YouVersion Logo
Search Icon

Karên Şandiyan 12

12
Kuştina Aqûb û Girtina Petrûs
1Wê demê Hêrodês padîşah destê xwe dirêjî hin kesên ji civîna bawermendan kir, da ku cefayê bide wan. 2Wî Aqûbê birayê Yûhenna bi şûr kuşt. 3Gava wî dît ku ev yek li Cihûyan xweş hat, ew zêde çû, wî Petrûs jî girt. Ev yek di dema Cejna Nanê Şkeva de çêbû. 4Gava ku Petrûs girt, ew avêt zîndanê û ji bo ku nobedariya wî bikin, çar kom leşkerên ku her yek ji wan ji çar kesan pêk dihat, danîn ber wî. Niyeta wî ew bû ku piştî Cejna Nanê Şkeva wî derxe ber gel. 5Îcar Petrûs di zîndanê de girtî bû, lê civîna bawermendan ji dil û can ji bo wî ji Xwedê dixwest.
Petrûs ji Zîndanê Rizgar Dibe
6Şevekê beriya wê roja ku Hêrodês wî derxe meydanê, Petrûs bi du zincîran girêdayî, di navbera du leşkeran de radiza. Û nobedaran li ber derî nobedariya zîndanê dikirin. 7Ji nişkê ve milyaketekî Xudan li ba wî rawesta û ronahiyekê di hucreyê de şewq da. Milyaket hincikek li kêleka Petrûs da, ew hişyar kir û got: «Zû rabe!» Hingê zincîr ji destên Petrûs ketin. 8Milyaket ji wî re got: «Pişta xwe girêde û çaroxên xwe bixe piyên xwe.» Wî jî wisa kir. Piştre ji wî re got: «Ebayê xwe li xwe bike û li pey min were.» 9Petrûs jî derket derve û li pey wî çû; lê nizanibû tiştê ku bi destê milyaket dibe rast e; wî digot qey ew dîtiniyekê dibîne. 10Piştî ku ew ji nobedarên pêşî û yên diduyan derbas bûn, ew hatin ba dergehê hesin ê ku diçe nav bajêr. Ew bi xwe li ber wan vebû, ew derketin û di kuçeyekê re derbas bûn; ji nişkê ve milyaket ji wî veqetiya. 11Hingê Petrûs hat ser hişê xwe û got: «Niha bi rastî ez dizanim ku Xudan milyaketê xwe şand û ez ji destê Hêrodês û ji hemû ya ku Cihûyan guman dikir, rizgar kirim.»
12Piştî ku wî ev yek bi zelalî fêm kir, çû mala Meryema diya Yûhennayê ku jê re digotin Marqos. Li wir gelek civiyabûn û dua dikirin. 13Çaxê wî li dergehê derve xist, keçikeke xizmetkar a bi navê Roda çû û guhê xwe da derî. 14Gava ku dengê Petrûs nas kir, wisa kêfa wê hat, bê ku derî veke, bezî hundir û got ku Petrûs li ber dergeh e. 15Wan ji wê re got: «Te hişê xwe winda kiriye!» Lê ew ji ya xwe nehat xwarê. Wan got: «Ew milyaketê wî ye.» 16Petrûs li ser hev li dergeh dixist. Gava wan dergeh vekir, wan ew dît û pirr şaş man. 17Wî destê xwe hilda, da ku bêdeng bimînin û ji wan re got ku Xudan çawa ew ji zîndanê derxistiye. Û got: «Vê yekê ji Aqûb û ji birayan re bêjin.» Piştre derket û çû dereke din.
18Gava ku bû sibe, tevliheviya nav leşkeran ne hindik bû, ka gelo çi bi Petrûs hatiye. 19Çaxê Hêrodês li wî geriya û ew nedît, nobedar kişandin pirsyariyê û emir kir ku bên kuştin. Û Hêrodês ji Cihûstanê berjêrî Qeyseriyê bû û li wê derê ma.
Mirina Hêrodês Padîşah
20Hêrodês li Sûr û Saydayiyan gelek hêrs bûbû. Hingê ew hemû bi hev re hatin, piştî ku Bilastos şahneyê padîşah kişandin aliyê xwe, lihevhatin xwestin. Çimkî welatê wan ji aliyê xwarinê ve bi welatê Hêrodês ve girêdayî bû. 21Îcar di roja ku hat kifşkirin de, Hêrodês cilên xwe yên padîşahiyê li xwe kirin, li ser kursiyê dîwanê rûnişt û ji wan re peyivî. 22Hingê xelkê kir qîrîn û gotin: «Ev dengê xwedayekî ye, ne yê mirovan e!» 23Û di cih de, ji ber ku wî rûmet nedabû Xwedê, milyaketekî Xudan li wî xist, kurmî bû û mir.
24Lê peyva Xwedê fireh û zêde dibû. 25Barnabas û Şawûl, piştî ku xizmeta xwe anîn serî ji Orşelîmê vegeriyan û Yûhennayê ku jê re digotin Marqos bi xwe re anîn.

Currently Selected:

Karên Şandiyan 12: KURNT

Highlight

Copy

Compare

Share

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in