Ew di nav wan de ji neh-deh rojan zêdetir nema û daket Qeyseriyê. Dotira rojê ew li ser kursiyê dîwanê rûnişt û emir kir ku Pawlos bînin. Çaxê ew hat, Cihûyên ku ji Orşelîmê hatibûn, hawirdor lê girtin, gelek sûcdarkirinên giran ên ku nikaribûn îspat bikin, li hember wî kirin.