Karên Şandiyan 21
21
Pawlos Vedigere Orşelîmê
1Îcar gava em ji wan veqetiyan û bi gemiyê ketin rê, sererast em hatin Kosê. Dotira rojê em gihîştin Rodosê û ji wir jî em hatin Patarayê. 2Me gemiyeke ku diçû Fînîkyayê dît, em li wê siwar bûn û bi rê ketin. 3Gava ku Qibris xuya bû, me ew li milê çepê hişt, em bi aliyê Sûriyê ve çûn û li bajarê Sûrê rawestan, çimkî diviya barê gemiyê li wir bihata valakirin. 4Me şagirt dîtin û em heft rojan li wê derê man. Wan bi Ruh ji Pawlos re digot ku ew neçe Orşelîmê. 5Îcar çaxê me rojên xwe li wir temam kirin, em rabûn û bi rê ketin. Hemû bi jin û zarokên xwe ve heta derveyî bajêr em bi rê kirin. Li wir, li ber lêva deryayê em çûn ser çokan, me dua kir û 6me xatir ji hevdû xwest. Piştre em ketin gemiyê û ew jî vegeriyan malên xwe.
7Çaxê me rêwîtiya xwe ya Sûrê temam kir, em gihîştin Pitolêmayê, me silav li xwişk û birayan kir û em rojekê bi wan re man. 8Dotira rojê em ji wir derketin û hatin Qeyseriyê. Em çûn mala Filîposê mizgînvanê ku yek ji heftan bû û em li ba wî man.#Karên Şandiyan 6:1-6; 8:5 9Çar keçên wî yên mêrnekirî yên ku pêxemberîtî dikirin hebûn. 10Çaxê em li wir gelek rojan man, pêxemberekî ku navê wî Hagabos bû ji Cihûstanê daket û hat.#Karên Şandiyan 11:28 11Ew hat ba me, piştênka Pawlos hilda, bi wê dest û lingên xwe girê dan û got: «Ruhê Pîroz weha dibêje: ‹Li Orşelîmê Cihû wê xwediyê vê piştênkê weha girê bidin û wî bidin destê miletan.›» 12Gava me ev bihîst, em û xelkê li wê derê me ji Pawlos hêvî kir ku neçe Orşelîmê. 13Hingê Pawlos bersîv da û got: «Ev çi ye hûn dikin; hûn digirîn û dilê min dişikênin? Ez ne tenê ji girêdanê re, lê ez di ber navê Xudan Îsa de li Orşelîmê ji mirinê re jî amade me.» 14Çaxê ku wî qîma xwe neanî, em bêdeng man û me got: «Bila daxwaza Xudan be.»
15Piştî wan rojan me xwe amade kir û em hilkişiyan Orşelîmê. 16Hin şagirtên ji Qeyseriyê jî bi me re hatin û em anîn mala Minasonê Qibrisî. Ew şagirtekî kevin bû û emê li mala wî bibûna mêvan.
Pawlos li Orşelîmê Diçe Serdana Aqûb
17Gava em gihîştin Orşelîmê, birayan bi şahî em qebûl kirin. 18Dotira rojê Pawlos bi me re hat ba Aqûb. Hemû rihspî jî amade bûn. 19Piştî ku Pawlos silav li wan kir, wî ew tiştên ku Xwedê bi xizmeta wî di nav miletan de kiribûn, yek bi yek gotin. 20Gava ku wan ev bihîst, pesnê Xwedê dan û ji Pawlos re gotin: «Birawo, tu dibînî ku di nav Cihûyan de çend hezar mirov hene ku bawerî anîne û hemû jî ji bo Şerîetê xîretkêş in. 21Wan li ser te bihîstiye ku tu hemû Cihûyên di nav miletan de hîn dikî ku dev ji Mûsa berdin û dibêjî ku bila ew kurên xwe sinet nekin û li pey adetan neçin. 22Îcar em çi bikin? Bêguman wê bibihîzin ku tu hatiyî. 23Loma ya ku em ji te re dibêjin, bike. Çar zilamên me yên ku nedreke wan heye, hene.#Hejmartin 6:13-21 24Wan bi xwe re bibe û bi wan re xwe li gor adetan paqij bike û xercê wan bide, da ku ew bikarin porê xwe kur bikin. Hingê hemû wê bizanin tiştên ku li ser te hatine gotin ne rast in û tu bi xwe jî li pey Şerîetê diçî. 25Îcar heçî yên ji nav miletên din ku bawerî anîne, me biryar daye û ji wan re nivîsiye ku divê ew xwe ji xwarina ku ji pûtan re tê gorîkirin, ji xwînê, ji heywanên mirar û ji fuhûşiyê dûr bixin.»#Karên Şandiyan 15:29 26Hingê Pawlos ew zilam hildan, dotira rojê li gor adetan xwe paqij kir, bi wan re ket Perestgehê û diyar kir ku rojên paqijbûnê yên ku wê gorî ji bo her yekî ji wan bê dayîn, wê kengê temam bibin.
Pawlos di Perestgehê de Tê Girtin
27Çaxê ev heft roj li ber temambûnê bûn, Cihûyên ku ji herêma Asyayê bûn ew di Perestgehê de dîtin, tevahiya elaletê têkdan. Wan ew girt, 28qîriyan û gotin: «Ey Îsraêlîno, werin alîkariyê! Ew mirovê ku li her derê li hember gelê me, li hember Şerîetê û li hember vî cihî hînî her kesî dike, ev e. Bi ser de jî wî hin kesên ku ne Cihû ne anîne Perestgehê û ev cihê pîroz herimandiye.» 29Çimkî wan, berî hingê di nav bajêr de Trofîmosê Efesî bi wî re dîtibûn û wan digot qey Pawlos ew aniye Perestgehê. 30Hingê tevahiya bajêr rabû ser lingan û elalet bi lez kom bû. Pawlos girtin û kaş kirin derveyî Perestgehê. Dergehên Perestgehê di cih de hatin girtin. 31Hê ew dixebitîn ku wî bikujin, gotina ku tevahiya Orşelîmê tevlihev bûye gihîşt serhezarê tabûra leşkeran. 32Wî jî zûka leşker û sersed hildan û bi ser wan de hat. Gava wan serhezar û leşker dîtin, dev ji lêxistina Pawlos berdan. 33Hingê serhezar hat, ew girt û emir kir ku bi du zincîran bê girêdan. Wî pirsyar kir ku ew kî ye û wî çi kiriye. 34Ji ber ku ji elaletê her yekî tiştek digot û dikirin qîrîn, wî ji ber hengameyê ya rast fêm nekir û emir kir ku wî bînin leşkergehê. 35Gava Pawlos gihîşt ber derenceyan, ji ber zorkirina elaletê, leşker mecbûr man ku wî hilgirin. 36Çimkî elaleta ku li pey dihat diqîriya û digot: «Wî bikujin!»
Pawlos Xwe Diparêze
37Gava dikirin ku Pawlos bibin leşkergehê, wî ji serhezar re got: «Ma ez dikarim ji te re tiştekî bêjim?» Wî jî lê vegerand û got: «Ma tu bi Yewnanî dizanî? 38Hingê lazim e, tu ne yê Misrî bî, ku berî demekê serhildanek çêkir û çar hezar mêrkuj derxistin çolê?» 39Pawlos lê vegerand: «Ez mirovekî Cihû me, ji Tarsûsa Kîlîkyayê me, ez hemwelatiyê bajarekî girîng im. Ez ji te hêvî dikim, destûrê bide ku ez ji gel re bipeyivim. 40Çaxê wî destûr dayê, Pawlos li ser derenceyan rawesta û destê xwe hilda, da ku xelk bêdeng bibe. Gava ku bêpêjiniyeke mezin çêbû, ew bi zimanê Îbranî peyivî û got:
Currently Selected:
Karên Şandiyan 21: KURNT
Highlight
Copy
Compare
Share
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.