Karên Şandiyan 25
25
Pawlos li ber Fêstos
1Sê roj piştî ku Fêstos gihîşt herêmê, ji Qeyseriyê hilkişiya Orşelîmê. 2Li wir serekên kahînan û giregirên Cihûyan li ber wî giliyê Pawlos kirin û 3jê xwestin ku qenciyê bi wan bike û wî bîne Orşelîmê. Armanca wan ew bû ku kemînê deynin û di rê de wî bikujin. 4Lê Fêstos bersîv da, ku Pawlos li Qeyseriyê di girtîgehê de ye û di nêzîk de ew bi xwe jî wê here wê derê. 5Û got: «Îcar bila serekên we bi min re dakevin û eger wî zilamî tiştekî nerast kiribe, bila wî sûcdar bikin.»
6Ew di nav wan de ji neh-deh rojan zêdetir nema û daket Qeyseriyê. Dotira rojê ew li ser kursiyê dîwanê rûnişt û emir kir ku Pawlos bînin. 7Çaxê ew hat, Cihûyên ku ji Orşelîmê hatibûn, hawirdor lê girtin, gelek sûcdarkirinên giran ên ku nikaribûn îspat bikin, li hember wî kirin. 8Pawlos parastina xwe kir û got: «Min ne li hember Şerîeta Cihûyan, ne li hember Perestgehê û ne jî li hember Qeyser qet sûc nekiriye.» 9Lê Fêstos, ji bo ku dilê Cihûyan xweş bike, ji Pawlos pirsî û got: «Ma tu dixwazî derkevî Orşelîmê û li wir ji bo van tiştan li ber min dîwana te bê kirin?» 10Pawlos jî got: «Ez li ber dîwana Qeyser radiwestim, divê li wir dîwana min bê kirin. Min tu neheqî li Cihûyan nekiriye, wek ku tu bi xwe jî qenc dizanî. 11Niha eger min neheqî an tiştekî ku heqê wî mirin e, kiribe, ez ji mirinê narevim. Lê eger sûcdarkirinên vanên ha ne rast in, tu kes nikare min bide destê wan. Ez doza xwe dibim ber Qeyser.» 12Hingê Fêstos, piştî ku bi şêwirmendên xwe re peyivî, bersîv da û got: «Te doza xwe bir ber Qeyser, tê herî ba Qeyser.»
Fêstos bi Egrîpa Padîşah Dişêwire
13Piştî ku çend roj derbas bûn Egrîpa padîşah û Bernikê hatin Qeyseriyê ku herin serdana Fêstos. 14Gava ku wan çend roj li wir derbas kirin, Fêstos doza Pawlos ji padîşah re anî zimên û got: «Li vir zilamekî ku Felîks ew girtî hiştiye heye. 15Çaxê ku ez li Orşelîmê bûm, serekên kahînan û rihspiyên Cihûyan giliyê wî li ber min kirin û xwestin ku ez dîwana wî bikim. 16Min ji wan re got ku ne adeta Romayiyan e ku yekî bidin dest, heta bi yên ku wî sûcdar dikin re neyê rûbirûkirin û li hember sûcdarkirinên wan fersenda parastinê ji wî re neyê dayîn. 17Îcar gava ku ew hatin vir, min bi derengî nexist, dotira rojê ez li ser kursiyê dîwanê rûniştim û min emir kir ku wî zilamî bînin. 18Çaxê yên ku giliyê wî dikirin rabûn, wan ew bi tu neheqiya ku min guman dikir, sûcdar nekirin. 19Lê li hember wî hin meselên wan hebûn, li ser dînê wan û li ser yekî mirî ku navê wî Îsa ye, lê Pawlos dibêje ku ew sax e. 20Ez jî li ser mesela van tiştan dudilî bûm û min ji Pawlos pirsî, ka ew dixwaze here Orşelîmê û li wir ji bo van tiştan dîwana wî bê kirin. 21Lê çaxê Pawlos xwest, heta ku Împerator biryarê bide, di bin çavan de bimîne, min emir kir ku ew girtî bimîne heta ku ez wî bişînim ber Qeyser.» 22Egrîpa jî ji Fêstos re got: «Min bi xwe jî dixwest ku ez guhdariya vî mirovî bikim.» Fêstos got: «Tê sibê wî bibihîzî.»
Pawlos Derdixin pêş Egrîpa
23Îcar dotira rojê Egrîpa û Bernikê bi xemlûxêleke mezin, bi serhezar û giregirên bajêr ve ketin dîwanxanê. Li ser emrê Fêstos Pawlos anîn hundir. 24Fêstos got: «Egrîpa padîşah û hemû yên li vir bi me re amade ne, hûn vî mirovî dibînin. Tevahiya Cihûyan, hem li Orşelîmê û hem jî li vir, bi qîrîn li ber min gilî kirin û gotin ku divê ev êdî nejî. 25Lê min dît ku wî tiştekî ku heqê wî mirin be, nekiriye. Çaxê wî xwest ku doza wî here ber Qeyser, min biryar da ku ez wî bişînim. 26Îcar tiştekî ku ez li ser wî ji efendiyê me re binivîsim tune. Ji ber vê yekê min ew anî pêş we, bi taybetî jî pêş te, ya Egrîpa padîşah. Da ku, piştî ew bê kişandin pirsyariyê, tiştekî ku ez binivîsim hebe. 27Çimkî ji min re bêmane tê, ku ez girtiyekî bişînim û tiştên ku pê tê sûcdarkirin nenivîsim.»
Currently Selected:
Karên Şandiyan 25: KURNT
Highlight
Copy
Compare
Share
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.