YouVersion Logo
Search Icon

Romayî 15

15
Ne Xwe bi Xwe, lê Yên Din Razî Bikin
1Em ên ku xurt in, em deyndar in ku em qelsiyên wan ên ku di baweriyê de lewaz in, hilgirin û li dilxweşkirina xwe negerin. 2Bila her yek ji me ji bo qenciya cîranê xwe dilê wî xweş bike, da ku ew bê avakirin. 3Çimkî Mesîh jî ne dilê xwe bi xwe xweş kir, lê belê çawa ku hatiye nivîsîn: «Bêsiyanetkirina wan ên ku te bêsiyanet dikin, hat ser min.»#Ji: Zebûr 69:9 4Îcar ji berê ve her çi hatibe nivîsîn, ji bo perwerdebûna me hatiye nivîsîn, da ku bi sebir û bi handana Nivîsarên Pîroz hêviya me hebe. 5Û bila Xwedayê sebir û handanê, bike ku hûn li gor Mesîh Îsa hemfikir bin, 6da ku hûn hemû bi yek dil û bi yek devî, pesnê Xwedê, Bavê Xudanê me Îsa Mesîh bidin.
Mizgîniya ji bo Cihû û Miletan Yek e
7Ji ber vê yekê ji bo rûmeta Xwedê çawa ku Mesîh hûn qebûl kirin, hevdû qebûl bikin. 8Ez ji we re dibêjim ku Mesîh di ber rastiya Xwedê de, ji Cihûyan re bû xizmetkar, da ku sozên ji bav û kalan re rast derîne 9û milet ji bo rehma wî pesnê Xwedê bidin. Çawa ku hatiye nivîsîn: «Ji ber vê yekê ezê di nav miletan de ji te re şikir bikim, ji navê te re lavijeyan bêjim.»#Ji: Zebûr 18:49; Samûêl II, 22:50 10Û ew dîsa dibêje: «Ey miletno, bi gelê wî re şa bibin.»#Ji: Dubarekirina Şerîetê 32:43 11Û careke din:
«Ey hemû miletno, pesnê Xudan bidin
Û bila hemû gel wî bilind bikin.»#Ji: Zebûr 117:1
12Îşaya pêxember jî dibêje:
«Rayê Yêşa wê derkeve, ewê rabe,
Da ku serokatiyê li ser miletan bike
Û milet wê hêviya xwe bi wî ve girê bidin.»#Ji: Îşaya 11:10
13Îcar bila Xwedayê hêviyê, di baweriyê de dilê we bi hemû şahî û aştiyê tije bike, da ku bi hêza Ruhê Pîroz hêviya we zêde bibe.
Xizmeta ji bo Mesîh
14Birayên min, ez bi xwe ji we piştrast im ku hûn bi xwe jî bi qenciyê tije ne, bi her zanînê rapêçandî ne û hûn dikarin şîretan li hevdû bikin. 15Dîsa jî bi wê kerema ku ji aliyê Xwedê ve ji min re hatiye dayîn, min bi dilawêrî li ser çend tiştan ji we re nivîsiye, da ku ez wan careke din bînim bîra we. 16Ev kerem ji min re hat dayîn, da ku ez ji bo miletan xizmetkarê Mesîh Îsa bim, yanî ez ji bo Mizgîniya Xwedê karê kahîntiyê dikim, da ku milet bibin pêşkêşeke bi Ruhê Pîroz pîrozbûyî û meqbûl. 17Loma ez bi saya Mesîh Îsa ji bo xizmeta xwe ya ji Xwedê re serbilind im. 18Ji bilî wan tiştên ku Mesîh bi destên min kirin, da ku milet bi ya wî bikin, ez newêrim li ser tiştekî din bipeyivim. Wî ev bi gotin û kirinê, 19bi hêza nîşan û karên mezin, bi hêza Ruhê Xwedê kiriye. Wisa ku, ji Orşelîmê bigire heta bi Îlîryayê ez geriyam û min Mizgîniya Mesîh bi tevahî da bihîstin. 20Armanca min ev e ku ez li dera ku navê Mesîh hê lê nehatiye bihîstin Mizgîniyê belav bikim; ne ku ez li ser bingeha ku hinekên din danîne ava bikim. 21Lê çawa ku hatiye nivîsîn:
«Yên ku li ser wî ji wan re nehatiye gotin, wê bibînin,
Û yên ku li ser wî nebihîstine, wê fêm bikin.»#Ji: Îşaya 52:15
Fikra Çûyîna Romayê
22Ji ber vê yekê gelek caran asteng ji hatina min a ba we re derketin. 23Lê niha ji ber ku êdî li van deran cihê ku ez bixebitim nema û ji gelek salan ve ez dixwazim bêm ba we, 24çaxê ku ez herim Spanyayê, ez dixwazim bêm ba we. Hêviya min ew e ku çaxê ez di wir re derbas bibim, ez we bibînim, pêşî piçekê ji dîtina we têr bibim û paşê ji aliyê we ve bêm bi rê kirin. 25Lê niha ez diçim Orşelîmê, da ku ez ji pîrozên li wir re xizmetê bikim. 26Çimkî ji dilê bawermendên Mekedonya û Axayayê hat ku ji bo belengazên nav pîrozên Orşelîmê alîkariyekê bikin. 27Erê, ev li wan xweş hat û bi rastî jî ew deyndarên wan in. Madem milet bûn hevparên tiştên ruhanî yên Cihûyan, ew deyndar in ku bi tiştên cismanî jî ji wan re xizmetê bikin. 28Îcar piştî ku min ev anî serî û ev diyariya ku hatiye civandin gihand destê wan, ezê bêm ba we û ji nav we herim Spanyayê. 29Û ez dizanim ku gava ez bêm ba we, ezê bi tijetiya bereketa Mesîh bêm.
30Birano, ez bi Xudanê me Îsa Mesîh û bi hezkirina Ruh ji we hêvî dikim ku hûn bi min re, li ber Xwedê bi xîret ji bo min dua bikin. 31Wisa ku ez ji wan ên ku li Cihûstanê bawer nakin rizgar bibim û xizmeta min a li Orşelîmê ji pîrozan re meqbûl be, 32û ez bi daxwaza Xwedê bi şahî bêm ba we û bi we re bîhna xwe vedim. 33Xwedayê aştiyê bi we hemûyan re be. Amîn.

Currently Selected:

Romayî 15: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy