YouVersion Logo
Search Icon

Romayî 16

16
Silav
1Ez xwişka me Fîbiyê ji we re tewsiye dikim. Ew bi xwe alîkara civîna bawermendan a li Kenxêryayê ye. 2Wê bi navê Xudan, bi awayekî ku li pîrozan tê, qebûl bikin û çi hewcedariya wê bikeve ba we, alîkariya wê bikin. Çimkî ew jî ji gelekan re û ji min re jî bû alîkar.
3Silavan li Priskîla û Akîlas bikin, ku bi saya Mesîh Îsa hevalkarên min in. 4Wan di ber min de stûyê xwe danîn. Ne bi tenê ez, lê belê hemû civînên bawermendan ên di nav miletan de jî ji wan re spasdar in. 5Silavan li civîna ku li mala wan dicive jî bikin. Silavan li hevalê min ê hezkirî Apênetos bikin. Ew ji wan ên ku li herêma Asyayê bawerî bi Mesîh anîne, yê pêşî ye.#16:5 Peyv bi peyv: «Ew li Asyayê ji bo Mesîh berê* pêşî ye.» 6Silavan li Meryema ku ji bo we gelek xebitiye bikin. 7Silavan li Andronîkos û li Yûnya bikin, ku di nav Şandiyan de giranbiha ne, mirovên min û bi min re girtî ne û hê beriya min bawerî bi Mesîh anîne. 8Silavan li Ampliyatos bikin ê ku bi saya Xudan hezkiriyê min e. 9Silavan li hevalkarê me yê bi Mesîh Urbanos û li hezkiriyê min Staxîs bikin. 10Silavan li Apêlîs ê ku bi Mesîh hatiye erêkirin, bikin. Silavan li maliyên Arîstopolos bikin. 11Silavan li mirovê min Hêrodiyon bikin. Silavan li maliyên Narkîs bikin ên ku di baweriya Xudan de ne. 12Silavan li Trîfênayê û li Trîfosayê bikin, yên ku di xizmeta Xudan de dixebitin. Silavan li Persîsa delal a ku di xizmeta Xudan de gelek ked daye bikin. 13Silavan li bijartiyê Xudan Rûfos û diya wî ya ku ji min re jî dêyîtî kiriye, bikin. 14Silavan li Asînkrîtos, Flêgon, Hermîs, Patrobas, Hermas û li birayên ku bi wan re ne bikin. 15Silavan li Fîlologos, Yûliya, Nêrews û xwişka wî, li Olîmpas û hemû pîrozên ku bi wan re ne bikin. 16Bi ramûsana pîroz silavan li hevdû bikin. Hemû civînên bawermendan ên Mesîh silavan li we dikin.
Şîretên Dawî û Xatir
17Îcar, birano, ez ji we hêvî dikim ku haya we ji wan mirovan hebe yên ku li hember wê hîndariya ku hûn hîn bûne, dubendiyê çêdikin û xelkê diterpilînin. Ji wan dûr bin. 18Çimkî yên weha ne ji Xudanê me Mesîh re, lê belê ji zikê xwe re xizmetê dikin. Bi gotinên xweş û xemilandî dilê mirovên saf dixapînin. 19Guhdana we gihîşt guhê hemûyan. Loma ez ji bo we şa dibim. Lê ez dixwazim ku hûn ji bo kirinên qenc jîr û ji bo yên xerab saf bin. 20Xwedayê aştiyê wê di demeke kurt de Îblîs di bin lingên we de biperçiqîne. Kerema Xudanê me Îsa li ser we be.
21Hevalkarê min Tîmotêyos û mirovên min Lûkyos, Yason û Sosîpatros silavan li we dikin. 22Ez Tertiyos, yê ku ev name nivîsiye, bi navê Xudan silavan li we dikim. 23-24Gayosê ku mêvandarê min û tevahiya civînê ye silavan li we dike. Xiznedarê bajêr Erastos û birayê me Kuwartos silavan li we dikin.#16:23-24 Di hin destnivîsaran de ev jî heye: «Kerema Xudanê me Îsa Mesîh li ser we hemûyan be. Amîn.»
Dua û Şikir
25Îcar bila rûmet ji wî Xwedayî re be yê ku dikare li gor Mizgîniya min û danezana Îsa Mesîh we qayîm bike; ew sira ku ji demên berê ve hatibû veşartin 26niha eşkere bûye û bi nivîsarên pêxemberan li gor emrê Xwedayê herheyî hatiye dazanîn da ku hemû milet bi ya baweriyê bikin. 27Bila bi saya Îsa Mesîh her û her rûmet ji Xwedê re be, ew Xwedayê ku bi tenê zana ye. Amîn.

Currently Selected:

Romayî 16: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy