Methelokên 27
27
1Bi sibe pesnê xwe me de; tu ni zanî sibe wê çilo bibe.
2Berde bila yekî din pesnê te bide, û ne ko devê te; mirovekî biyanî û ne lêvên te bixwe.
3Kevir giran e, û sêlak barek e; lê erna dînokan ji her diwan girantir e
4Xeyid bêrehm e, û erin mîna rabûna avê ye; lê kî dikare di pêşiya dexsê de bisekine.
5Lewmeke vekirî ji hevaltiyeke veşartî çêtir e.
6Brînên ko destbrayekî vekirine delîlê dostaniya wî ne; lê maçên dijminekî xapînok in.
7Yê ko têr bûye pê li şaneyên hingiwî dike; lê yê ko birçî ye; tiştekî tehil jî tamşîrîn dibîne
8Mirovê ko ji bajarê xwe dûr ketiye; mîna çûkeke ko ji hêlîna xwe dûr firiyaye.
9Dil bi bihn û bû şa dibe û şîretên hevalekî dilnerm şîrînin.
10Dev ji hevalê xwe û yê bavê xwe bermede; û gava di tengiyê de yî, me çe mala brayê xwe; cîranekî nîzing ji brayekî dûr çêtir e.
11Kurê min, aqil be, û pê dilê min şa bike û ez ê bikarim li peyayê ko qedrê min dişkînîne vegerînim.
12Mirovê xwedîtedbîr xirabiyê dibîne û xwe vedişêre; lê yê sersem pêş ve diçe û tête êşandin.
13Cilên peyayê; ko bûye kefîlê yekî jê bistîne û ji mirovê ko kefîltiya jinikeke xerîb dike gerewan bixwaze.
14Heke yekî sibe zû bi dengekî bilind silavan li yekî dike; weke lanetek tête hesibandin.
15Sûlava avê di rojên baranê de û jenikeke bedxû mîna hev in;
16Yê ko dixwaze wê bigire; qey bê û zeytê dike bigire.
17Hesin bi hesin tête hesûn kirin; wilo jî mirovek bi mirovekî.
18Yê ko bala xwe dide dara hejîrê, jê wê bixwe û yê ko bala xwe dide serekê xwe dê biqedir bibe.
19Herwekî siha rû li avê pêşberê rû ye; wilo jî dilê mirova pêşberê hev in.
20Gor û dojeh tucara tejî na bin; welê jî çavê mirovan qet têr na bin.
21Dîzîk ji bona zîv e û êtûn ji bona zêr; qedrê mirovekî jî li gora devên ko qala wî dikin eşkere dibe.
22Heke te dîna mîna livekî xist coniyekî û ev da ber hodê; dîsa dînîtiya wan ji wan venaqete.
23Pezên xwe yek bi yek nas bike û bala xwe bide keriyê xwe.
24Herwekî dewlemedî her û her dom na ke û tacek tim ne payedar e.
25Giyayê hişk tête berhev kirin, çêre ji nû ve heşîn dibe, û giyayên çiyan têne çinîn.
26Berx cilên te didin; û nêri heqê zeviyekê tînin.
27Şîrê te ê bizinan besî xwarina te, ya mala te û ya navmaliyên te ye.
Currently Selected:
Methelokên 27: MKRPRO
Highlight
Copy
Compare
Share
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
© Civata Kitêba Miqedes ya brîtanî û biyanî 1947
© British and Foreign Bible Society 1947