1
Karên Şandiyan 17:27
Kurmanji Încîl
KURNT
Wî ev yek kir ku ew li wî bigerin û eger îmkan hebe bi destpelînkê wî bibînin, lê ew ji tu kesî ji me ne dûr e.
Compare
Explore Karên Şandiyan 17:27
2
Karên Şandiyan 17:26
Ji bavekî, wî hemû miletên dinyayê afirandin û zemanên wan û sînorên dera ku ew lê dijîn, kifş kir ku ew li ser hemû rûyê erdê rûnin.
Explore Karên Şandiyan 17:26
3
Karên Şandiyan 17:24
Xwedayê ku dinya û hemû tiştên ku tê de ne çêkiriye, ewê ku Xudanê erd û ezmên e, di perestgehên ku bi destê mirov hatine çêkirin de rûnane.
Explore Karên Şandiyan 17:24
4
Karên Şandiyan 17:31
Çimkî wî rojek kifş kiriye û ewê di wê rojê de bi destê zilamê ku wî destnîşan kiriye bi dadperwerî dîwana dinyayê bike. Bi rakirina wî ya ji nav miriyan wî ewlehî da hemûyan, ku ji bo vî karî ew mirov hatiye destnîşankirin.»
Explore Karên Şandiyan 17:31
5
Karên Şandiyan 17:29
«Îcar ji ber ku em ji dûndana Xwedê ne, divê em nefikirin ku Xwedê wek zêr, zîv, an wek kevirê ku bi hiş û hunerê mirov hatiye çêkirin e.
Explore Karên Şandiyan 17:29