Methelokên 29
29
1Yê ko şayesteyî êşandinê ye û serbaziyê dike bi derbekê wê bikeve perîşaniyê û kes ni kare wî xelas bike.
2Gava eqilmend pir dibin; xelk di şahiyê de ne; lê gava mirovên xirab sermiyaniyê dikin xelk axîna tînin.
3Yê ko ji eqilmendiyê hez dike bavê xwe kêfxweş dike; lê yê ko diçe cem qehbikan malê xwe winda dike.
4Mîr bi edaletê welatê xwe xurt dike; lê yê ko diyariyan dibe erdê xwe xira dike.
5Yê ko pesnê xelkê dide; davek vedike pêşiya xwe.
6Di gunehkariya mirovên xirab de davek heye; lê yê adil serfiraz û dilxweş dibe.
7Mirovê adil heqê belengazan nas dike; lê yê xirab guh na didê.
8Tevzeker bajara tevlîhev dikin; lê eqilmend hêrsa xelkê hêdî dikin.
9Ger eqilmendek bi yekî ehmeq lihevket; bienire jî, bi kene jî safî kirin zehmet e.
10Mirovên devbixwîn ji eqilmendan nefiran dikin; lê mirovên rast wî dihemînin.
11Bêeqil hemî erna xwe têxe pêş xelkê; lê eqilmend devê xeyda xwe digire.
12Heke sermiyanek guh dide derewan; hemî xulamên di wî bêkêr in.
13Belengaz û dewlemend rastî hevûdu tên; yê ko çavê her diwan ronî kiriye Xwedê ye.
14Textê Mîrê ko di nav belengazan de bi dilpakî hikim dike her payedar e.
15Ço û tekdîr eqilmendiyê didin; lê lawikê ko biserê xwe hatiye hiştin rûyê deya xwe reş dike.
16Gava mirovên xirab pir dibin guneh zehf dibe; lê eqilmend perîşaniya wan dê bibînin.
17Kurê xwe biêşîne; ew ê rahetiyê bide te; û dilê te pê dê şa bibe.
18Gava wehî na yê xelk bê ser dibin; lê yên ko dev ji qanûnên Xwedê bernadin çiqas bextiyar in.
19Dîl, bi gotina, xwe na selihîne, seh bike jî guh nade.
20Gava yekî dibînî ko di axaftinê de lezê dide xwe; bizane ko mirov jê bêtir; dikare ji dînokekî hêvîdar bibe.
21Xulamê ko mirov ji biçûkahiya wî ve pê re bi nermî da û stand, li dawiyê bawer dike ko kurê malê ye.
22Mirovê erno rêdide pevçûnê û yên xeyidhebîn gelek gunehan dikin.
23Nefsmezinî xwediyê xwe kêmqedir dike; lê yê ko nefisbiçûk e; wê serbilind bibe.
24Yê ko ji dizekî parek dibe dijminê giyanê xwe ye; wî didin ber sundê û dîsa rastiyê na bêje.
25Tirsa mirovan ji wan re davek e; lê yê ko xwe dispêre Xwedê dê bête hemandin.
26Zehf in yên ko li rûyê Mîr digerin; lê yê ko heqê her yekî dide Xwedê ye.
27Mirovê adil ji nekesan dikerihe û yê xerab ji yên ko li ser reya rastiyê dimeşin dikerihin.
Currently Selected:
Methelokên 29: MKRPRO
Highlight
Copy
Compare
Share
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
© Civata Kitêba Miqedes ya brîtanî û biyanî 1947
© British and Foreign Bible Society 1947