YouVersion Logo
Search Icon

Karên Şandiyan 28

28
Pawlos li Girava Maltayê
1Piştî ku em xilas bûn, em hîn bûn ku navê giravê Malta ye. 2Xelkê giravê camêriyeke nedîtî nîşanî me da. Ji ber serma û barana ku dibarî, agir kirin û em hemû qebûl kirin. 3Gava ku Pawlos gurzek hejik berhev kir û danî ser êgir, ji germê koremarek derket û bi destê wî ve zeliqî. 4Gava xelkê giravê dît ku marek bi destê wî ve daleqaye ji hev re gotin: «Bêguman, ev mirov mêrkuj e; bi ser ku ew ji deryayê xilas bû jî, Heq nehişt ku ew bijî.» 5Lê Pawlos mar veweşand nav êgir û tu ziyan nedît. 6Ew li benda Pawlos bûn ku biwerime, an ji nişkê ve bikeve û bimire. Lê piştî ku ew demeke dirêj li hêviyê man û dîtin ku tiştek pê nehat, wan fikra xwe guhert û gotin ku ew xwedayek e.
7Îcar nêzîkî wê derê zeviyên serokê giravê hebûn ku navê wî Popliyos bû. Wî em qebûl kirin mala xwe û sê rojan bi dostanî em kirin mêvan. 8Bavê Popliyos bi tayê û zikêşa bixwîn ketibû û nexweş di nav nivînan de bû. Pawlos çû ba wî, destên xwe danîn ser wî, dua kir û ew qenc kir. 9Piştî vê yekê nexweşên giravê yên din jî hatin û qenc bûn. 10Wan gelek qedir û qîmeta me girt û gava em bi nav deryayê ve rê ketin, hemû tiştên ku hewcedariya me bi wan hebû, xistin gemiyê.
Pawlos Tê Romayê
11Piştî sê mehan em bi gemiyeke ji Skenderyayê ya ku zivistan li giravê derbas kiribû, bi deryayê ve bi rê ketin; nîşana xwedayên Cêwî li ser gemiyê hebû. 12Em gihîştin Sîrekûsê û em sê rojan li wir man. 13Ji wir em rabûn û çûn Rêgiyomê. Piştî rojekê bayê başûr rabû û roja diduyan em hatin Potiyolê. 14Li wir me xwişk û bira dîtin û ji me hêvî kirin ku em heft rojan li ba wan bimînin. Û bi vî awayî em hatin Romayê. 15Çaxê birayên ji wir li ser hatina me bihîstin, heta bi Çarşiya Epiyû û Sê Mêvanxaneyê hatin pêşiya me. Gava Pawlos ew dîtin, şikir ji Xwedê re kir û cesaret stand.
16Çaxê em ketin Romayê, destûr ji Pawlos re hat dayîn ku bi leşkerê ku nobedariya wî dike re tenê rûne.
17Îcar piştî sê rojan, Pawlos gazî giregirên Cihûyan kir ku bicivin. Gava ku ew kom bûn, wî ji wan re got: «Birano, bi ser ku min tiştekî li hember gelê me an adetên bav û kalên me nekiriye jî, ez li Orşelîmê hatim girtin û ez dam destê Romayiyan. 18Çaxê wan ez kişandim pirsyariyê, wan xwest ku min berdin, çimkî ji bo kuştina min sedemek tunebû. 19Lê gava ku Cihû li hember vê yekê derketin, bi ser ku giliyekî min li hember miletê min tunebû jî, ez mecbûr bûm ku doza xwe bibim ber Qeyser.#Karên Şandiyan 25:11 20Ji ber vê yekê min xwest ku ez we bibînim û bi we re bipeyivim. Çimkî ez di ber hêviya Îsraêl de bi vê zincîrê girêdayî me.» 21Wan lê vegerand û gotin: «Me li ser te tu name ji Cihûstanê nestandine, ne jî yek ji birayên ku hatiye vir xeber daye me, an tiştekî nebaş li ser te gotiye. 22Lê em dixwazin ji te bibihîzin ka tu çi difikirî. Çimkî em dizanin ku li her derê li hember vê mezhebê dipeyivin.»
Pawlos li Romayê Hîn Dike
23Îcar rojek ji bo wî kifş kirin û gelek hatin ba wî, wî cihê ku lê dima. Ew ji serê sibê heta êvarê ji wan re şîrove kir, li ser Padîşahiya Xwedê şahidî kir û xebitî ku hem bi Şerîeta Mûsa û hem jî bi Nivîsarên Pêxemberan baweriya wan bi Îsa bîne. 24Hinekan bawerî bi tiştên ku hatibûn gotin, anîn û hinekan jî neanîn. 25Çaxê di nav xwe de li hev nehatin, beriya ku herin Pawlos ev peyv got: «Ruhê Pîroz bi devê Îşaya pêxember ji bav û kalên we re weha rast gotiye:
26‹Here ba vî gelî û bêje:
Hûn çiqas bibihîzin jî,
Hûn tu caran fêm nakin.
Hûn çiqas bibînin jî,
Hûn tu caran tênagihîjin.
27Çimkî dilê vî gelî hişk bûye
Guhên wan giran bûne
Û wan çavên xwe girtine.
Nebe ku ew bi çavên xwe bibînin
Û bi guhên xwe bibihîzin
Û bi dilê xwe fêm bikin
Û vegerin ku ez wan qenc bikim.›#Ji: Îşaya 6:9-10
28-29De îcar bizanin ku ev xilaskirina Xwedê ji miletan re hatiye şandin û ewê guhdarî bikin.»
30Pawlos du sal sax li mala xwe ya ku kirê kiribû ma û her kesê ku dihat ba wî qebûl dikir. 31Wî Padîşahiya Xwedê da bihîstin û bi serbestî, bêyî ku kesek jê re bibe asteng hemû tiştên li ser Xudan Îsa Mesîh hîn dikirin.

Currently Selected:

Karên Şandiyan 28: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy