YouVersion Logo
Search Icon

Melaxî 4

4
Roja Xudan
1 # 4:1 Li gorî Nivîsa Masoriyan, ev ayeta 3:19'ê ye Xudanê Karîndar dibêje: “Va ye ew roj tê, wekî tenûrê dişewite. Wê tevahiya qure û xeraban bibin pûş. Wê rojê wê wan bişewitîne. Wê ne kok ne jî çiqil bihêle. 2Hûn kesên ku ji navê min ditirsin! Wê tava rastiyê li ser we derkeve ku bi tîrêjên xwe#4:2 Nivîsa Masoriyan: Baskên xwe şifayê tîne. Çawa ku golikê ji axurê dipengizin, hûnê rabin herin. 3Hûnê xeraban biperçiqînin. Erê, di roja ku min ev kirin de, wê di binê lingên we de bibin toz”
Xudanê Karîndar dibêje.
4“Şerîeta Mûsayê xulamê min bi bîr bînin. Qanûn û rêbazên ku min ji bo tevahiya gelê Îsraîl, li Horêvê lê emir kirin bi bîr bînin.
5 # Metta 11:14; 17:10-13; Marqos 9:11-13; Lûqa 1:17; Yûhenna 1:21 “Va ye beriya ku roja Xudan a mezin û tirsdar were, ezê Êlyasê Pêxember ji we re bişînim. 6Wê dilê bavan li kuran û dilê kuran li bavan bizivirîne ku ez neyêm û dinyayê bi naletê tune nekim.”

Currently Selected:

Melaxî 4: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy