Methelokên 28
28
1Peyavê xirab baz dide; bê ko kes bikeve pey wî; lê dilpak mîna şêrekî ciwan dilqewîn e.
2Heke xelkê welatekî serxwerabûn sermiyan pir dibin; lê di destê mirovekî zana û eqilmend de welat payedar dibe.
3Mirovekî belengaz yê ko zer dide bêçareyan, mîna teyroke e ko pê zad xira dibe.
4Yê ko guh ne de qanûn û nizaman pesnê mirovên xirab dide; lê yên ko qedrê qanûnê digirin jê dixeyidin.
5Yê ko xirabiyê dikin edalet çiye seh na kin; lê yê ko li Xwedê digerin bîrî her tiştî dibin.
6Belengazê ko li ser reya xwe a rast dimeşe; çêtir e ji dewlemendê ko dide ser reya xwar.
7Yê ko bindestiya qanûn û nizaman dike kurikekî bijîr e; lê yê ko diçe nik sefîhan bavê xwe rûreş dike.
8Yê ko bi faiz û mirabiheyê malê xwe bêtir dike; ji bona mirovê ko feqîrdost e, ew mal berhev kiriye.
9Heke yekî rûyê xwe ba dide ta ko dengê qanûnê me bihîse; diayê wî jî mekrûh e.
10Yê ko mirovên rast dike ji rê derîne; dikeve çala ko kolaye; û mirovên pak mîratxwerên bextiyariyê ne.
11Dewlemend bawer dike ko eqilmend e; lê belengazê hişyar wî diceribîne.
12Gava eqilmend serfiraz dibin, şahî û şahînetek e; lê gava mirevên xirab serê xwe radikin; (bila) xelk xwe veşêrin.
13Yê ko emelên xwe ên xirab inkar dike (divê bizane) ko jê na yê; lê yê ko pê mukir tê û toban dike; digehe rehmê.
14Bextiyar e mirovê ko tirsa (Xwedê) her di dilê wî de ye; lê yê ko dilhişk dibe dikeve helaketê.
15Peyayê xirab yê ko bûye sermiyanê miletekî feqîr mîna şêrek e ko erênan dike û weke hirçekî birçî ye.
16Qralê bêeqil hema xedariyê dike; lê yê ko ji cavbirçîtiyê hez na ke; hikmê xwe payedar dike.
17Yê ko xwîniyê mirovekî ye heta gora xwe wê baz bide; û (bila) kes wê me sekinêne.
18Yê ko li ser reya bext û namûsê dimeşe dige he felatê; lê yê ko li ser reyân xwar digere carekê wê bikeve.
19Yê ko erdê xwe cot dike têr nan dixwe; lê yê ko dide pey xiyalên pûç têrî birçîtiyê dibe.
20Mirovekî xwedîbext zehf qencî u bereketê dibîne; lê yê ko bi qesda dewlemendbûnê xwe dilezîne, dawî dikeve belayekê.
21Na be ko mirov guh bide xuyandariya xelkê; û carna mirov ji bona perçeke nan gunehkar dibe.
22Yê ko ber bi dewlemendiyê; xwe dilezîne û hesûd e; ni zane ko tengasî dikare bê pêrgîna wî.
23Li dawiyê, di pêşçavê xelkê de, mirovê ko yekî diêşîne çêtir e ji mirovê ko ji derewan jê re bi dev şîrîn dike.
24Yê ko malê dê û bavê xwe didize û dibêje ev ne tu guneh e; hevalê xiraba ye.
25Nefsmezinî rêdide pevçûnê; lê yê ko xwe dispêre Xwedê kamiran dibe.
26Yê ko pişta xwe bi eqilmendiya xwe dişidîne sersem e; lê yê ko li ser reya eqilmendiyê dimeşe digehe felatê.
27Yê ko arîkariya belengazan dike na keve tengasiyê; lê yê ko (di pêşiya bêçareyan de) çav û guhê xwe digire dikeve laneta xelkê.
28Gava mirovên xirab serê xwe radikin xelk xwe vedişêrin; lê gava ew winda dibin, pakdil zehf dibin.
Currently Selected:
Methelokên 28: MKRPRO
Highlight
Copy
Compare
Share
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
© Civata Kitêba Miqedes ya brîtanî û biyanî 1947
© British and Foreign Bible Society 1947