin? Ew miletên ku li pey rastdariyê neçûn, gihîştin rastdariyê, yanî gihîştin wê rastdariya ku ji baweriyê tê. 31Lê gelê Îsraêl ê ku li pey şerîeta ku rastdariyê pêşkêş dike diçû, negihîşt wê şerîetê. 32Çima? Ji ber ku ew ne bi baweriyê, lê belê wek ku wê bi kirinan çêbe lê geriyan. Ew li kevirê terpilînê ketin û terpilîn. 33Wek ku hatiye nivîsîn:
«Va ye, ez li Siyonê kevirekî terpilînê,
Lateke hilterpilînê datînim.
Lê ku baweriyê bi wî bîne, nayê şermkirin.»#Ji: Îşaya 8:14; 28:16

Currently Selected:

Romayî 9: KURNT

Highlight

Copy

Compare

Share

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in