Karên Şandiyan 15
15
Lihevcivîna Şandiyan a li Orşelîmê
1Hinek kesên ku ji Cihûstanê daketibûn Entakyayê, hînî birayan dikirin û digotin: «Eger hûn li gor adeta Mûsa sinet nebin, hûn nikarin xilas bibin.»#Lêwiyî 12:3 2Îcar piştî ku wan û Pawlos û Barnabas gelek hev birin û anîn û devjenî kirin, hingê birayan biryar da ku Pawlos, Barnabas û hinekên din hilkişin Orşelîmê, da ku ji bo vê yekê bi şandî û rihspiyan re bipeyivin. 3De îcar civînê ew bi rê kirin. Çaxê di Fînîkya û Sameryayê re derbas dibûn, li ser zivirîna miletan a li Xwedê digotin û hemû bawermend pirr şa dikirin. 4Çaxê gihîştin Orşelîmê, ji aliyê civînê, şandî û rihspiyan ve hatin qebûlkirin û hemû tiştên ku Xwedê bi destê wan kiribûn, gotin. 5Lê hinek bawermendên ku ji mezheba Fêrisiyan bûn, rabûn û gotin: «Divê ku ew bên sinetkirin û emir li wan bê kirin ku Şerîeta Mûsa pêk bînin.»
6Şandî û rihspî ji bo ku li ser vê pirsê bipeyivin civiyan. 7Piştî gotûbêjeke dirêj, Petrûs rabû û got: «Birano, hûn dizanin ku berî niha Xwedê ji nav we ez bijartim, da ku miletên din peyva Mizgîniyê ji min bibihîzin û baweriyê bînin.#Karên Şandiyan 10 8Û Xwedayê ku bi dilê mirov dizane, çawa ku Ruhê Pîroz da me, wisa da wan jî û ew erêkirin.#Karên Şandiyan 10:44; 2:4 9Wî dilê wan bi baweriyê paqij kir û tu cihêtî nexist navbera me û wan. 10Îcar çima hûn Xwedê diceribînin û nîrekî wisa datînin ser stûyê şagirtan, ku ne bav û kalên me û ne jî me dikaribû ku em hilgirin? 11Na, lê em bawer dikin, çawa ku em bi kerema Xudan Îsa xilas dibin, wisa jî ew xilas dibin.»
12Hingê tevahiya civînê bêdeng ma û guhê xwe dan gotinên Barnabas û Pawlos, yên ku Xwedê bi destê wan gelek nîşan û karên mezin di nav miletên din de kiribûn. 13Piştî ku wan peyivîna xwe xilas kir, Aqûb bersîv da û got: «Birano, guhê xwe bidin min. 14Şimûn got ku çawa Xwedê pêşî hat serdana miletên din, da ku ji nav wan xelkekî ji bo navê xwe rake. 15Ev yek peyvên pêxemberan jî digire, wek ku hatiye nivîsîn:
16‹Piştî vê yekê ezê vegerim,
Û konê Dawid ê ketî dîsa vegirim,
Derên wî yên hilweşiyayî careke din ava bikim
Û dîsa rakim.
17Da ku hemû mirovên bi şûn de mayî
Û hemû miletên mayî yên ku navê min li ser wan e,
Li Xudan bigerin.
18Ew Xudanê ku ji berê ve ev tişt dane zanîn, vê dibêje.›#Ji: Amos 9:11-12; Îşaya 45:21
19«Ji ber vê yekê, ez gihîştim vê biryarê ku divê em, wan ên ku ji miletên din li Xwedê dizivirin nedin tengiyê. 20Lê em ji wan re binivîsin ku xwe ji tiştên ku bi pêşkêşkirina ji pûtan re murdar bûne, ji fuhûşiyê, ji heywanên mirar û ji xwînê dûr bixin.#Derketin 34:15-17; Lêwiyî 18:6-23; 17:10-16 21Çimkî hê ji demên bihûrtî ve di her bajarî de, Şerîeta Mûsa tê hînkirin û her roja Şemiyê di kinîştan de tê xwendin.»
Nameya Civînê ya ji Miletan re
22Hingê di çavên şandî û rihspiyan û tevahiya civînê de qenc xuya bû ku ji nav xwe zilaman bibijêrin û bi Pawlos û Barnabas re bişînin Entakyayê. Wan, Cihûdayê ku jê re dibêjin Barsabas û Sîlas, yên ku di nav birayan de sereke bûn, şandin. 23Bi destê wan ev name nivîsîn:
«Birayên we şandî û rihspî, silavan li bawermendên ji miletên din ên li Entakya, Sûriye û li Kîlîkyayê dikin.
24Me bihîst ku hin kesên ji nav me derketine, ku me li wan tembîh nekiriye, bi peyvên xwe hûn reht kirine û serê we tevlihev kirine. 25Ji bo vê yekê me hemûyan bi hev re biryar da ku em çend kesan bibijêrin û bi birayên xwe yên hezkirî Barnabas û Pawlos re bişînin ba we. 26Wan herduyan di ber navê Xudanê me Îsa Mesîh de mirin dane ber çavên xwe. 27Loma me Cihûda û Sîlas şandin, ku ewê bi dev jî eynî tiştan ji we re bêjin. 28Çimkî ji Ruhê Pîroz û ji me re jî qenc hat dîtin ku em ji van tiştên ku pêwist in pê ve, barekî din daneynin ser pişta we. 29Îcar hûn xwe ji tiştên ku bi pêşkêşkirina ji pûtan re murdar bûne, ji xwînê, ji heywanên mirar û ji fuhûşiyê dûr bixin. Eger hûn xwe ji van tiştan biparêzin, hûnê qenc bikin. Di aştiyê de bimînin.»
30Îcar ew hatin şandin û daketin Entakyayê. Wan tevahiya komê civand û name dan wan. 31Gava wan xwend, bi handana wê şa bûn. 32Cihûda û Sîlas, ku ew bi xwe jî pêxember bûn, bi gelek peyvan cesaret û hêz dan birayan. 33-34Piştî ku ew demekê li wir man, birayan bi aştî ew bi rê kirin ba yên ku ew şandibûn. 35Lê Pawlos û Barnabas li Entakyayê man û bi gelekên din re peyva Xudan hîn kirin û Mizgînî dan.
Pawlos û Barnabas ji hev Vediqetin
36Piştî çend rojan Pawlos ji Barnabas re got: «Were, em vegerin û herin her bajarê ku me peyva Xudan tê de daye bihîstin, serekî bidin xwişk û birayan û bibînin ku ew çawa ne.» 37Barnabas xwest Yûhennayê ku jê re dibêjin Marqos jî bi xwe re bibe. 38Lê Pawlos qenc nedît yê ku li Pamfîlyayê ji wan veqetiya û bi wan re hew xebitî, bi xwe re bibin.#Karên Şandiyan 13:13 39Îcar devjeniyeke dijwar ket nav wan, wisa ku ji hev veqetiyan. Barnabas Marqos hilda û bi gemiyê çû Qibrisê. 40Lê Pawlos Sîlas bijart û ket rê; birayan ew spartin kerema Xudan. 41Ew li Sûriye û Kîlîkyayê digeriyan û hêz didan civînan.
Currently Selected:
Karên Şandiyan 15: KURNT
Highlight
Copy
Compare
Share
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.