YouVersion Logo
Search Icon

Yûhenna 11

11
Mirina Lazar
1Îcar mirovek bi navê Lazar nexweş bû. Ew ji Beytanyayê, ji gundê Meryemê û xwişka wê Mertayê bû. 2Lazarê nexweş birayê Meryemê bû, ya ku rûnê bîhnxweş li Xudan dabû û bi porê xwe lingên wî paqij kiribûn. 3Herdu xwişkan ji Îsa re xeber şandin û gotin: «Ya Xudan, yê ku tu jê hez dikî nexweş e.» 4Lê dema ku Îsa ev yek bihîst, wî got: «Ev nexweşî ne ji bo mirinê ye, lê belê ew ji bo rûmeta Xwedê ye, da ku Kurê Xwedê pê bi rûmet bibe.»
5Îsa ji Mertayê, ji xwişka wê û ji Lazar hez dikir. 6Lê dema bihîst ku Lazar nexweş e, ew du rojên din jî li wî cihê ku lê bû ma. 7Paşê wî ji şagirtên xwe re got: «Em dîsa herin Cihûstanê.» 8Şagirtan jê re got: «Mamoste, hê niha bû Cihû li kevirkirina te digeriyan, ma tu dîsa diçî wê derê?» 9Îsa bersîva wan da: «Ma di rojekê de diwanzdeh saet tunin? Eger yek bi roj bigere, naterpile, çimkî ew ronahiya vê dinyayê dibîne. 10Lê eger yek di şevê de bigere, ew diterpile, çimkî bi wî re ronahî tune.» 11Piştî van peyvan wî ji wan re got: «Dostê me Lazar bi xew ve çûye, lê ez diçim wî hişyar bikim.» 12Şagirtan jê re got: «Ya Xudan, eger ew ketibe xewê, ewê qenc bibe.» 13Niha Îsa li ser mirina wî digot, lê wan guman kir ku ew li ser razana wî dibêje. 14Li ser vê yekê Îsa bi eşkereyî ji wan re got: «Lazar miriye. 15Û ji bo we ez dilşa me ku ez ne li wê derê bûm, da ku hûn bawer bikin. De niha rabin, em herin ba wî.» 16Hingê Tûmayê ku jê re Cêwî digotin, ji hevalên xwe yên şagirt re got: «Em jî herin, da ku em bi wî re bimirin.»
Vejîn û Jiyan
17Dema ku Îsa hat, wî dît ku beriya çar rojan Lazar kirine gorê. 18Beytanya nêzîkî Orşelîmê bû û li dora sê kîlometreyan jê dûr bû. 19Gelek Cihû hatibûn ba Merta û Meryemê, da ku ji ber mirina birayê wan di ber dilê wan de bên.
20Gava Mertayê bihîst ku Îsa tê, ew çû pêşiya wî. Lê Meryem li malê ma. 21Mertayê ji Îsa re got: «Ya Xudan, eger tu li vir bûyayî, birayê min nedimir. 22Niha jî ez dizanim tu çi ji Xwedê bixwazî, ewê bide te.» 23Îsa ji wê re got: «Birayê te wê dîsa rabe.» 24Mertayê lê vegerand: «Ez dizanim Roja Dawî, Roja Vejînê ewê dîsa rabe.» 25Îsa ji wê re got: «Vejîn û jiyan ez im, yê ku bawerî bi min anîbe, miribe jî ewê bijî. 26Û her kesê ku dijî û baweriyê bi min tîne, qet namire. Tu vê yekê bawer dikî?» 27Mertayê ji wî re got: «Erê ya Xudan, ez bawer dikim ku tu Mesîh î, Kurê Xwedê yî, ku wê bihata dinyayê.»
Îsa Digirî
28Piştî ku wê ev got, çû gazî xwişka xwe Meryemê kir û bi dizî got: «Mamoste li vir e û ew gazî te dike.» 29Gava ku Meryemê ev bihîst, zû rabû çû ba Îsa. 30Îsa hê negihîştibû gund û hê li wî cihî bû, dera ku Merta hatibû pêşiya wî. 31Cihûyên ku li malê bi wê re bûn û di ber dilê we de dihatin, gava dîtin ku Meryem zû rabû derket derve, dan pey wê. Wan guman kir ew diçe ser gorê ku bigirî. 32Dema ku Meryem hat cihê ku Îsa lê bû, ew dît, xwe avêt lingên wî û got: «Ya Xudan, eger tu li vê derê bûyayî, birayê min nedimir.» 33Gava ku Îsa çav bi giriyê wê û bi giriyê Cihûyên ku pê re hatibûn ket, ji kûr ve naliya û kederê ruhê wî girt. 34Wî ji wan pirsî: «We ew li ku derê veşart?» Wan jê re got: «Ya Xudan, were û bibîne.» 35Îsa giriya. 36Hingê Cihûyan got: «Binêrin, çiqas ji wî hez dikir!» 37Lê hinekan ji wan got: «Ma yê ku çavên ê kor vekirin, nikaribû tiştekî bike ku ev mirov jî nemire?»
Îsa Lazarê Mirî Radike
38Li ser vê yekê Îsa dîsa ji kûr ve naliya û gihîşt ser gorê. Gor şkeftek bû û kevirek li ber derê wê bû. 39Îsa got: «Kevir rakin.» Xwişka yê mirî Mertayê ji wî re got: «Ya Xudan, êdî bîhn ketiyeyê, ev çar roj e ku ew miriye.» 40Îsa ji wê re got: «Ma min ji te re negot, eger tu bawer bikî, tê rûmeta Xwedê bibînî?» 41Îcar kevir rakir. Îsa çavên xwe ber bi jor ve hilda û got: «Bavo, ji ber ku te ez bihîstim, ez ji te re şikir dikim. 42Ez dizanim ku tu hergav min dibihîzî, lê min ev ji bo elaleta li hawirdorê rawestayî got, da ku bawer bikin ku te ez şandime.»
43Piştî ku wî weha got, ew bi dengekî bilind qîriya: «Lazar, were derve!» 44Yê mirî, dest û ling bi caw pêçayî û serçavê wî bi destmalekê nixamtî derket derve. Îsa ji wan re got: «Wî vekin û bihêlin bila here.»
Şêwira Kuştina Îsa
(Metta 26:1-5; Marqos 14:1-2; Lûqa 22:1-2)
45Gelek Cihûyên ku hatibûn ba Meryemê û tiştên ku Îsa kiribûn dîtin, bawerî bi wî anîn. 46Lê hinek ji wan jî çûn ba Fêrisiyan û tiştên ku Îsa dikirin ji wan re gotin. 47Îcar Fêrisî û serekên kahînan civîna giregiran gazî ba hev kirin û gotin: «Emê çi bikin? Ev mirov gelek nîşanan çêdike. 48Eger em wî weha bihêlin, hemû kes wê baweriyê bi wî bîne û Romayî jî wê bên, cihê me yê pîroz û miletê me ji holê rakin.»
49Yekî ji nav wan, Qeyafayê ku wê salê Serokkahîn bû ji wan re got: «Hûn qet tiştekî fêm nakin. 50Ma hûn nafikirin, ji bo ku tevahiya milet helak nebe, di oxira gel de mirovek bimire, ji bo we çêtir e.» 51Wî ev ji ber xwe negot, lê ji ber ku ew Serokkahînê wê salê bû, wî pêxemberîtî kir ku Îsa wê ji bo milet bimire. 52Ne bi tenê di oxira wî miletî de, lê ewê ji bo civandin û yekîtiya zarokên Xwedê yên belavbûyî jî bimira. 53Îcar ji wê rojê ve şêwira kuştina Îsa kirin.
54Loma Îsa êdî bi eşkereyî di nav Cihûyan de negeriya. Lê ew ji wê derê derket, çû herêmeke nêzîkî çolê, bajarê ku jê re Efrayîm digotin û bi şagirtên xwe ve li wê derê ma.
55Cejna Derbasbûnê ya Cihûyan nêzîk bû. Gelek kesên ji gundên hawirdor, ji bo ku li gor adetan xwe paqij bikin, beriya Cejna Derbasbûnê hilkişiyan Orşelîmê. 56Ew li wê derê li Îsa digeriyan û gava li Perestgehê radiwestan, ji hevdû dipirsîn: «Hûn çi dibêjin? Ma ew qet nayê cejnê?» 57Fêrisî û serekên kahînan jî emir derxistibûn, eger kesek bizane ew li ku derê ye, divê haya wan pê bixe, da ku wî bigirin.

Currently Selected:

Yûhenna 11: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy