Methelokên 26
26
1Berf li havînê, baran li dema paleyiyê û serfirazî ji bona bêhişekî li hev na yên.
2Her wekî çûk difire û hechecok baz dide; laneta bê rê jî cih na gire.
3Ji bona hespan qemçî, ji bona keran hevşar û ji bona dîna li pişta wî çoyek.
4Li dînekî li gora dînîtiya wî vemegerîne; ji tirsa ko li ser wî ne çî.
5Lê, li dînekî li gora şayestedariya wî vegerîne; da ko ew bawer ne ke ko aqil e.
6Yê ko bi qasidekî bêeqil xeheran rêdike lingê xwe dişkînîne; xirabiyê vedixwe.
7Gotina eqilmendiyê di devê dîna de mîna go venda seqeta ye.
8Yê ko qedrê dîna digire mîna mirov e ko kevirekî li berkaniyekê girêdide.
9Di devê dînokekî de gotineke hêja, mîna destê serxweşekî de stirîyek e, yê ko wî brîndar dike.
10Mirovê ko bêhiş û gunehkaran di dora xwe de dicivîne; mîna tîravêjekî ye ko her kesî brîndar dike.
11Dînê ko vedigere dînîtiya xwe mîna seyek e ko vereşandiya xwe dike devê xwe.
12Heke te mirovek dît yê ko bawer dike eqilmend e; bizane ko mirov ji ehmeqekî dikare jê bêtir hêvidar be.
13Tiral dibêje: li ser rê şêrek heye; di nav kûçe û kolanan de şêrek heye.
14Her wekî derî li ser zerzînên xwe de diqeliqe, wilo jî mirovê tiral di textê xwe de ji alikî diqulipe alîkî.
15Tiral destê xwe dadike firaxê, lê jê re zehmet tê ko pariyê bîne devê xwe.
16Tiral bawar dike qey ji heft peyayên ko bi eqilmendî li pirsan vedigerînin hişyartir e.
17Mirovê ko seba pevçûnekê ko wî pê ne bendewar e dixeyide: mîna peyayekî ye ko seyekî ji guhê wî digire.
18Dînokekî ko tîr û agir û mirinê davêje çawa ye;
19Mirovê ko xelkê dixapîne û di pişt re dibêje ma min yarî ne dikir! Welî ye.
20Ji tunebûna êzingan agir ditemire; di cihê ko tu kes paşgotiniyê na ke, pevçûn disekine.
21Komir gurî, êzing agir û mirovê teşxelehebîn pevçûna germ dike.
22Xeberên peyayên ko paşgotiniyê dikin mîna pariyine şîrîn in, diçin hindurê canî.
23Lêvine germ û dilekî sar û xirab, mîna şerbikeke zîv tamkirî.
24Dijmin bi gotinan xwe diguhêre; lê di dilê xwe de xirab e;
25Heke wî dengê xwe şîrîn kir, tu pê baweriya xwe mey ne;
26Heke kîna xwe bi hîlebazîyê veşartiye jî, di civatê de, ew ê xwe kifş bike.
27Yê ko çalek kola lê bikeve û kevir wê vegere ser peyayê ko ew gêr kiriye.
28Zimanê derewîn ji xesardîtiyên xwe dikerihe û devê ko bi derewan dipesinîne perîşaniyê pêk tîne.
Currently Selected:
Methelokên 26: MKRPRO
Highlight
Copy
Compare
Share
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
© Civata Kitêba Miqedes ya brîtanî û biyanî 1947
© British and Foreign Bible Society 1947