YouVersion Logo
Search Icon

Şîretên Silêman 31

31
Meselokên Lemûêlê Padîşah
1Gotinên Lemûêlê Padîşah ev in. Peyama#31:1 Nivîsa Masoriyan: Peyam an jî navê cihê ku tê wateya Massayî. Binêre: 30:1 diya wî hînî wî kiriye, ev e:
2“Lawo! Ez çi bêjim?
Ya kurê zikê min, çi bêjim?
Ya kurê sozên min, çi ji te re bêjim?
3Qeweta xwe nede jinan,
Ne jî riyên xwe bide kesên padîşahan helak dikin.
4Lemûêlo! Li padîşahan nakeve,
Li padîşahan nakeve ku şerabê vexwin,
Ne jî li mîr û began dikeve ku dixwazin meyê vexwin.
5Çimkî wê vexwin û qanûnan ji bîr bikin,
Wê heqê hemû bindestan bixwin.
6Meyê bidin kesê li ber helakbûnê ye,
Şerabê bidin canê bi kul û derd.
7Bila vexwe, ji bîr bike feqîriya xwe,
Bila êdî neyîne bîra xwe derdên xwe.
8Tu devê xwe ji bo bêzaran,
Ji bo doza hemû bêkesan veke.
9Devê xwe veke!
Dadgeriya bi edaletê bike,
Mafê bindest û hejaran biparêze.”
Jina çê
10 # 31:10 Ayetên 10-31'an cureyê helbestê ye ku bi awayê akrostiş bi alfabeya îbranî hatiye nivîsandin Kî dikare jina çê bibîne?
Qîmeta wê ji cewheran gelekî zêdetir e.
11Dilê mêrê wê pê ewle ye,
Qezenca wî kêm nabe.
12Jina wî di hemû rojên jiyana xwe de
Qenciyê lê dike, ne ku xerabiyê.
13Ew rîs û kitan peyda dike
Û bi dil û can bi destê xwe çêdike.
14Wekî gemiyên bazirganan,
Ew ji dûrî nanê xwe tîne.
15Beriya hilatina rojê, radibe
Ku nanê maliyan û para xizmetkaran peyda bike.
16Dêhna xwe dide ser erdekî û dikire,
Bi qezenca destê xwe rezekî datîne.
17Pişta xwe dişidîne
Û zend û bendan xurt dike.
18Zane ku kirîn û firotin qenc e,
Bi şev qendîla wê natefe.
19Dest davêje teşiya xwe,
Bi kefa destan dizivirîne.
20Mil dide bindestan,
Dest dirêj dike li hejaran.
21Berf dibare lê ji bo maliyên xwe natirse,
Çimkî ji bo tevahiya mala xwe du dest#31:21 Nivîsa Masoriyan: Du dest an sor cil hene.
22Ew ji bo xwe rûber çêdike,
Cilên wê kitanê tenik û binevşî ne.
23Mêrê wê li dergehên bajêr tê naskirin
Û li wir bi rîspiyên welêt re rûdine.
24Ew cilên kitanî çêdike û difiroşe,
Piştênan dide taciran.
25Hêz û qedir cilên wê ne,
Bi xêr û xweşî li sibê dinêre.
26Ew devê xwe bi şehrezayî vedike,
Zimanê wê hînî dilovaniyê dike.
27Hay ji mala xwe heye,
Nanê tiraliyê naxwe.
28Zarokên wê radibin û xweziya xwe pê tînin,
Mêrê wê jî pesnê wê dide û dibêje:
29“Gelek jin hene karên baş dikin,
Lê tu di ser hemûyan re yî.”
30Delalî derew e, bedewî pûç e,
Lê jina ji Xudan ditirse hêjayî pesnê ye.
31Ji keda destê wê bidinê,
Bila karên wê, li dergehên bajêr pesnê wê bidin.

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy