Marqos 16
16
Îsa ji mirinê rʼadibe
(Metta 28:1-8; Lûqa 24:1-12; Yûhʼenna 20:1-10)
1Pey rʼoja şemîyêrʼa Meryema Mejdelanî, Meryema dîya Aqûb û Seloma çûn biharet kʼirʼîn, wekî herʼin li cinyazê Îsa din. 2Rʼoja hʼeftîyêye pêşin serê sibehê zû, wextê rʼo derkʼet, ew çûne ser tʼirbê. 3Wana rʼêva hevrʼa digot: «Kʼî wê bona me kevir ji ber derê tʼirbê hol ke?» 4Çimkî kevir gelekî mezin bû. Û gava ku li jorê nihêrʼîn, dîna xwe danê, ku kevir ji ber hol kirî ye. 5Û çaxê çûne hindurʼê tʼirbê, dîna xwe danê, xortekî çuxê sipî wergirtî wê li alîyê rʼastê rʼûniştî ye. Kʼulfet gelek zendegirtî man. 6Lê ewî wanrʼa got: «Zendegirtî nemînin! Hûn li wî Îsayê Nisretê digerʼin, Yê ku hate xaçkirinê. Ew ji mirinê rʼabûye! Ew ne li vir e. Va ye ew cîyê ku Ew lê danîbû. 7De niha herʼin bêjine şagirtêd Wî û Petrûs, ku Ewê berî we herʼe Celîlê. Li wir hûnê Wî bibînin, çawa ku Ewî werʼa gotîye». 8Ew kʼulfet ji tʼirbê derkʼetin rʼevîn, çimkî rʼisasê ew girtibûn û dilerizîn. Kesîrʼa jî tiştek negotin, çimkî sawê li wan girtibû.
Îsa Xwe nîşanî Meryema Mejdelanî dike
(Metta 28:9-10; Yûhʼenna 20:11-18)
9Gava Îsa rʼoja hʼeftîyêye pêşin sibehê zû ji mirinê rʼabû, Wî pêşîyê Xwe nîşanî Meryema Mejdelanî kir, ya ku hʼeft cin jê derxistibû#16:9 Nav hinek destnivîsar û welgerʼandinêd kevinda ji rʼêza 9-a hʼeta ya 20-î tʼuneye. . 10Ewê jî çû ew yek gîhande ewêd ku tʼevî Îsa gerʼîyabûn, ku şîn dikirin û digirîyan. 11Lê gava wana bihîst ku Îsa sax e û Xwe nîşanî Meryemê kirîye, bawer nekirin.
Îsa Xwe nîşanî du şagirtêd Xwe dike
(Lûqa 24:13-35)
12Pey van yekarʼa Ewî Xwe dilqekî dinda nîşanî ji wan duda kir, yêd ku diçûne kʼewşên. 13Ewana jî çûn ew xeber gîhandine yêd mayîn. Lê gotina wan jî bawer nekirin.
Îsa Xwe nîşanî yanzdeh şagirta dike
(Metta 28:16-20; Lûqa 24:36-49; Yûhʼenna 20:19-23; Kʼarêd Şandîya 1:6-8)
14Pey vê yekêrʼa Îsa Xwe nîşanî yanzdeha kir, gava ew li ser sifrê rʼûniştibûn. Ewî li wan hilat bona nebawerî û serhʼişkîya wan, çimkî wana yêd ku Ew ji mirinê rʼabûyî dîtibûn bawer nekirin. 15Û wanrʼa got: «Herʼine her çar alîyêd dinyayê û Mizgînîyê bidine her merivî. 16Ewê ku bawer bike û bê nixumandinê wê xilaz be, lê ewê ku bawer neke dîwana wî wê bibe. 17Ewê ku bawer dikin, ev nîşanê wanrʼa dîyar bin: Bi navê Min wê cina derxin, bi zimanêd nû wê xeber din, 18wê meʼra bi destê xwe bigirin û heger ew tiştekî jeʼr jî vexwin, tʼu zirarê li wan nebe. Ewê destêd xwe daynine ser nexweşa û nexweşê qenc bin».
Jorhilatina Îsa
(Lûqa 24:50-53; Kʼarêd Şandîya 1:9-11)
19Awa Xudan Îsa pey wê xeberdana tʼevî wanrʼa hilkʼişîya eʼzmên û li milê Xwedêyî rʼastê rʼûnişt. 20Şagirt jî çûn, li her cîyî dannasîn kirin. Xudan piştovanê wan bû û bi van nîşana xebera Xwe dida îzbatkirinê, kʼîjanêd ku bi destê wan dibûn.
Currently Selected:
Marqos 16: KmrNTL
Highlight
Copy
Compare
Share
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
© Институт перевода Библии, 2000, 2011