1
Romayî 10:9
Kurmanji Încîl
KURNT
Eger tu bi devê xwe eşkere bikî ku Îsa Xudan e û di dilê xwe de bawer bikî ku Xwedê ew ji nav miriyan rakiriye, tê xilas bibî.
Compare
Explore Romayî 10:9
2
Romayî 10:10
Çimkî ji bo rastdariyê bi dil tê bawerkirin û ji bo xilasbûnê jî bi dev tê eşkerekirin.
Explore Romayî 10:10
3
Romayî 10:17
Îcar bawerî ji bihîstinê tê û tiştê bihîstî ji peyva Mesîh e.
Explore Romayî 10:17
4
Romayî 10:11-13
Nivîsara Pîroz dibêje: «Her kesê ku baweriyê bi wî bîne, nayê şermkirin.» Di navbera Cihû û miletên din de cihêtî tune; eynî Xudan Xudanê hemûyan e û ji hemûyên ku gazî wî dikin re merd e. Çimkî: «Her kî ku gazî navê Xudan bike, wê xilas bibe.»
Explore Romayî 10:11-13
5
Romayî 10:15
Û eger ew neyên şandin, ewê çawa Mizgîniyê bidin? Wek ku hatiye nivîsîn: «Lingên wan ên ku Mizgîniya xêrê tînin çi spehî ne.»
Explore Romayî 10:15
6
Romayî 10:14
Lê ewê çawa gazî wî yê ku bawerî pê neanîne bikin? Û ewê çawa baweriyê bi wî yê ku li ser nebihîstine bînin? Îcar bêyî ku yek bide bihîstin, ewê çawa bibihîzin?
Explore Romayî 10:14
7
Romayî 10:4
Çimkî Mesîh dawiya Şerîetê ye, da ku ji bo her kesê ku bawer bike rastdarî hebe.
Explore Romayî 10:4