Gava me bawerî bi Xudan Îsa Mesîh anî, Xwedê diyariya Ruhê Pîroz da me. Îcar, eger Xwedê eynî diyariya ku dabû me, dabe wan jî, hingê ez kî bûm, ku ez li ber Xwedê rabim.» Gava wan ev bihîst, dengê xwe birrîn. Pesnê Xwedê dan û gotin: «Nexwe Xwedê ji miletên din re jî rê vekir ku tobe bikin û jiyanê bistînin.»