Karên Şandiyan 13
13
Barnabas û Şawûl Tên Wezîfedarkirin û Diçin Qibrisê
1Di civîna li Entakyayê de pêxember û mamoste hebûn: Barnabas, Şimûnê ku jê re Nîgêr digotin, Lûkyosê ji Kûrênê, Menayînê ku birayê şîrî yê Mîr Hêrodês bû û Şawûl. 2Çaxê ku ev diperizîn Xudan û rojî digirtin, Ruhê Pîroz got: «Barnabas û Şawûl ji bo wî karê ku min gazî wan kiriye, veqetînin.» 3Hingê piştî ku rojî girtin û dua kirin, destên xwe danîn ser wan û ew şandin.
4Bi vî awayî ew ji aliyê Ruhê Pîroz ve şandî, dageriyan Sêlûkyayê û ji wir bi gemiyê çûn Qibrisê. 5Gava gihîştin Selamîsê, wan peyva Xwedê di kinîştên Cihûyan de dan bihîstin. Yûhenna jî alîkariya wan dikir. 6Çaxê ew li seranserê giravê geriyan û hatin Pafosê, wan li wir yekî Cihû, ku pêxemberekî derewîn û sêrbaz bû dît, ku navê wî Baryêşû bû. 7Ew dostê Sergiyos Pawlosê walî bû. Walî zilamekî aqilmend bû, wî gazî Barnabas û Şawûl kir û xwest ku peyva Xwedê bibihîze. 8Lê Bareyeşû – ku wek Êlûmasê sêrbaz dihat jî zanîn – li ber wan rabû û dixebitî ku walî ji bawerkirinê bizivirîne. 9Lê Şawûl, yanî Pawlos, bi Ruhê Pîroz tije bi baldarî li wî nêrî û 10got: «Hey kurê Îblîs! Dijminê her rastiyê, bi hemû hîle û xerabiyan tije! Ma tu dev ji xwarûvîçkirina riyên Xudan ên rast bernadî? 11Va ye, destê Xudan li hember te ye, tê kor bibî û tu ji bo demekê tavê nabînî.» Di cih de mij û tarî bi ser wî de hat, veşewişî, li yekî geriya ku bi destê wî bigire. 12Gava walî dît ku çi bû, wî bawerî anî, ew li hînkirina li ser Xudan gelek şaş ma.
Pawlos û Barnabas li Entakya Pisîdyayê
13Pawlos û hevalên xwe bi gemiyê ji Pafosê bi rê ketin û hatin bajarê Pergêya Pamfîlyayê. Hingê Yûhenna ew hiştin û vegeriya Orşelîmê. 14Ew jî ji Pergêyê derbas bûn û hatin Entakya Pisîdyayê û roja Şemiyê ketin kinîştê û rûniştin. 15Piştî xwendina Şerîetê û Nivîsarên Pêxemberan, serekên kinîştê rêkirin pey wan û gotin: «Birano, eger peyveke we ya cesaretê ji xelkê re hebe, kerem kin, bêjin.» 16Hingê Pawlos rabû, destê xwe hilda û got:
«Gelî Îsraêliyan û hûn ên din ên ku ji Xwedê ditirsin, guhdarî bikin. 17Xwedayê vî gelê Îsraêl bav û kalên me bijartin û gava li welatê Misrê diman ew kirin miletekî mezin. Bi zendê xwe yê hêzdar ew ji wir deranîn#Derketin 1:7; 12:51 18û bi qasî çil salan li çolê bîhna xwe li wan fireh kir.#Hejmartin 14:34 19Piştî ku wî li welatê Kenanê heft milet qir kirin, wî welatê wan bi mîrasî da wan.#Dubarekirina Şerîetê 7:1; Yêşû 14:1–19:51 20Wê demê nêzîkî çar sed û pêncî salan kişand. Piştî vê yekê wî hukumdar dan wan, heta dema Samûêl pêxember.#Desthilatdar 2:16; Samûêl I, 3:20 21Piştre wan padîşahek xwest û Xwedê Şawûlê kurê Kîş ji eşîra Binyamîn da wan û wî çil salan padîşahî kir.#Samûêl I, 8:5; 10:21 22Piştî ku ew ji text anî xwarê, Dawid rakir ku bibe padîşahê wan û li ser wî weha şahidî kir û got: ‹Min Dawidê kurê Yêşa, zilamekî li gor dilê xwe dît. Ewê hemû daxwazên min bîne cih.›#Ji: Samûêl I, 13:14; Îşaya 44:28 23Ji dûndana vî mirovî Xwedê ji Îsraêl re, wek ku soz dabû, Xilaskar Îsa şand. 24Hê beriya hatina wî, Yûhenna ji hemû gelê Îsraêl re imada tobekirinê hîn kir.#Lûqa 3:3 25Gava ku Yûhenna karê xwe ber bi qedandinê ve dianî, got: ‹Di gumana we de ez kî me? Ez ne ew im. Lê va ye, yek piştî min tê, ez ne hêja me ku dûlikên çaroxa di lingê wî de vekim.›#Lûqa 3:16
26«Gelî birayan, hûn zarokên dûndana Birahîm û yên din ên ku ji Xwedê ditirsin, ev peyva xilasiyê ji me re hatiye şandin. 27Çimkî yên ku li Orşelîmê rûdinin û serekên wan ew nas nekirin, wan dîwana wî kir û ew peyvên pêxemberan ên ku her roja Şemiyê tên xwendin anîn cih. 28Bi ser ku ji bo kuştina wî tu sedem nedîtin jî, ji Pîlatos xwestin ku wî bikuje.#Lûqa 23:21-23 29Piştî ku wan hemû tiştên ku li ser wî hatine nivîsîn anîn cih, ew ji dar anîn xwarê û kirin gorê.#Lûqa 23:50-56 30Lê Xwedê ew ji nav miriyan rakir. 31Gelek rojan ji wan ên ku bi wî re ji Celîlê derketibûn Orşelîmê re xuya bû. Û niha ew li ber gelê me şahidên wî ne.#Karên Şandiyan 1:3 32Îcar em Mizgîniya wê soza ku Xwedê ji bav û kalên me re dabû, didin we. 33Wî ev soz ji bo me, yanî ji bo zarokên wan, bi rakirina Îsa anî cih. Çawa ku di Zebûra diduyan de jî hatiye nivîsîn:
‹Tu Kurê min î;
Îro tu ji min re bûyî.›#Ji: Zebûr 2:7
34Û li ser rakirina wî ya ji nav miriyan, ku ew êdî venegere rizîbûnê, wî weha gotiye:
‹Ezê sozên pîroz û dilsoz ên ku Dawid standibûn, bidim we.›#Ji: Îşaya 55:3
35Loma di Zebûreke din de jî weha dibêje:
‹Tu nahêlî ku Pîrozê te rizîbûnê bibîne.›#Ji: Zebûr 16:10
36«Çimkî piştî ku Dawid di dema xwe de ji bo armanca Xwedê xizmet kir, ew mir û çû ba bav û kalên xwe û riziya. 37Lê ewê ku Xwedê ji mirinê rakir, rizîbûn nedît. 38Ji bo vê yekê birano, bizanin ku bi destê wî, lêbihûrtina gunehan ji we re tê danbihîstin. 39Û her kesê ku baweriyê bi Îsa tîne, ji wan hemû tiştên ku bi Şerîeta Mûsa we nikaribû hûn bê sûc bibin, rastdar derdikeve. 40Loma hay ji xwe hebin, da ev yeka ku pêxemberan gotiye neyê serê we:
41‹Binêrin, hûn ên ku tinazên xwe dikin!
Şaş bimînin û helak bibin,
Çimkî ez di rojên we de karekî dikim
Karekî wisa, ku yek ji we re bêje jî,
Hûn qet bawer nakin.›#Ji: Habaqûq 1:5 »
42Çaxê ku Pawlos û Barnabas derketin derve, xelkê ji wan hêvî kir Şemiya ku bê jî li ser van tiştan ji wan re bipeyivin. 43Çaxê civîna di kinîştê de belav bû, gelek Cihû û xwedêperestên ji miletên din li pey Pawlos û Barnabas çûn. Ew jî ji wan re peyivîn û ew hişk şidandin, ku tam di kerema Xwedê de bimînin.
44Şemiya din, hema bêje tevahiya bajêr ji bo ku peyva Xudan bibihîze civiya. 45Lê gava Cihûyan elalet dîtin, bi çavnebariyê tije bûn, çêr kirin û li hember tiştên ku Pawlos digot rabûn. 46Hingê Pawlos û Barnabas, bi ziravî peyivîn û gotin: «Diviya ku pêşî peyva Xwedê ji we re bihata gotin. Madem ku hûn wê red dikin û xwe hêjayî jiyana herheyî nabînin, va ye, em jî li miletên din dizivirin. 47Çimkî Xudan li me weha emir kiriye:
‹Min tu kirî ronahiya miletan,
Da ku tu xilasiyê heta bi kujê dinyayê yê herî dûr bibî.›#Ji: Îşaya 49:6 »
48Gava yên ji nav miletan ev bihîst, şa bûn û pesnê peyva Xudan dan û yên ku ji bo jiyana herheyî hatibûn kifşkirin, bawerî anîn. 49Bi vî awayî peyva Xudan li hemû herêmê belav bû. 50Lê Cihûyan jinên xwedêperest û qedirbilind û giregirên bajêr rakirin ser piyan, tengahî dan Pawlos û Barnabas û ew derxistin derveyî herêma xwe. 51Wan jî toza lingên xwe li hember wan daweşandin û hatin Qonyayê.#Lûqa 9:5 52Îcar şagirt bi şabûnê û bi Ruhê Pîroz tije bûn.
Currently Selected:
Karên Şandiyan 13: KURNT
Highlight
Copy
Compare
Share
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.