YouVersion Logo
Search Icon

Kolosî 4

4
1Mîrzano, ji xulamên xwe re bi edalet û wekhevîparêz bin; hûn dizanin ku li ezmên mîrzayekî we jî heye.#Efesî 6:9
Dua û Şîret
2Hergav xwe bidin duayê û bi şikirdariyê di duayê de hişyar bimînin. 3Bi vê yekê re ji bo me jî dua bikin, da ku Xwedê ji bo peyvê deriyekî li ber me veke, ku em sira Mesîh a ku ez di ber wê de di girtîgehê de me, bêjin. 4Û dua bikin, da ku wek ji min re pêwist e ku ez bêjim, ez vê sirê bi zelalî eşkere bikim.
5Li hember yên ku ji baweriyê der in, bi şehrezayî rêve herin û ji fersenda vê demê îstifade bikin.#Efesî 5:16 6Bila peyva we, wek ku bi xwê hatiye terbiyekirin, herdem bi keremdarî be, wisa ku hûn bizanin ka divê çawa hûn bersîva her kesî bidin.
Silav û Xatir
7Birayê hezkirî Tixîkos ê ku xizmetkarekî dilsoz û di yekîtiya Xudan de xizmethevalê min e, wê her tiştê min ji we re bêje. 8Ji bo ku hûn tiştên li ser me bizanin û ew hanê bide dilê we, ez wî dişînim ba we. 9Ez bi wî re, birayê hezkirî û dilsoz ê ku yek ji we ye, Onîsîmos jî dişînim. Ewê li ser hemû tiştên vir ji we re bêjin.#Filêmon 1:10
10Erîstarxosê ku bi min re girtî ye û xwarziyê Barnabas Marqos jî silavan li we dikin. We di derheqê Marqos de emir stand, eger ew bê ba we, wî qebûl bikin. 11Yêşûyê ku jê re Yûstos dibêjin jî silavan li we dike. Ji wan ên ku ji bo Padîşahiya Xwedê hevalkarên min in, evên ha bi tenê ji nav Cihûyan in û ew ji min re bûn han. 12Êpafrasê ku yek ji we ye û xulamê Mesîh Îsa ye, silavan li we dike. Ji bo ku hûn di her daxwaza Xwedê de bêkêmahî û tam bi piştrastî bisekinin, ew hergav bi xîretkêşî ji bo we dua dike. 13Ez ji bo wî şahidiyê dikim ku hem ji bo we û hem ji bo yên li Lawdikya û Hiyerapolîsê gelek kedê dide. 14Hekîmê hezkirî Lûqa û Dîmas silavan li we dikin.
15Li birayên ku li Lawdikyayê ne, li Nîmfayê û civîna li mala wê silavan bikin. 16Piştî ku ev name di nav we de hat xwendin, wisa bikin ku li civîna Lawdikyayê jî bê xwendin û nameya ku ji Lawdikyayê wê bidin we, hûn jî bixwînin.#Peyxam 1:11; 3:14 17Ji Arxîpos re bêjin: «Hay jê hebe da tu wê xizmeta ku te ji Xudan standiye, pêk bînî.»#Filêmon 1:2
18Ez Pawlos, vê silavê bi destê xwe dinivîsim. Bînin bîra xwe ku ez girêdayî me. Kerem li ser we be.

Currently Selected:

Kolosî 4: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy