YouVersion Logo
Search Icon

Melaxî 3

3
1 # Metta 11:10; Marqos 1:2; Lûqa 1:76-77; 7:27 “Va ye ez qasidê xwe dişînim. Wê rê li pêşiya min amade bike. Rebê ku hûn lê digerin, wê ji nişkave bê Perestgeha xwe. Qasidê peymana ku dilê we pê xweş e, wê bê”
Xudanê Karîndar dibêje.
2 # Peyxam 6:17 Lê wê kî bikaribe li ber roja hatina wî li ber xwe bide? Gava xuya bike, kî dikare li ber bisekine? Çimkî wê bibe wekî agirê zêrkerekî û ava xweliya şûştinê. 3Wê bibe wekî hosteyekî ku zîv safî û paqij dike. Çawa ku zêr û zîv paqij dike, wê Lêwiyiyan paqij bike ku ew bi rastiyê diyariyan bidin Xudan. 4Wekî rojên berê û salên borî, wê diyariyên Cihûda û Orşelîmê bi Xudan xweş bê.
5“Ji bo dîwanê ezê nêzîkî we bibim. Ezê li dijî sêrbazan, zinakaran, sondxwarên derewîn, li dijî kesên ku zordariyê li karker, jinebî û sêwiyan dikin, kesên neheqiyê li dijî xerîban dikin û li dijî kesên ji min natirsin, yekser bibim şahid”
Xudanê Karîndar dibêje.
Diziya dehyekan
6“Çimkî ez Xudan im, ez naguherim. Ya gelê Aqûb! Ji ber vê yekê hûn telef nebûne. 7Ji rojên bav û kalên xwe ve we herdem xwe ji qanûnên min da alî û ew pêk neanîn. Li min vegerin, ezê jî li we vegerim.”
Xudanê Karîndar dibêje.
“Lê hûn dibêjin: ‘Em çawa li te vegerin?’
8“Gelo mirov diziya Xwedê dike? Lê hûn diziya min dikin.
“Paşê jî hûn dibêjin: ‘Me çi yê te diziye?’
“Hûn dehyek û pêşkêşiyan didizin. 9Nalet li we dibare. Çimkî hûn, tevahiya milet, ji min didizin!” 10#Lêwiyî 27:30; Hejmartin 18:21-24; Dubarekirina Şerîetê 12:6; 14:22-29; Nehemya 13:12Xudanê Karîndar dibêje: “Tevahiya dehyekên xwe bînin embarê ku xwarin li mala min hebe û bi vî awayî min biceribînin. Binêrin ka ezê pencereyên ezmanan ji we re vekim an na? Ezê bi ser we de, bi têra we bereketê bibarînim an na? 11Ezê nehêlim kulî zadên we bixwin ku berê axê xera nebe. Wê mêwên we yên çolê êdî bêber nebin”
Xudanê Karîndar dibêje.
12“Wê hemû milet bibêjin xwezî bi we. Çimkî wê welatê we bê xwestin”
Xudanê Karîndar dibêje.
13Xudan dibêje: “We li dijî min gotinên hişk gotin. Lê hûn dibêjin: ‘Me li dijî te çi got?’
14“We gotiye: ‘Xulamiya ji Xwedê re tiştekî beredayî ye. Pêkanîna peywira wî, şîna li hizûra Xudanê Karîndar, çi bi me da qezenckirin?! 15Niha em ji qureyan re dibêjin xwezî bi wan. Kesên xerabiyê dikin tenê bi ser dikevin, gava ew Xwedê diceribînin jî ji cezayan rizgar dibin!’”
16Li ser vê yekê kesên ji Xudan ditirsiyan bi hev re axivîn. Xudan bihîst û guhdarî kir. Ji bo kesên ji Xudan ditirsin û qedrê navê wî digirin, li ber wî nivîseke bîranînê hate nivîsandin.
17Xudanê Karîndar dibêje: “Di roja ezê kifş bikim de, wê bibin milkê min bi xwe. Çawa ku mirov kurê xwe yê jê re xizmetê dike diparêze, ezê jî wan biparêzim. 18Hûnê dîsa ferqa di navbera kesên rast û xerab de fêm bikin. Hûnê hay ji wan kesan hebin ku xulamiya Xwedê dikin an na.”

Currently Selected:

Melaxî 3: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy