Romayî 14
14
Hevdû Dadbar Nekin
1Yê ku di baweriyê de qels e qebûl bikin, lê li ser fikrên xumalî bi wî re devjeniyê nekin. 2Baweriya yekî rê dide ku her tiştî bixwe, lê yê ku baweriya wî qels e, bi tenê pincarê dixwe. 3Bila yê ku dixwe, wî yê ku naxwe kêm nebîne û yê ku naxwe bila wî yê ku dixwe dadbar neke; çimkî Xwedê ew qebûl kiriye. 4Tu kî yî ku tu xizmetkarê yekî din dadbar dikî? Ew dikeve an disekine, mîrzayê wî dizane; lê ewê bisekine, çimkî Xudan dikare wî bisekinîne.
5Yek, rojekê di ser roja din re digire, yê din hemû rojan wekhev dibîne. Bila her yek ji dîtina xwe piştrast be. 6Yê ku rojekê di ser rojeke din re digire, ji bo Xudan digire û yê ku dixwe jî ji bo Xudan dixwe, çimkî ji Xwedê re şikir dike. Û yê ku naxwe jî ji bo Xudan naxwe û ji Xwedê re şikir dike.
7Ji me tu kes ji bo xwe najî û tu kes ji bo xwe namire. 8Eger em bijîn, em ji bo Xudan dijîn; eger em bimirin, em ji bo Xudan dimirin. Îcar em bijîn jî, em bimirin jî, em ên Xudan in. 9Ji ber ku Mesîh ji bo vê yekê mir û vejiya, da ku ew hem bibe Xudanê miriyan û hem jî yê zindiyan.
10Îcar tu çima birayê xwe dadbar dikî? An tu çima birayê xwe kêm dibînî? Em hemû, emê li ber kursiyê Xwedê yê dîwanê rawestin.#Korîntî II, 5:10 11Çimkî hatiye nivîsîn:
«Xudan dibêje: Bi heyîna min, her çok wê li ber min bitewe
Û her ziman wê eşkere bike û bêje: ‹Tu Xwedê yî.›»#Ji: Îşaya 49:18; 45:23 12Îcar her yek ji me wê li ser xwe hesab bide Xwedê.
Kesî Neterpilînin
13Loma êdî em hevdû dadbar nekin. Lê hê zêdetir, biryarê bidin ku hûn astengekê daneynin pêşiya birayekî ku biterpile an ji rê derkeve. 14Ez dizanim û di baweriya Xudan Îsa de piştrast im ku tu tişt ji ber xwe ne murdar e. Lê çaxê ku yek tiştekî murdar bihesibîne, ew ji bo wî murdar e. 15Îcar, eger ji ber tiştê ku tu dixwî, birayê te xemgîn dibe, êdî tu li gor hezkirinê rêve naçî. Wî yê ku Mesîh ji bo wî miriye, bi xwarina xwe helak neke. 16Îcar bila li ser vê yeka ku hûn qenc dibînin, bi xerabî neyê peyivîn. 17Çimkî Padîşahiya Xwedê ne xwarin û vexwarin e, lê belê rastdarî, aştî û şahiya bi Ruhê Pîroz e. 18Yê ku bi vê yekê ji Mesîh re xizmetê dike, li Xwedê xweş tê û ji aliyê mirovan ve tê erêkirin. 19Madem ku wisa ye, em bikevin pey tiştên ku ji bo aştiyê û avakirina hevdû ne. 20Ji bo xwarinê karê Xwedê xera neke. Erê, her tişt helal e, lê belê yê ku bi tiştên ku dixwe dibe sedemê terpilîna hinekên din, ew xerabiyê dike. 21Ya qenc ew e ku tu goşt nexwî, şerabê venexwî û tu tiştê ku birayê te pê diterpile nekî. 22Bîr û baweriya te, bila li ber Xwedê ji bo te be. Xwezî bi wî yê ku di tiştê ku erê dike de, xwe bi xwe dadbar nake. 23Lê yê ku dudilî ye û dixwe, sûcdar tê derxistin, çimkî ne ji baweriyê ye. Her tiştê ku ne ji baweriyê ye, guneh e.
Currently Selected:
Romayî 14: KURNT
Highlight
Copy
Compare
Share
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.