YouVersion Logo
Search Icon

Kolosî 3

3
Jiyana Nû ya bi Mesîh
1Madem ku hûn bi Mesîh re hatine rakirin, li tiştên li jor bigerin. Li wê derê Mesîh li milê Xwedê yê rastê rûniştiye.#Zebûr 110:1 2Ne tiştên li ser rûyê erdê, lê tiştên li jor bifikirin. 3Çimkî hûn mirin û jiyana we bi Mesîh re li ba Xwedê hilanî ye. 4Çaxê Mesîh ê ku jiyana we ye xuya bibe, hûn jî, hûnê hingê bi wî re di rûmetê de xuya bibin.
5Loma xwestekên xwe yên dinyayî, fuhûşî, pîsîtî, şehwet, xwesteka xerab û çavbirçîtiya ku pûtperestî ye, bikujin. 6Ji ber van, xezeba Xwedê tê ser wan ên ku bi ya wî nakin. 7Demekê gava ku hûn di van tiştan de rêve diçûn, we jî dema xwe bi wan derbas dikir.
8Lê niha hûn van hemûyan, xezebê, hêrsbûnê, xerabiyê, buxtanê û devpîsîtiyê ji xwe bikin. 9Derewan li hev nekin, çimkî we mirovê kevin bi kirinên wî ve ji ser xwe avêtiye û#Efesî 4:22 10we mirovê nû yê ku ji bo zanîna temam li gor sûretê Afirandarê xwe tê nûkirin, li xwe kiriye.#Destpêk 1:26; Efesî 4:24 11Êdî Yewnanî û Cihû, sinetkirî û sinetnekirî, Îskît û hovên din, xulam û azad tune; lê belê Mesîh her tişt e û bi her kesî re ye.
12Îcar wek bijartiyên Xwedê yên pîroz û hezkirî, hûn dilovanî, qencî, nefsbiçûkî, nermî û bîhnfirehiyê li xwe bikin.#Efesî 4:2 13Li hember hev bîhnfireh bin, eger gazina yekî ji yê din hebe, çawa ku Xudan li we bihûrtiye, hûn jî wisa li hevdû bibihûrin.#Efesî 4:32 14Îcar li ser van hemûyan hezkirina ku girêdana bêkêmahîtiyê ye li xwe bikin. 15Bila aştiya Mesîh di dilê we de serwer be. Hûn wek endamên bedenekê ji bo vê aştiyê hatine gazîkirin û şikirdar bin. 16Bila peyva Mesîh bi hemû dewlemendiya xwe ve, di dilê we de cih bigire. Bi hemû şehrezayiyê hevdû hîn bikin, şîretan li hev bikin; bi gotina Zebûran, lavije û stranên ruhanî, di dilê xwe de bi şikirdarî ji Xwedê re bistrînin. 17Her tiştê ku hûn dikin, bi gotinê be an bi kirinê be, bi navê Xudan Îsa bikin û bi saya wî ji Bav Xwedê re şikir bikin.#Efesî 5:19-20
Têkiliyên Navmalê
18Jinno, bi awayê ku hêjayî Xudan e, bi ya mêrê xwe bikin#Efesî 5:22; Petrûs I, 3:1 19Mêrno, bila her kes ji jina xwe hez bike û bi wê re ne hişk be.#Efesî 5:25; Petrûs I, 3:7
20Zarokno, di her tiştî de serî li ber dê û bavê xwe deynin, çimkî ev li Xudan xweş tê.#Efesî 6:1 21Bavno, zarokên xwe neêşînin, da ku cesareta wan neşkê.#Efesî 6:4
22Xulamno, di her tiştî de serî li ber mîrzayên xwe yên li ser dinyayê deynin. Vê jî, ne ji bo ku hûn li ber çavê mirovan xweş bên dîtin, lê belê bi hemû dilê xwe û bi tirsa Xudan bikin.#Efesî 6:5-8
23Hûn her çi bikin, wek ku hûn ne ji mirovan re, lê ji Xudan re dikin, bi dil û can bikin. 24Hûn dizanin xelata ku mîras e, hûnê ji Xudan bistînin. Çimkî hûn ji Xudan Mesîh re xizmetê dikin. 25Lê yê ku neheqiyê dike, ewê wê neheqiya ku kiriye bistîne û xatirgirtin tune.#Dubarekirina Şerîetê 10:17; Efesî 6:9

Currently Selected:

Kolosî 3: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy