YouVersion Logo
Search Icon

Yûhenna 12

12
Îsa li Beytanyayê
(Metta 26:6-13; Marqos 14:3-9)
1Îcar şeş roj beriya Cejna Derbasbûnê, Îsa hat Beytanyayê; Lazarê ku Îsa ew ji nav miriyan rakiribû li wir rûdinişt. 2Li wê derê wan ziyafetek da wî. Mertayê xizmet dikir. Lazar jî yek ji wan kesan bû, yên ku bi Îsa re li ser sifrê rûdiniştin. 3Meryemê ji rûnê narda xurû yê pirr hêja lîtrek Romayî bi lingên Îsa de kir û di pey de bi porê xwe lingên wî ziwa kirin. Tevahiya malê bi bîhna rûnê nardê tije bû.#12:3 Lîtrek Romayî 327 gram bû; lîtra îroyîn 1000 gram e. 4Lê yekî ji şagirtên wî, Cihûdayê Îsxeryotî – yê ku wê paşê ew bida dest – got: 5«Çima ev rûnê bîhnxweş bi sê sed zîvî nehat firotin û li belengazan nehat belavkirin?» 6Wî ev ne ji bo ku xema belengazan dixwar, lê ji ber ku ew diz bû got. Xelîtka peran bi wî re bû û tiştê ku diketê jê didizî.
7Îsa got: «Dev ji jinikê berde. Bila vî ji bo roja ku ez bêm veşartin hilîne. 8Belengaz hergav di nav we de ne, lê ez hergav ne li ba we me.»
Şêwira Kuştina Lazar
9Dema ku elaleteke mezin ji Cihûyan bihîst ku Îsa li wê derê ye, ew elalet hat; ew ne bi tenê ji bo Îsa hat, lê ji bo ku Lazarê ku wî ji nav miriyan rakiribû jî bibînin. 10Îcar serekên kahînan şêwira kuştina Lazar jî kirin. 11Çimkî ji rûyê wî gelek Cihû diçûn bawerî bi Îsa dianîn.
Îsa bi Rûmet Dikeve Orşelîmê
(Metta 21:1-11; Marqos 11:1-11; Lûqa 19:28-40)
12Dotira rojê elaleteke mezin a ku hatibû cejnê, gava bihîst ku Îsa tê Orşelîmê, 13wan rahişt guliyên xurmeyan, çûn pêşiya wî û qîriyan:
«Hosanna!
Yê ku bi navê Xudan tê pîroz be!
Padîşahê Îsraêlê pîroz be!»#Ji: Zebûr 118:25-26
14Îsa dehşikek dît û lê siwar bû, wek ku hatiye nivîsîn: 15«Netirse, ey keça Siyon. Va ye, padîşahê te li ser pişta dehşikê siwar e û tê.»#Ji: Zekeriya 9:9
16Şagirtên wî di destpêkê de ev fêm nekirin, lê dema ku Îsa hat birûmetkirin, hingê hat bîra wan ku ev tişt ji bo wî hatine nivîsîn û wan ev tişt ji bo wî kirin.
17Ew elaleta çaxê ku wî ji gorê gazî Lazar kiribû û ew ji nav miriyan rakiribû pê re bû, şahidiya vê yekê dikir. 18Ji ber vê yekê gelek çûn pêşiya wî, çimkî wan bihîstibû ku wî ev nîşan çêkiriye. 19Loma Fêrisiyan ji hev re got: «Hûn dibînin tiştek ji destê we nayê; binêrin çawa tevahiya dinyayê daye pey wî.»
Hinek Yewnanî li Îsa Digerin
20Di nav wan kesan de, yên ku ji bo di cejnê de biperizin, hilkişiyabûn Orşelîmê, hinek Yewnanî jî hebûn. 21Ev hatin ba Filîposê ji bajarê Beytsayda Celîlê û ji wî re gotin: «Ezbenî, em dixwazin Îsa bibînin.» 22Filîpos çû û ev ji Endrawis re got; Endrawis û Filîpos jî çûn ji Îsa re gotin. 23Îsa bersîva wan da: «Saeta ku Kurê Mirov bê birûmetkirin hat. 24Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, heta ku liba genim nekeve erdê û nemire, bi tenê dimîne, lê eger ew bimire, gelek ber dide. 25Yê ku ji jiyana xwe hez dike, ewê wê winda bike; lê yê ku li vê dinyayê ji jiyana xwe nefret dike, wê ji bo jiyana herheyî hiltîne. 26Yê ku bixwaze ji bo min xizmetê bike, bila li pey min bê. Ez li ku derê bim, yê ku ji min re xizmetê dike jî wê li wê derê be. Kî ku ji min re xizmetê bike, Bav wê wî bide rûmetkirin.
Îsa li ser Mirina Xwe Dibêje
27«Niha dilê min ketiye tengiyê. Ez çi bêjim? Ma ez bêjim: ‹Bavo, min ji vê saetê xilas bike›? Na, ji bo vê yekê ez hatime vê saetê. 28Bavo, navê xwe bi rûmet bike.» Li ser vê yekê dengek ji ezmên hat: «Min ew bi rûmet kir û ezê dîsa wî bi rûmet bikim.»
29Ew elaleta ku li wê derê rawesta bû û ev bihîst, got: «Ezman qîriya.» Hinekan jî digot: «Milyaketek bi wî re peyivî.» 30Îsa bersîv da û got: «Ev deng ne ji bo min, lê ji bo we hat. 31Niha dema dîwana vê dinyayê ye; niha serokê vê dinyayê wê bê avêtin derve. 32Çaxê ku ez ji erdê ber bi jor ve bêm hildan, ezê hemûyan ber bi xwe ve bikişînim.» 33Wî bi vê gotinê îşaret kir, ka ewê bi mirineke çawa bimire.
34Elaletê bersîva wî da: «Me ji Şerîetê bihîstiye ku Mesîh wê her û her bimîne. Çawa dibe ku tu dibêjî: ‹Divê Kurê Mirov ber bi jor ve bê hildan›? Kî ye ev ‹Kurê Mirov›?» 35Îsa ji wan re got: «Ronahî hê ji bo demeke kurt bi we re ye. Hê ku ronahî bi we re ye, rêve herin, da ku tarî bi ser we de negire. Yê ku di tariyê de rêve diçe, nizane diçe ku derê. 36Hê ku ronahî bi we re ye, baweriyê bi ronahiyê bînin, da ku hûn bibin zarokên ronahiyê.»
Bêbawerî
Piştî ku Îsa weha peyivî, çû û xwe ji ber wan veşart. 37Bi ser ku wî li ber wan evqas nîşan çêkiribûn, hê jî wan bawerî bi wî nedianî. 38Ev çêbû, da ku gotina Îşaya pêxember bê cih:
«Ya Xudan, kê bi xebera ku me da bawer kir?
Û zendê Xudan ji kê re hat diyarkirin?»#Ji: Îşaya 53:1
39Ji ber vê yekê wan nikaribû bawer bikin. Çimkî Îşaya ev jî gotiye:
40«Wî çavên wan kor kiriye
Û dilê wan hişk kiriye.
Da ku bi çavên xwe nebînin,
Û bi dilê xwe fêm nekin û venegerin
Û ez jî wan qenc nekim.»#Ji: Îşaya 6:10
41Îşaya weha gotiye, çimkî wî rûmeta Îsa dîtiye û li ser wî peyiviye. 42Lê belê dîsa jî ji serekan gelekan bawerî bi wî anî. Lê ji tirsa Fêrisiyan, ji bo ku ji kinîştê neyên avêtin, ev eşkere nekirin. 43Çimkî wan ji pesnê Xwedê bêtir ji pesnê mirovan hez kir.
Gotina ku di Roja Dawî de Dîwanê Dike
44Îsa bi dengekî bilind got: «Yê ku baweriyê bi min tîne, ne bi min, lê bi wî yê ku ez şandime baweriyê tîne. 45Û yê ku min dibîne, wî yê ku ez şandime dibîne. 46Ez bi ronahîtî hatim dinyayê, da her kesê ku baweriyê bi min bîne, di tariyê de nemîne. 47Eger yek gotina min bibihîze û pêk neyne, ez dîwana wî nakim. Çimkî ez nehatime ku dîwana dinyayê bikim, lê ez hatime ku dinyayê xilas bikim. 48Yê ku min red dike û bi gotinên min nake, yekî ku dîwana wî bike, heye. Ew gotina ku min gotiye, ew gotin wê di Roja Dawî de dîwana wî bike. 49Çimkî ez ji ber xwe nepeyivîm, lê tiştê ku ez dibêjim û tiştê ku ez dipeyivim, Bavê ku ez şandime emir daye min. 50Ez dizanim ku emrê wî jiyana herheyî ye. Loma tiştên ku ez dipeyivim, Bavê min çawa ji min re gotine ez wisa dibêjim.»

Currently Selected:

Yûhenna 12: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy