YouVersion Logo
Search Icon

Karên Şandiyan 11

11
Beyanên Petrûs li Orşelîmê
1Îcar Şandî û bawermendên li Cihûstanê bihîstin ku miletên din jî peyva Xwedê qebûl kirine. 2Îcar gava ku Petrûs hilkişiya Orşelîmê, bawermendên sinetbûyî rexne li wî girtin û 3gotin: «Çima tu çûyî ba yên sinetnebûyî û te bi wan re xwarin xwar?» 4Hingê Petrûs dest pê kir, yek bi yek ji wan re şîrove kir û got: 5«Min li bajarê Yafayê dua dikir. Ez ji hişê xwe çûm û min dîtinî dît. Tiştek wek çarşefeke mezin, bi çar kujên xwe daleqandî, ji ezmên dadiket. Ev tişt heta ba min hat. 6Çaxê min zîq lê nêrî, min heywanên çarpê, heywanên wehşî, heywanên ku dişêlin û teyrên ezmên dîtin. 7Û min dengek bihîst ku ji min re got: ‹Petrûs, rabe, şerjêke û bixwe.› 8Lê min got: ‹Ev dûrî min be, ya Xudan, çimkî tu caran tiştekî murdar an heram neketiye devê min.› 9Lê careke din ew deng ji ezmên hat û got: ‹Tiştên ku Xwedê helal kirine, tu heram nehesibîne.› 10Ev tişt sê caran çêbû û piştre hemû tişt dîsa hilkişiyan ezmên. 11Hema wê gavê, sê zilamên ku ji Qeyseriyê şandibûn pey min, li ber wê mala ku em lê diman sekinîn. 12Ruh ji min re got: ‹Bi wan re here û cihêtiyê neke.› Ev her şeş bira jî bi min re hatin û em ketin mala wî zilamî. 13Wî jî ji me re got, ku çawa dît, milyaket li mala wî rawesta û jê re got: ‹Bişîne Yafayê û Şimûnê ku jê re Petrûs dibêjin, bîne. 14Wê ji te re peyvan bêje, tu û tevahiya mala te, hûnê bi wan xilas bibin.› 15Çaxê min dest bi peyivînê kir, Ruhê Pîroz hat ser wan jî, wek ku di destpêkê de hatibû ser me. 16Hingê ev peyva ku Xudan gotibû hat bîra min: ‹Yûhenna bi avê imad kir, lê hûnê bi Ruhê Pîroz imad bibin.›#Karên Şandiyan 1:5 17Gava me bawerî bi Xudan Îsa Mesîh anî, Xwedê diyariya Ruhê Pîroz da me. Îcar, eger Xwedê eynî diyariya ku dabû me, dabe wan jî, hingê ez kî bûm, ku ez li ber Xwedê rabim.» 18Gava wan ev bihîst, dengê xwe birrîn. Pesnê Xwedê dan û gotin: «Nexwe Xwedê ji miletên din re jî rê vekir ku tobe bikin û jiyanê bistînin.»
Bawermendên Entakyayê
19Îcar yên ku ji ber wê zordestiya dema kuştina Steyfan belav bûbûn, heta Fînîkya, Qibris û Entakyayê çûbûn. Wan peyv ji Cihûyan pê ve ji kesî din re negotin.#Karên Şandiyan 8:1-4 20Lê hin ji wan ên ku ji Qibris û Kûrênê bûn, çaxê hatin Entakyayê ji Yewnaniyan re jî dipeyivîn û Mizgîniya Xudan Îsa didan. 21Destê Xudan bi wan re bû, gelekan bawerî anî û li Xudan zivirîn. 22Xebera vê yekê gihîşt guhê civîna bawermendan a li Orşelîmê û wan Barnabas şand Entakyayê. 23Îcar gava ku ew hat, wî kerema Xwedê dît, şa bû û ew hemû şidandin ku ji dil bi Xudan ve girêdayî bimînin. 24Çimkî ew zilamekî qenc bû, bi Ruhê Pîroz û baweriyê tije bû. Bi vî awayî elaleteke mezin beşdarî Xudan bû. 25Piştre Barnabas çû Tarsûsê, ku li Şawûl bigere 26û gava wî ew dît, ew anî Entakyayê. Salek sax ew bi hev re tevî civîna bawermendan diciviyan û gelek mirov hîn dikirin. Û cara pêşî li Entakyayê ji şagirtan re gotin: «Xirîstiyan».#11:26 «Xirîstiyan» (bi zimanê Yewnanî), yanî «Mesîhî» (bi zimanê Îbranî); mana herduyan ev e: «Yên ku li pey Îsa Mesîh diçin».
27Di wan rojan de hin pêxember ji Orşelîmê berjêrî Entakyayê bûn. 28Yek ji wan ku navê wî Hagabos bû, rabû û bi rêberiya Ruh got ku wê li tevahiya dinyayê xelayeke giran çêbe. Û ev xela di dema Qeyser Klawdyos de çêbû.#Karên Şandiyan 21:10 29Şagirtan biryar da ku her yek ji wan li gor karîna xwe alîkariyê ji bawermendên li Cihûstanê re bişîne. 30Wisa jî kirin, bi destê Barnabas û Şawûl ev alîkarî ji rihspiyan re şandin.

Currently Selected:

Karên Şandiyan 11: KURNT

Highlight

Copy

Compare

Share

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in