YouVersion Logo
Search Icon

Karên Şandiyan 20

20
Pawlos Diçe Mekedonya û Yewnanistanê
1Piştî ku hengame rawesta, Pawlos şand pey şagirtan, cesaret da wan, xatir ji wan xwest û berê xwe da riya Mekedonyayê. 2Çaxê di van herêman re derbas bû bi gelek peyvan cesaret da bawermendan û hat Yewnanistanê. 3Ew sê mehan li wê derê ma. Gava wî karê xwe kir ku here Sûriyê, Cihûyan li hember wî gêrûfenek çêkir. Loma wî biryar da ku di riya Mekedonyayê re vegere. 4Ji Beroyayê Sopatrosê kurê Pîros, ji Selanîkiyan Erîstarxos û Sêkûndos, Gayosê Derbeyî û Tîmotêyos û ji herêma Asyayê Tixîkos û Trofîmos bi wî re rêwîtî kirin. 5Ev berî me çûbûn û li Troyayê li benda me bûn. 6Em jî piştî rojên Cejna Nanê Şkeva bi gemiyê ji Filîpyayê bi rê ketin û di pênc rojan de li Troyayê gihîştin ba wan. Em li wir heft rojan man.
Saxbûna Eytûxos
7Di roja pêşî ya heftiyê de, çaxê em civiyan ku nên bişikênin, Pawlos bi wan re dipeyivî û ji ber ku wî dixwest dotira rojê biçûya, peyivîna xwe heta nîvê şevê dirêj kir. 8Li oda jorîn a ku em lê civiyabûn, gelek qendîl hebûn. 9Xortekî ku navê wî Eytûxos bû di pencerê de rûdinişt, ket xeweke giran. Pawlos peyivîna xwe gelek dirêj kir, Eytûxos bi xewê ve çû, ji qata sisiyan ket xwarê û miriyî hat hildan. 10Lê Pawlos çû jêr, bi ser wî de xwar bû, ew himbêz kir û got: «Nekin qîrîn, ruh hatê.» 11Piştre Pawlos derket jorê, nan şikand û xwar, heta ku roj derket bi wan re dûr û dirêj peyivî û rabû çû. 12Û xort saxbûyî anîn hundir û gelek dilşa bûn.
Rêwîtiya Mîletosê
13Em li gemiyê siwar bûn û ber bi Asosê ve çûn. Niyeta me ew bû ku em ji wir Pawlos bistînin gemiyê. Çimkî wî biryar dabû ku peya here. 14Ew li Asosê hat pêşiya me, me ew hilda gemiyê û em gihîştin Mitîlînê. 15Em ji wê derê bi gemiyê çûn û dotira rojê em gihîştin pêşberî Xiyosê. Roja din em di Samosê re derbas bûn û dotira rojê gihîştin Mîletosê.#20:15 «Xiyos», yanî «Sakiz», bi Kurdî «Girava Benişt»; «Samos», yanî «Sîsam». 16Çimkî Pawlos biryar dabû ku bi gemiyê bêrawestin di ber Efesê re derbas bibe, da ku dema xwe li herêma Asyayê nebihûrîne. Wî dilezand, ku eger çêbe, di Roja Pentîkostê de li Orşelîmê be.
Pawlos bi Rihspiyên Efesê re Dipeyive
17Pawlos ji Mîletosê xeber şand Efesê û rihspiyên civînê gazî ba xwe kirin. 18Çaxê ew hatin ba wî, wî ji wan re got: «Hûn bi xwe dizanin, ji roja pêşî ve gava ku min lingê xwe avêtiye herêma Asyayê heta niha, ez çawa di nav we de rabûm û rûniştim. 19Min bi hemû dilnizmî û bi hêstirên çavan di nav wan ceribandinên ku ji gêrûfenên Cihûyan hatin serê min, ji Xudan re xizmet kir. 20Min xwe ji gotina tu tiştên ku ji bo we kêr tên neda paş, lê min hem bi eşkereyî hînî we kir û hem jî ez mal bi mal geriyam. 21Min hem ji Cihû û hem ji miletên din re şahidî kir ku li Xwedê vegerin û baweriyê bi Xudanê me Îsa bînin. 22Û va ye, niha ez bi daxwaza Ruh girêdayî diçim Orşelîmê û ez nizanim li wir wê çi bê serê min. 23Bi tenê ez dizanim ku Ruhê Pîroz li her bajarî ji min re şahidiyê dike ku zincîr û tengahî li benda min in. 24Lê belê ez tu qîmetê nadim xwe bi xwe; armanca min bi tenê ev e ku ez berpirsiyariya xwe û wê xizmeta ku min ji Xudan Îsa standiye bînim serî, ku ez şahidiya Mizgîniya kerema Xwedê bikim.
25«Va ye, ez dizanim, hûn hemû yên ku ez di nav we de geriyam û min Padîşahî da bihîstin, êdî hûn rûyê min nabînin. 26Ji ber vê yekê di roja îro de ez ji we re şahidiyê dikim ku ez ji xwîna her kesî bêrî me. 27Çimkî min xwe neda paş, min hemû daxwaza Xwedê ji we re got. 28Îcar hay ji xwe û ji hemû keriyê ku Ruhê Pîroz hûn di nav de kirine çavdêr, hebin. Şivantiya civîna bawermendan a Xwedê bikin a ku wî bi xwîna Kurê xwe bi dest xistiye. 29Ez dizanim piştî çûyîna min, gurên har ên ku ber kerî nakevin, wê bikevin nav we. 30Heta ji nav we bi xwe jî zilam wê derkevin û tiştên xwarûvîç bêjin, da ku şagirtan li pey xwe bibin. 31Ji ber vê yekê hişyar bimînin, ji bîr nekin ku sê salan bi şev û bi roj, bi hêstirên çavan min dev ji hişyarkirina her yekî ji we berneda. 32Û niha ez we dispêrim Xwedê û peyva kerema wî. Ew peyv dikare we ava bike û di nav hemûyên ku hatine pîrozkirin de mîrasê bide we. 33Min çav neda zîv an zêr an cilên tu kesî. 34Hûn bi xwe dizanin ku ev destên ha hem ji bo hewcedariya min û hem jî ji bo hewcedariyên wan ên ku bi min re ne xebitîn. 35Min di her tiştî de nîşanî we da, ku divê em bi vî awayî gelek bixebitin û alîkariya lewazan bikin û peyvên Xudan Îsa bînin bîra xwe; wî bi xwe digot: ‹Bextewariya dayînê ji ya standinê mezintir e.›»
36Piştî ku ev tişt gotin, ew bi hemûyan re çû ser çokan û dua kir. 37Hemû gelek giriyan, xwe avêtin stûyê Pawlos û ew ramûsan. 38Hê bêtir ji ber wê peyva ku wî gotibû: «Êdî hûn rûyê min nabînin» keder girtin. Piştre ew birin heta ba gemiyê û bi rê kirin.

Currently Selected:

Karên Şandiyan 20: KURNT

Highlight

Copy

Compare

Share

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in