YouVersion Logo
Search Icon

Karên Şandiyan 16

16
Tîmotêyos Hevaltiya Pawlos û Sîlas Dike
1Hingê Pawlos hat Derbe û Lîstrayê jî. Li wir şagirtek hebû ku navê wî Tîmotêyos bû. Ew kurê jineke Cihû ya bawermend bû; lê bavê wî ne Cihû bû. 2Birayên ku li Lîstra û Qonyayê bûn, li ser wî bi qencî dipeyivîn. 3Pawlos xwest ku ew bi wî re bê; ew hilda û ji ber Cihûyên wan deran ew sinet kir; çimkî hemûyan dizanibû ku bavê wî ne Cihû bû. 4Gava ku di bajaran re derbas dibûn, biryarên ku li Orşelîmê ji aliyê şandî û rihspiyan ve hatibûn dayîn, didan wan, da ku wan pêk bînin. 5Bi vî awayî civînên bawermendan di baweriyê de xurt dibûn û roj bi roj hejmara wan zêde dibû.
Di Dîtiniyekê de Gazîkirina Pawlos a Mekedonyayê
6Ew di herêma Firîgya û Galatyayê re derbas dibûn, çimkî Ruhê Pîroz nehişt ku peyva Xwedê li herêma Asyayê bêjin. 7Çaxê ew hatin pêşberî Mîsyayê, xwestin ku herin herêma Bîtînyayê, lê Ruhê Îsa destûr neda wan. 8Di ber Mîsyayê re derbas bûn, daketin Troyayê. 9Bi şev Pawlos di dîtiniyekê de dît ku zilamekî Mekedonî radiwesta, ji wî lava dikir û digot: «Derbasî Mekedonyayê bibe û alîkariya me bike.» 10Gava wî ev dîtinî dît, di cih de em xebitîn ku em herin Mekedonyayê. Me jê derxist ku Xwedê gazî me dike ku em Mizgîniyê bidin wan.
Zivirîna Lîdya
11Em ji Troyayê bi gemiyê derketin û sererast çûn Samotraxê. Dotira rojê em gihîştin Nêyapolîsê. 12Em ji wir çûn Filîpyayê, ku ev der bajarekî sereke yê Mekedonyayê ye û koloniyeke Romayê ye. Em li vî bajêrî çend rojan man. 13Roja Şemiyê em di dergehê bajêr re derketin û çûn ber lêva çem, çimkî em difikirîn ku li wir cihekî duakirinê heye. Em rûniştin û bi jinên ku li wir civiyabûn re peyivîn. 14Di nav wan de jineke xwedêperest a ku navê wê Lîdya bû guhdariya me dikir. Ew ji bajarê Tiyatîrayê bû û cilên binefşî difirotin. Xudan dilê wê vekir, da ku bi baldarî guhê xwe bide tiştên ku Pawlos digotin. 15Çaxê ew û maliyên xwe imad bûn, wê ji me hêvî kir û got: «Eger hûn min bawermendeke Xudan dihesibînin, kerem kin, werin mala min û li wir bimînin.» Û zor li me kir, em birin.
Pawlos û Sîlas Tên Girtin
16Û rojekê, çaxê em diçûn cihê duakirinê, keçikeke xizmetkar a ku ruhê falbaziyê pê re hebû, rastî me hat. Wê bi falvekirinê ji xwediyên xwe re gelek pere dida qezenckirin. 17Keçik li pey me û Pawlos dihat û bi qîrîn digot: «Ev mirovên ha xizmetkarên Xwedayê Herî Berz in, ew riya xilasiyê bi we didin zanîn.» 18Keçikê bi rojan ev yek kir. Lê li zora Pawlos çû, zivirî û ji ruh re got: «Ez bi navê Îsa Mesîh li te emir dikim, ji wê derkeve.» Û hema wê gavê ruh ji wê derket.
19Îcar gava ku xwediyên wê dîtin ku hêviya wan a qezenckirina peran ji dest derket, wan Pawlos û Sîlas girtin, kaş kirin meydana sûkê, ba serweran. 20Çaxê ew anîn ba serwerên bajêr, wan got: «Ev mirovên ha bajarê me tevlihev dikin, ev Cihû ne 21û adetên ku ji bo me Romayiyan çênabin ku em bikin, an qebûl bikin, hîn dikin.» 22Hingê elaletê jî êrîşî wan kir, serdarên bajêr cilên ser wan dan çirandin û emir kirin ku bi daran li wan bixin. 23Piştî ku gelek li wan xistin, ew avêtin zîndanê û li qerdiyan emir kirin ku baş çavnêriya wan bike. 24Li ser vê emirkirinê, wî ew kirin hucreya hundir û lingên wan qeyd kirin.
25Li dora nîvê şevê Pawlos û Sîlas dua dikirin û ji Xwedê re lavije digotin. Girtiyan jî guhdariya wan dikir. 26Ji nişkê ve erdhejîneke wisa mezin çêbû ku bingehên girtîgehê veleqiyan. Û di cih de hemû derî û zincîrên her kesî vebûn. 27Çaxê qerdiyan hişyar bû û dît ku deriyên zîndanê vekirî ne, şûrê xwe kişand û dikir ku xwe bikuje. Çimkî wî got qey hemû girtî reviyane. 28Lê Pawlos bi dengekî bilind gazî kir û got: «Nebe tu xwe bikujî; em hemû li vir in!» 29Qerdiyan ronahî xwest û ket hundir, lerizî û xwe avêt ber Pawlos û Sîlas. 30Wî ew anîn derve û got: «Ezbenî, ez çi bikim, da ku ez xilas bibim?» 31Wan jî bersîv da û gotin: «Baweriya xwe bi Xudan Îsa bîne, tu û mala te jî hûnê xilas bibin.» 32Û wan peyva Xudan ji wî û ji hemûyên li mala wî re gotin. 33Hema di wê saeta şevê de, wî ew birin û birînên wan şuştin. Û di cih de ew û hemû maliyên wî imad bûn. 34Wî ew derxistin mala xwe, sifre li ber wan danî. Ew gelek şa bû ku wî û tevahiya mala wî bawerî bi Xwedê anîn.
35Çaxê bû roj, serwerên bajêr wezîfedar şandin û gotin: «Wan mirovan berdin.» 36Hingê qerdiyan ev yek ji Pawlos re got: «Serwerên bajêr xeber şandin ku hûn bên berdan; de îcar derkevin û bi silamet herin.» 37Lê Pawlos li wan vegerand û got: «Em ên ku hemwelatiyên Romayî ne, bêyî ku dîwana me bê kirin, li ber xelkê li me xistin û em avêtin zîndanê. Niha bi dizî me derdixin? Na, ev yek çênabe! Bila ew bi xwe bên û me derxin.» 38Hingê wezîfedaran ev peyv ji serdarên bajêr re gotin. Gava wan bihîst ku ew hemwelatiyên Romayî ne, tirsiyan. 39Hatin, hêvî ji wan kirin, ew deranîn û ji wan xwestin ku ji bajêr derkevin. 40Piştî ku ji zîndanê derketin, çûn mala Lîdyayê. Li wir xwişk û bira dîtin, han dan wan û çûn.

Currently Selected:

Karên Şandiyan 16: KURNT

Highlight

Copy

Compare

Share

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in