YouVersion Logo
Search Icon

Marqos 16

16
Rabûna Îsa ya ji nav Miriyan
(Metta 28:1-8; Lûqa 24:1-12; Yûhenna 20:1-10)
1Piştî ku roja Şemiyê derbas bû, Meryema Mejdelanî, Meryema diya Aqûb tevî Seloma çûn giyayên bîhnxweş kirrîn, da ku herin, rûn li cesedê Îsa bidin. 2Roja heftiyê ya pêşî, serê sibê zû, çaxê roj hilat ew hatin ser gorê. 3Wan ji hev re digot: «Kî wê ji bo me wî kevirê ku li ser deriyê gorê ye gêr bike?» 4Û gava ku li jorê nêrîn, dîtin ku kevir ji cihê xwe hatiye gêrkirin. Kevir gelek mezin bû. 5Çaxê ku ketin hundirê gorê, dîtin ku li aliyê rastê xortekî xiftanê spî wergirtî rûdine. Jin gelek şaş man. 6Wî jî ji wan re got: «Şaş nemînin! Hûn li Îsayê Nisretî yê ku hatibû xaçkirin digerin. Ew rabûye! Ew ne li vir e. Va ye cihê ku ew lê dirêjkirî bû. 7Lê hûn herin, ji şagirtên wî re û ji Petrûs re bêjin: ‹Wek ku ji we re gotiye ewê beriya we here Celîlê, hûnê li wir wî bibînin.›» 8Jin jî derketin û ji gorê reviyan, çimkî şaş mabûn û dilerizîn. Ji kesî re jî tiştek negotin. Çimkî tirs ketibû dilê wan.
Îsa Xwe Nîşanî Şagirtên Xwe Dike
(Metta 28:9-10; Lûqa 24:13-35; Yûhenna 20:11-18)
9Îcar çaxê Îsa roja pêşî ya heftiyê sibê zû rabû, wî pêşî xwe nîşanî Meryema Mejdelanî da, ya ku heft cin jê derxistibûn. 10Ew jî çû, xeber da wan ên ku bi Îsa re mabûn, ew ên ku şîn digirtin û digiriyan. 11Lê gava wan bihîst ku Îsa dijî û xwe nîşanî Meryemê daye, bawer nekirin.
12Piştî van tiştan wî xwe bi awayekî din nîşanî diduyan ji wan da ku diçûn çolê. 13Ew jî çûn xeber dan ên din. Lê ji wan jî bawer nekirin.
Îsa Xwe Nîşanî Yanzdeh Şagirtan Dide û Wan Dişîne
(Metta 28:16-20; Lûqa 24:36-49; Yûhenna 20:19-23; Karên Şandiyan 1:6-8)
14Paşê Îsa xwe nîşanî yanzdehan da, çaxê ku ew li ser sifrê rûniştibûn. Wî ji ber bêbawerî û serhişkiya wan li wan hilat. Çimkî wan ji yên ku ew rabûyî dîtibûn, bawer nekiribû. 15Û wî ji wan re got: «Herin her çar aliyên dinyayê û Mizgîniyê li hemû afirînê bidin bihîstin. 16Yê ku baweriyê bîne û bê imadkirin wê xilas bibe, lê yê ku baweriyê neyne wê sûcdar bê derxistin. 17Û ev nîşanên ha wê bi yên ku baweriyê tînin re bin: Bi navê min wê cinan derxin, wê bi zimanên nû bipeyivin, 18wê maran bi destê xwe bigirin û eger ew tiştên bi jehr jî vexwin, qet ziyanê nabînin. Ewê destê xwe deynin ser nexweşan û nexweş wê qenc bibin.»
Îsa Hildikişe Ezmanan
(Lûqa 24:50-53; Karên Şandiyan 1:9-11)
19Îcar piştî ku Xudan Îsa bi wan re peyivî, hilkişiya ezmên û li milê Xwedê yê rastê rûnişt. 20Şagirt jî çûn, li her cihî Mizgînî dan bihîstin. Xudan jî bi wan re dixebitî û bi wan nîşanên ku di pey de dihatin peyv rast derdianî.#16:20 Di hin destnivîsaran de ayetên 9-20 tune.

Currently Selected:

Marqos 16: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy