YouVersion Logo
Search Icon

Karên Şandiyan 27

27
Pawlos bi Gemiyê Dibin Romayê
1Gava biryar hat dayîn ku em bi gemiyê herin Îtalyayê, wan Pawlos û hin girtiyên din spartin sersedekî ji tabûra Qeyser, ku navê wî Yûlyos bû. 2Em li gemiyeke Edremîtê ya ku diçû keviyên herêma Asyayê siwar bûn û bi nav deryayê ve çûn. Ji Selanîkê Erîstarxosê Mekedonî bi me re bû. 3Dotira rojê em li Saydayê peya bûn. Yûlyos qencî bi Pawlos kir û destûr dayê ku here ba dostên xwe, da ku lê binêrin. 4Em ji wir bi deryayê ve çûn û ji ber ku ba ji hember me ve dihat, em di aliyê Qibrisê yê bê ba re derbas bûn. 5Piştî ku em di deryaya pêşberî Kîlîkya û Pamfîlyayê re derbas bûn, em gihîştin Mîra bajarê Lîkyayê. 6Li wir sersed gemiyeke ji Skenderyayê ya ku diçû Îtalyayê dît û em li wê siwar kirin. 7Gelek rojan em hêdî hêdî çûn û bi zehmet em gihîştin pêşberî Kinîdosê. Ji ber ku bayê rê neda me, em di aliyê Girîtê yê di bin bayê re, di pêşberî Salmonê re derbas bûn. 8Bi zehmet em di vê keviyê de derbas bûn û gihîştin dereke ku jê re dibêjin Lengergeha Bedew, ku nêzîkî bajarê Laseyayê bû.
9Gelek dem hatibû windakirin, ji xwe Roja Rojiyê bihûrî bû û ji ber ku êdî rêwîtiya deryayê talûke bû, Pawlos şîret li wan kir û#27:9 Roja Rojiyê: Rojiya Roja Goriya Berdêlê. Ev cejneke Cihûyan bû û di dawiya meha nehan an jî di destpêka meha dehan (ên niha) dihat pîrozkirin; binêre Lêwî 16:29. 10got: «Gelî hevalan, ez dibînim ku rêwîtî ne tenê ji bo bar û gemiyê, lê ji bo me bi xwe jî, wê gelek bi ziyan û zehmet be.» 11Lê sersed ji gotinên Pawlos zêdetir ji serekê gemîvanan û ji xwediyê gemiyê bawer dikir. 12Ji ber ku lengergeh ji bo bihûrandina zivistanê xweşkeys nebû, pirraniya wan biryar da ku ji wir bi deryayê ve herin û eger çêbe bigihîjin Fînîksê û zivistanê li wir derbas bikin. Fînîks lengergeha Girîtê bû, li başûr û li bakûrê rojava dinêrî.
Firtona Deryayê
13Çaxê ku bayekî nerm ê başûr hat, wan guman kir ku ew gihîştin mebesta xwe, lenger kişandin û bi keviya Girîtê ve çûn. 14Piştî kêlîkekê, ji aliyê Girîtê ve firtoneke xurt a bakûrê-rojhilat rabû ku jê re digotin ‹Êvrîkilon›. 15Firtonê li gemiyê xist, êdî wê nikaribû li hember şeqilan here, me dev jê berda û em hatin xişandin. 16Em di giraveke biçûk a ku navê wê Kawda bû re derbas bûn, di bin aliyê wê yê bê ba re, bi zorê me destê xwe gihand qeyikê. 17Piştî ku qeyik kişandin jor, gemî ji binî ve bi kendîran asê kirin. Ji tirsa ku wê di Kendava Sirtê de li girên seylakê yên di bin avê de bikevin, taximên gemiyê anîn xwar û bi vî awayî xişxişîn û çûn. 18Firtonê gelek zor li me kir, dotira rojê dest pê kirin barê gemiyê avêtin deryayê. 19Roja sisiyan bi destên xwe hacetên gemiyê avêtin. 20Gelek rojan ne tav û ne jî stêr xuya bûn û firtone ranewesta, êdî hemû hêviya me ya xilasbûnê winda bû.
21Îcar çaxê ku demeke dirêj wan xwarin nexwar, Pawlos di nav wan de rawesta û got: «Hevalno, diviya ku we bi ya min bikira, hûn ji Girîtê derneketana û we ev ziyan û zehmet nedîtana. 22Û niha ez hêvî ji we dikim, bi zirav bin; çimkî kesekî ji we jiyana xwe winda nake, bi tenê gemî wê here. 23Çimkî şeva din milyaketekî wî Xwedayê ku ez yê wî me û xizmetê ji wî re dikim, li ba min rawesta, 24û got: ‹Netirse Pawlos; divê tu li ber Qeyser rawestî û hemû yên ku bi te re di gemiyê de ne, va ye, Xwedê ew dan xatirê te.› 25Loma bi zirav bin, hevalno. Çimkî ez ji Xwedê bawer dikim, wek ku wî ji min re gotiye, wê çêbe. 26Lê divê em bikevin giravekê.»
Reşahî Tê Dîtin
27Çaxê ku bû şeva çardehan, em hê di deryaya Adriyatîkê de dixişxişîn. Li dor nîvê şevê gemîvanan guman kir ku nêzîkî bejê bûne. 28Hingê kûrpîv avêtin û dîtin ku bi qasî bîst baskî ye. Hinekî din pêşve çûn, dîsa pîvan û dîtin ku panzdeh bask e.#27:28 Bîst baskî nêzîkî 40 metre ye. 29Ew ditirsiyan ku em li dereke kevirîn bikevin; ji paş gemiyê ve çar lenger avêtin û ji bo ku roj derkeve dua kirin. 30Lê çaxê gemîvan dixebitîn ku ji gemiyê birevin û wek ku ji pêş ve wê lenger bavêtana, qeyik berdan deryayê, 31Pawlos ji sersed û leşkeran re got: «Eger ev mirov di gemiyê de nemînin, hûn nikarin xilas bibin.» 32Hingê leşkeran şerîtên qeyikê birrîn û ew xistin.
33Serê sibê, Pawlos ji hemûyan hêvî kir ku xwarinê bixwin û got: «Îro çardeh roj e ku hûn radiwestin, we tiştek nexwariye û hûn birçî ne. 34Loma ez ji we hêvî dikim ku hûn xwarinê bixwin; çimkî ev ji bo rizgariya we ye. Ji ber ku mûyek ji serê yekî ji we winda nabe.» 35Piştî ku wî ev got, nan hilda, li ber hemûyan ji Xwedê re şikir kir, şikand û dest pê kir xwar. 36Hingê hemû jî bi zirav bûn û nan xwarin. 37– Di gemiyê de em hemû bi hev re du sed û heftê û şeş nefs bûn. – 38Piştî ku têr nan xwarin, genim rijandin deryayê û gemî sivik kirin.
39Çaxê bû roj bej nas nekirin, lê tengaveke ku seylaka wê hebû dîtin û dixwestin, eger çêbe, gemiyê biajon wê derê. 40Hingê kendîrên lengeran birrîn, di deryayê de hiştin. Lingên kotelan sist kirin, babezka pêşiyê li bayê vekirin û berê xwe dan seylakê. 41Lê gemî di nav du herikînên dijber de ma û li wir rawesta; serê gemiyê di erdê de çikilî û hew lebitî. Lê ji ber hêza şeqilan paşiya wê dest pê kir ji hev vebû. 42Hingê leşkeran xist dilê xwe ku girtiyan bikujin, da ku kesekî sobayiyê neke û nereve. 43Lê sersed xwest ku Pawlos xilas bike, nehişt ku vê niyeta xwe bînin cih. Wî emir kir, pêşî yên ku dizanin sobayiyê bikin, xwe ji gemiyê bavêjin û derkevin bejê 44û yên mayî jî, hinek li ser depan û hinek jî li ser perçên gemiyê derkevin bejê. Bi vî awayî hemû xilas bûn û derketin bejê.

Currently Selected:

Karên Şandiyan 27: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy