YouVersion Logo
Search Icon

Waiz 2

2
Zewq û sefa jî pûç in
1Min di dilê xwe de got: “Ka were li tehma zewqê binêre, baş e, ne baş e bibîne.” Va ye ew jî pûç e. 2Min ji bo kenînê got: “Dînîtî ye” û ji bo şahiyê jî got: “Bi kêrî çi tê?” 3Min biryar da bi şerabê şa bim û li pey bêaqiliyê bikevim, lê şehrezayiyê jî rêberiya min dikir. Min dixwest bizanibim di çend rojên jiyana mirov de, çi ji bo wî baş e.
4 # Padîşah I, 10:23-27; Dîrok II, 9:22-27 Min karên mezin kirin, ji xwe re xaniyan ava kirin û rez danîn. 5Min ji bo xwe bexçe û xerzik danîn û di nav de her cure darên fêkiyan danîn. 6Min ji bo avdana wan daristanan lîç çêkirin. 7#Padîşah I, 4:23Min xulam û xadim standin, koleyên li mala min hatibûn dinyayê jî hebûn. Gelek malê min, pez û dewarên min hebûn. Hem jî ji hemûyên ku beriya min li Orşelîmê mane bêtir bûn. 8#Padîşah I, 10:10, 14-22Min ji bo xwe zêr û zîv, ji xezîneyên padîşah û herêmên bindestkirî civandin. Stranbêjên min ên jin û mêr û gelek jinên min ên ku mirov jê zewqê distîne hebûn. 9#Dîrok I, 29:25Ez ewqas dewlemend bûm ku li Orşelîmê kesekî bi qasî min dewlemend nebû. Şehrezayiya min jî dev ji min berneda.
10Min tu tiştê ku çavê min xwest ji bo xwe texsîr nekir.
Min dilê xwe ji tu şahiyê bêpar nehişt.
Çimkî dilê min bi hemû keda min şa dibû
Û para min a ji hemû keda min ev bû.
11Çaxê min li hemû karên destên xwe
Û keda di ber de dayî nêrî,
Min dît ku va ye her tişt pûç e û wek ketina pey bayê ye.
Li ser rûyê erdê tu qezenc tunebû.
Şehrezayî ji bêaqiliyê çêtir e
12Ez dîsa fikirîm ka şehrezayî, dînîtî û bêaqilî çi ye?
Ma kesê ku dikeve cihê padîşah,
Ji bilî tiştên ku berê hatine kirin, dikare çi bike?
13Min dît ku ronahî di ser tariyê re,
Şehrezayî jî di ser bêaqiliyê re ye.
14Zilamê şehreza bi çavên serê xwe dibîne,
Lê yê bêaqil di tariyê de rêve diçe.
Lê min fêm kir, ya ku tê serê herduyan yek e.
15Û min di dilê xwe de got: “Ya ku tê serê kesê bêaqil, wê bê serê min jî.
Îcar çima ez evqas şehreza bûme?”
Loma min di dilê xwe de got:
“Ev jî pûç e.”
16Çimkî wek yê bêaqil, kesê şehreza jî di rojên pêş de tê jibîrkirin.
Di pêşerojê de herdu jî nayên bîra kesî.
Heyf e ku kesên şehreza jî wekî yên bêaqil dimirin.
Xebat jî pûç e
17Îcar min ji jiyanê nefret kir,
Çimkî ya ku li ser rûyê erdê dihat kirin,
Ji min re giran hat.
Her tişt pûç e,
Wek ketina pey bayê ye.
18Min ji hemû keda xwe ya ku min li ser rûyê erdê da, nefret kir. Çimkî ezê her tiştî ji yê ku piştî min tê re bihêlim. 19Kî dizane ka wê şehreza yan bêaqil be? Dîsa jî wê li ser her tiştî rûne ku min li dinyayê bi ked û şehrezayî dest xist. Ev jî pûç e. 20Loma min hêviya xwe ji hemû keda xwe ya ku min li ser rûyê erdê daye birî. 21Çimkî mirov hene ya ku bi ked, zanîn, şehrezayî û jêhatîbûna xwe bi dest dixin, ji kesekî ku keda xwe di ber re nedaye re dihêlin. Ev jî pûç û xerabiyeke mezin e. 22Çi feydeya mirov ji hemû keda wî û xemxwarina wî ya li ser rûyê erdê heye? 23#Eyûb 5:7; 14:1Hemû rojên wî, karên wî derd û keder in. Bi şev jî dilê wî rihetiyê nabîne. Ev jî pûç e.
24 # Waiz 3:13; 5:18; 9:7; Îşaya 56:12; Lûqa 12:19; Korîntî I, 15:32 Ji bo mirovan ji xwarin, vexwarin û şakirina canî ya bi kedê çêtir tiştek tuneye. Min dît ku ev jî ji Xwedê ye. 25Çimkî bêyî wî, kî dikare bixwe û kî dikare zewqê bibîne? 26#Eyûb 32:8; Şîretên Silêman 2:6Çimkî Xwedê şehrezayî, zanabûn û şabûnê dide zilamê ku jê razî ye. Îcar Xwedê, karê civandin û danîna ser hev dide yê gunehkar, ji bo ku piştre bide kesê qenc. Ev jî ji bo mirov pûç û wek ketina pey bayê ye.

Currently Selected:

Waiz 2: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy