Şîretên Silêman 3
3
Riya şehrezayiyê
1Lawo, hînkirina min ji bîr neke,
Emrên min di dilê xwe de ragire,
2Çimkî wê roj û salên emrê te dirêj bikin,
Xêr û silametiya te zêde bikin.
3Nehêle ku dilsozî û dilovanî te berdin,
Wan bixe stûyê xwe,
Li ser textê dilê xwe binivîse.
4 #
Samûêl I, 2:26; Lûqa 2:52 Wî çaxî tê li ber çavê Xwedê û mirovan,
Navdar û keremdar bî.
5Bi hemû dilê xwe ewle be bi Xudan,
Xwe nespêre fêmdariya xwe.
6Di hemû riyên te de bila ew di bîra te de be
Ku rêçikên te rast bike.
7 #
Romayî 12:16
Xwe di çavê xwe de şehreza nebîne.
Ji Xudan bitirse, ji xerabiyê xwe bide alî.
8Wê ji bo bedena te bibe şifa,
Ji bo hestiyên te bibe tezekirin.
9Bi mal û milkê xwe û bi hemû berê xwe yê pêşî,
Qedrê Xudan bigire.
10Loma wê embarên te bi zêdebarî dagirtî bibin
Û ji mehserên te şeraba nû birijin.
11 #
Eyûb 5:17; Îbranî 12:5-6 Lawo, terbiyekirina Xudan red neke,
Ji erzşikandina wî aciz nebe.
12 #
Peyxam 3:19
Çimkî çawa ku bavek erzê kurê xwe yê jê razî ye, dişikêne,
Xudan jî erzê kesê jê hez dike dişikêne.
13Xwezî bi wî mirovê ku şehrezahiyê dîbîne
Û fêmdariyê bidest dixe.
14Çimkî qezenca wê ji zîv zêdetir e,
Kara wê ji zêrê xas çêtir e.
15Ew ji cewheran hêjatir e,
Hemû tiştên tu dixwazî, wekî wî nabin.
16 #
Padîşah I, 3:13
Di destê wê yê rastê de emrê dirêj,
Di destê wê yê çepê de rûmet û dewlemendî hene.
17Riyên wê riyên keremê ne,
Hemû rêçikên wê yên aştiyê ne.
18Ji bo kesên wê bistînin, ew dara jiyanê ye,
Kesên wê digirin bextewar in.
19Xudan bi şehrezayiyê bingeha dinyayê danî,
Bi fêmdariyê ezman bi hev ve kirin.
20Bi zanabûna wî kûrahiyên deryayan ji hev veqetiyan
Û ji ewran xunav dibare.
21Lawo, bila ev ji ber çavê te nerevin,
Tu şîret û ferasetê bernede.
22Wê ji bo canê te bibin jiyan
Û ji bo stûyê te bibin xemil.
23Wî çaxî tê bi ewlehî bidî ser riya xwe,
Wê lingê te neterpile.
24Tê bêtirs û saw razêyî,
Tê xwe vezelînî û wê xew şîrîn be.
25Ji sawa bêwext
Û felaketa tê serê xeraban netirse.
26Çimkî ewlebûna te bi Xudan e,
Wê nehêle ku lingê te bikeve dafikê.
27Heta ji destê te tê,
Qenciyê ji kesê heq dike re texsîr neke.
28Heke bi te re hebe,
Ji cîranê xwe re nebêje:
“Îro here, sibê were!”
29Li dijî cîranê xwe xerabiyê nefikire,
Ew bi ewlehî li ba te rûdine.
30Heke xerabî bi te nekiribe,
Bêsedem bi tu kesî re pev neçe.
31Hesûdiya mirovê zordar neke,
Tu riyên wî hilnebijêre.
32Çimkî mirovê hîlekar li ber Xudan kirêt e,
Lê Xudan bi dilrastan dişêwire.
33Naleta Xudan li ser mala xeraban e,
Lê warê rastan pîroz û bereket dike.
34 #
Aqûb 4:6; Petrûs I, 5:5 Ew tinazên xwe bi tinazkaran dike,
Lê ji nefsbiçûkan re keremdar e.
35Wê şehreza rûmetê mîras bistînin,
Lê bêaqil wê herdem şermezar bibin.
Currently Selected:
Şîretên Silêman 3: KURNT
Highlight
Share
Copy

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.