Metta 4
4
Ceribandina Îsa Mesîh
(Marqos 1:12-13; Lûqa 4:1-13)
1Hingê Ruh Îsa bir çolê, da ku ji aliyê Îblîs ve bê ceribandin. 2Piştî ku Îsa çil roj û çil şevî rojî girt, birçî bû 3û yê ku diceribîne hat ba wî û jê re got: «Eger tu Kurê Xwedê yî, ji van keviran re bêje bila bibin nan.» 4Îsa bersîva wî da û got: «Hatiye nivîsîn ku: ‹Mirov ne bi nên tenê dijî, lê bi her peyva ku ji devê Xwedê derdikeve dijî.›#Ji: Dubarekirina Şerîetê 8:3 »
5Piştre Îblîs ew bir Bajarê Pîroz, ew danî ser birca Perestgehê û jê re got: 6«Eger tu Kurê Xwedê yî, ka xwe ji vir bavêje xwarê. Çimkî hatiye nivîsîn: ‹Ewê ji bo te li milyaketên xwe emir bike û ewê te li ser destên xwe hilgirin, da ku lingê te li kevirekî nekeve.›#Ji: Zebûr 91:11-12 » 7Îsa bersîva wî da û got: «Ev jî hatiye nivîsîn: ‹Xudan Xwedayê xwe neceribîne.›#Ji: Dubarekirina Şerîetê 6:16 »
8Îcar Îblîs ew derxist serê çiyayekî gelek bilind û hemû padîşahiyên dinyayê û rûmet û bedewiya wan nîşanî wî da 9û jê re got: «Eger tu li ber min herî ser çokan û biperizî min, ezê van hemûyan bidim te.» 10Hingê Îsa jê re got: «Ji min dûr keve, Îblîs! Çimkî hatiye nivîsîn: ‹Biperize Xudan Xwedayê xwe û bi tenê ji wî re xizmetê bike.›#Ji: Dubarekirina Şerîetê 6:13»
11Piştî vê yekê Îblîs dev ji wî berda û milyaket hatin û ji wî re xizmet kirin.
Îsa li Celîlê Dest bi Belavkirina Mizgîniyê Dike
(Marqos 1:14-15; Lûqa 4:14-15)
12Gava Îsa bihîst ku Yûhenna hatiye girtin, xwe da aliyê Celîlê. 13Ew ji Nisretê derket, çû Kefernahûma li qeraxê golê ya li herêma Zebûlon û Nefteliyê bi cih bû, 14da ku ew peyva ku bi devê Îşaya pêxember hatibû gotin, bê cih:
15«Welatê Zebûlonê û welatê Nefteliyê
Ber bi golê ve, ji Çemê Urdunê wê ve,
Celîla miletan!
16Ew gelê ku di tariyê de rûdine,
Ronahiyeke mezin dît.
Û li ser wan ên ku li welatê di bin siya mirinê de rûdinin
Ronahî derket.»#Ji: Îşaya 9:1-2
17Ji wê demê û pê ve, Îsa dest bi hînkirinê kir û got: «Tobe bikin, çimkî Padîşahiya Ezmanan nêzîk bûye.»
Îsa Gazî Çar Masîgiran Dike
(Marqos 1:16-20; Lûqa 5:1-11)
18Gava ku Îsa li perê Gola Celîlê digeriya, wî du bira dîtin, Şimûnê ku jê re Petrûs digotin û birayê wî Endrawis. Wan tor davêtin golê, çimkî ew masîgir bûn. 19Îsa ji wan re got: «Li pey min werin! Ezê we bikim nêçîrvanên mirovan.» 20Wan jî di cih de torên xwe hiştin û li pey wî çûn.
21Îsa ji wê derê pêşve çû, wî du birayên din jî dîtin, Aqûbê Zebedî û birayê wî Yûhenna. Wan bi bavê xwe Zebedî re di qeyikê de torên xwe vediçinîn. Îsa gazî wan jî kir. 22Wan jî di cih de qeyik û bavê xwe hiştin û ew li pey wî çûn.
Îsa Hîn Dike û Nexweşan Qenc Dike
(Lûqa 6:17-19)
23Îsa li seranserê herêma Celîlê digeriya, di kinîştên wan de hîn dikir, Mizgîniya Padîşahiyê dida û hemû êş û nexweşiyên di nav xelkê de qenc dikirin. 24Nav û dengê wî li seranserê Sûriyê belav bû û xelkê hemû nexweşên ku ketibûn êş û janên cûr bi cûr, cinoyî, atî û felcî anîn ba wî û wî hemû qenc kirin. 25Îcar elaletên mezin ji Celîlê, ji Dêkapolîsê, ji Orşelîmê, ji Cihûstanê û ji aliyê din ê Çemê Urdunê li pey wî çûn.
Currently Selected:
Metta 4: KURNT
Highlight
Share
Copy
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.