YouVersion Logo
Search Icon

Karên Şandiyan 14

14
Pawlos û Barnabas li Qonyayê
1Îcar li Qonyayê Pawlos û Barnabas wek her car ketin kinîşta Cihûyan û wisa peyivîn, ku elaleteke mezin hem ji Cihûyan û hem ji miletên din bawerî anîn. 2Lê Cihûyên ku bawer nekirin, yên ji miletên din rakirin ser piyan û dilê wan li hember birayan reş kirin. 3Ew demeke dirêj li wir man, ji bo Xudan bi ziravî peyivîn; Xudan jî şahidiya peyva kerema xwe dikir, bi destê wan nîşan û karên mezin çêdikirin. 4Lê xelkê bajêr bûn du bend; hinekan pişta Cihûyan girt, hinekan jî ya Şandiyan. 5Îcar yên ji miletên din û Cihû, bi serokên xwe ve rabûn ku êrîşî wan bikin, wan riswa bikin û bidin ber keviran. 6Gava Şandî bi vê yekê hesiyan, reviyan bajarên Lîstra û Derbeyê yên Lûkayonyayê û der û dora wan. 7Li wan deran jî wan Mizgînî dida.
Li Lîstra û Derbê
8Li Lîstrayê zilamekî şeht hebû ku li erdê rûdinişt; ew ji zikmakî ve şeht bû û tu caran rêve neçûbû. 9Gava ku Pawlos dipeyivî, wî guhdariya wî dikir. Û Pawlos bi baldarî li wî nêrî û dît ku baweriya wî heye, ku sax bibe. 10Hingê bi dengekî bilind got: «Rabe û li ser lingên xwe raweste.» Wî jî xwe hilavêt û dest pê kir, rêve çû. 11Gava elaletê dît ku Pawlos çi kir, dengê xwe hildan û bi zimanê Lûkayonî gotin: «Îlah di şiklê mirovan de hatine jêr nav me!» 12Wan ji Barnabas re got Zews, ji Pawlos re gotin Hermês, çimkî ew peyvbêjê sereke bû.#14:12 Zews: Pûtê Yewnaniyan ê herî mezin bû. Bi zimanê Latînî «Yûpîter» jê re digotin. Pûtekî din jî hebû, ku navê wî «Hermês» bû, ew qasidê Zews û pûtên din dihat hesabkirin. 13Kahînê Zewsê ku perestgeha wî li derveyî bajêr bû, ga û tacegul anîn ber dergehên bajêr, wî bi elaletê re xwest ku goriyan bide. 14Gava ku Şandiyan, yanî Barnabas û Pawlos ev yek bihîstin, wan cilên xwe çirandin, bi nav elaletê ve bezîn, qîriyan û gotin: 15«Camêrno, hûn çima wisa dikin? Em jî wek we mirov in, evdên Xwedê ne; em Mizgîniyê ji we re tînin, da ku hûn ji van tiştên pûç li wî Xwedayê jîndar vegerin, yê ku erd û ezman, derya û hemû tiştên ku di wan de ne, afirandine.#Zebûr 146:6 16Di dema nifşên bihûrî de, wî hişt ku her milet li riya xwe here. 17Dîsa jî wî xwe bê şahidî nehişt, qencî kir û ji ezmên baran û demsalên berdar dan we; bi xwarinê hûn têr kirin û dilê we tije şabûn kir.» 18Bi van peyvan, wan bi zorê kir ku elalet ji bo wan goriyan nede.
19Lê Cihû ji Entakya û Qonyayê hatin û elalet kişandin aliyê xwe. Hingê wan Pawlos dan ber keviran, ew kaş kirin derveyî bajêr û gotin qey miriye. 20Lê gava ku şagirtan dora wî girt, ew rabû û çû nav bajêr. Dotira rojê ew bi Barnabas re çû Derbeyê.
Vegerîna Entakya Sûriyê
21Piştî ku wan Mizgînî da wî bajarî û gelek kes kirin şagirt, ew vegeriyan Lîstra, Entakya û Qonyayê. 22Wan dilê şagirtan xurt dikir û ew dişidandin ku di baweriyê de bimînin û gotin: «Divê em di gelek tengahiyan re derbas bibin û bikevin Padîşahiya Xwedê.» 23Piştî ku wan ji bo her civînê rihspî rakirin, bi dua û rojîgirtinê ew spartin wî Xudanê ku bawerî pê anîbûn.
24Piştre di Pisîdyayê re derbas bûn û hatin Pamfîlyayê. 25Li Pergêyê jî peyva Xwedê gotin û berjêr bûn, çûn Entalyayê. 26Ji wir ew bi gemiyê vegeriyan Entakyayê, wê dera ku ji bo vî karê ku anîbûn serî, li kerema Xwedê hatibûn spartin. 27Gava hatin, wan civîna bawermendan kom kir û hemû tiştên ku Xwedê bi destê wan kiribûn û çawa deriyê baweriyê li ber miletan vekiribû, tev gotin. 28Û ew demeke dirêj li wir bi şagirtan re man.

Currently Selected:

Karên Şandiyan 14: KURNT

Highlight

Copy

Compare

Share

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in