YouVersion Logo
Search Icon

Waiz 3

3
Wextê her tiştî heye
1Wextê her tiştî heye,
Di bin ezmanan de, dema her kirinê heye.
2Dema bûyînê heye û dema mirinê heye.
Dema çandinê û dema rakirina yê çandî heye.
3Dema kuştinê û dema saxkirinê heye,
Dema xerakirinê û dema avakirinê heye.
4Dema girînê û dema kenînê heye,
Dema şînê û dema şahiyê heye.
5Dema avêtina keviran û dema civandina keviran heye,
Dema hembêzkirinê û dema hembêznekirinê heye.
6Dema lêgerînê û dema windakirinê heye,
Dema hilanînê û dema avêtinê heye.
7Dema çirandinê û dema dirûtinê heye,
Dema hişbûnê û dema peyivînê heye.
8Dema hezkirinê û dema nefretkirinê heye,
Dema şer û dema aştiyê heye.
9Ma çi kara xebatkar di ber keda ku daye de heye? 10Min zehmetiya ku Xwedê di ber kirina kar de da mirovan dît. 11Wî her tişt di dema wî de xweş çêkir. Wî herheyîtî kir dilê mirovan. Dîsa jî mirov, karê ku Xwedê dike ji serî heta binî fêm nake. 12Ez dizanim ku ji bo mirov, di hemû dema ku dijî de, ji şabûn û kêfkirinê çêtir tiştek tuneye. 13Xwarin û vexwarina her mirovî û ji tevahiya keda xwe qencî dîtin, diyariya Xwedê ye. 14Ez dizanim, her tişta ku Xwedê dike, wê her û her bimîne. Tu tişt nikare lê bê zêdekirin û ne jî tiştek dikare jê bê kêmkirin. Ji bo ku jê bitirsin Xwedê wisa çêkir. 15Ya ku heye ji berê ve ye û ya ku wê çêbibe ji berê ve çêbûye. Xwedê hesabê tiştên derbasbûyî dike.
16Min li ser rûyê erdê ev jî dît:
Di şûna heq de xerabî heye,
Di cihê rastiyê de xerabî heye.
17Min di dilê xwe de got:
“Xwedê wê dîwana yê rast û yê xerab jî bike,
Çimkî li ba wî ji bo her tiştî û her karî demek heye.”
18Min di dilê xwe de li ser mirovan got: “Xwedê wan diceribîne ku bibînin ew tenê heywan in.” 19Çimkî ya ku tê serê mirovan, tê serê heywanan jî. Tiştê ku tê serê wan yek e. Mirov çawa dimirin, heywan jî wisa dimirin. Hilma herduyan eynî ye. Mirov ne di ser heywanan re ye, çimkî her tişt pûç e. 20Hemû diçin derekê, hemû ji axê ne û hemû cardin vedigerin axê. 21Ma kî dizane ku piştî mirinê mirov dertên jor û heywan dadikevin jêr?
22Îcar min dît, ji şabûna mirov a bi karê xwe çêtir tiştek tuneye. Çimkî para mirov ev e. Ma wê kî wî bi şûn de bîne, da tiştên ku piştî wî çêbûne bibîne?

Currently Selected:

Waiz 3: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy