1
Karên Şandiyan 16:31
Kurmanji Încîl
KURNT
Wan jî bersîv da û gotin: «Baweriya xwe bi Xudan Îsa bîne, tu û mala te jî hûnê xilas bibin.»
Compare
Explore Karên Şandiyan 16:31
2
Karên Şandiyan 16:25-26
Li dora nîvê şevê Pawlos û Sîlas dua dikirin û ji Xwedê re lavije digotin. Girtiyan jî guhdariya wan dikir. Ji nişkê ve erdhejîneke wisa mezin çêbû ku bingehên girtîgehê veleqiyan. Û di cih de hemû derî û zincîrên her kesî vebûn.
Explore Karên Şandiyan 16:25-26
3
Karên Şandiyan 16:30
Wî ew anîn derve û got: «Ezbenî, ez çi bikim, da ku ez xilas bibim?»
Explore Karên Şandiyan 16:30
4
Karên Şandiyan 16:27-28
Çaxê qerdiyan hişyar bû û dît ku deriyên zîndanê vekirî ne, şûrê xwe kişand û dikir ku xwe bikuje. Çimkî wî got qey hemû girtî reviyane. Lê Pawlos bi dengekî bilind gazî kir û got: «Nebe tu xwe bikujî; em hemû li vir in!»
Explore Karên Şandiyan 16:27-28