YouVersion Logo
Search Icon

Waiz 1

1
Her tişt pûç e
1Gotinên Waiz, kurê Dawid, Padîşahê Orşelîmê ev e:
2Waiz dibêje: “Çiqas pûç û vala ye. Her tişt pûç e.”
3Ma çi kara mirov heye,
Ji hemû keda ku li ser rûyê erdê dide?
4Nifşek diçe û nifşek tê,
Lê dinya her wek xwe dimîne.
5Roj dertê û roj diçe ava,
Dîsa baz dide dera ku jê hilatiye.
6Ba bi başûr ve diçe, li bakur dizivire,
Li hev dizivire û diçe
Û her li cihê xwe dizivire.
7Hemû çem diherikin deryayê,
Lê derya tije nabe
Û av dizivire dera ku jê diherike.
8Her tişt bi westanê tije ye,
Bi qasî ku nayê salixdan.
Çav bi dîtinê têr nabe,
Guh bi bihîstinê tije nabe.
9Berê çi bûbe, wê cardin ew bibe,
Çi hatibe kirin, wê ew bê kirin,
Li ser rûyê erdê tiştekî nû tuneye.
10Ma kesekî dikare bêje:
“Binêre ev nû ye?”
Ji berê ve, ji sal û demên berê ve çêbûye.
11Çawa nifşên berê nayên bibîranîn,
Nifşên bê jî ji aliyê nifşên piştî wan ve
Wê neyên bibîranîn.
Şehrezayî pûç e
12Ez Waiz, li Orşelîmê li ser Îsraîlê padîşah bûm. 13Min fikra xwe, ji bo ku bi şehrezayiyê li her tişta ku li ser rûyê erdê pêk tên bixebite û lê bikole terxan kir. Ev karekî zehmet e. Xwedê ev da mirov ku pê re bilî bibe. 14Min hemû karên ku li ser rûyê erdê tên kirin dîtin û hemû jî pûç in, wek ketina pey bayê ne. 15Ya xwar nayê rastkirin, ya kêm nayê temamkirin.
16 # Padîşah I, 4:29-31 Min ji xwe re got: “Min şehrezayiya xwe, ji hemû yên ku beriya min li ser Orşelîmê padîşahî kirine gelekî zêdetir kir. Dilê min têra xwe zanîn û şehrezayî dît.” 17Min dilê xwe da zanîna şehrezayiyê û ez ji bo dînîtî û bêaqiliyê xebitîm. Min fêm kir ku ev jî wek ketina pey bayê ye. 18Çimkî di şehrezayiya zêde de kedera zêde heye û yê ku zanîna xwe zêde dike, derdê xwe bêtir dike.

Currently Selected:

Waiz 1: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy