YouVersion Logo
Search Icon

Lûqa 2

2
Bûyîna Îsa Mesîh
(Metta 1:18-25)
1Di wan rojan de Qeyser Awgûstos emir da, ku hemû xelkên dinya Romayê bên jimartin. 2Di wê demê de, gava Kûrênyos serdarê Sûriyê bû, ev hejmartina pêşî bû ku hat kirin. 3Û her kes çû bajarê xwe, da ku xwe bide nivîsîn. 4Ûsiv jî ji bajarê Nisreta Celîlê çû Beytlehmê, bajarê Dawid ê li Cihûstanê, çimkî ew ji mala Dawid û ji bavikê wî bû. 5Ew çû wê derê, da ku xwe bi dergistiya xwe Meryemê re bide nivîsîn. Dergistiya wî jî bizaro bû. 6Gava ew li Beytlehmê bûn, dema zarokanîna wê hat 7û wê kurê xwe yê nixurî anî. Wê zarokê xwe di pêçekê de pêça û di afirekî de danî, çimkî cihê wan li mêvanxanê tunebû.
Şivan û Milyaket
8Îcar li wê derdorê şivanan bi şev li çolê li ber keriyên xwe nobe digirt. 9Milyaketekî Xudan ji wan re xuya bû û rûmeta Xudan hawirdora wan kir ronahî. Tirseke mezin ket ser wan. 10Milyaket ji wan re got: «Netirsin! Ez hatime, ku ez mizgîniya şabûneke mezin bidim we, ku ji tevahiya gel re ye. 11Îro li bajarê Dawid xilaskarek ji we re çêbûye. Ew jî Xudan Mesîh e. 12Bila ev ji we re bibe nîşan: Hûnê zarokekî di pêçekê de pêçayî û di afirekî de razayî bibînin.» 13Û ji nişkê ve ordiyeke leşkerên ezmên bi milyaket re xuya bûn, pesnê Xwedê didan û gotin:
14«Li bilindahiyan ji Xwedê re rûmet
Û li ser erdê li ser wan ên ku Xwedê ji wan razî ye silamet.»
15Çaxê milyaket ji dora wan hilkişiyan ezmên, şivanan ji hev re got: «De werin, em herin Beytlehmê û vî tiştê bûyî yê ku Xudan bi me daye zanîn, bibînin.» 16Îcar ew bi lez çûn. Wan Meryem, Ûsiv û zarokê di afir de razayî dîtin. 17Gava ew dîtin, wan ew xebera ku li ser zarok bihîstibûn, belav kirin. 18Hemûyên ku ev bihîstin, li tiştên ku şivanan ji wan re got, şaş man. 19Lê Meryemê ev xeberên ha hemû di dilê xwe de hildianîn û kûr li ser wan difikirî. 20Şivan vegeriyan; ji bo tiştên dîtî û bihîstî pesnê Xwedê didan û rûmet didanê. Her tiştî, bi awayê ku ji wan re hatibû gotin dîtibûn.
21Çaxê heşt roj temam bûn, ew hat sinetkirin û navê wî Îsa danîn, wek ku hê berî ew bikeve zikê diya xwe, milyaket gotibû.
Pêşkêşkirina Îsa ji Xwedê re
22Û gava rojên paqijbûna wan li gor Şerîeta Mûsa temam bûn, zarok birin Orşelîmê, da ku wî pêşkêşî Xudan bikin,#Lêwiyî 12:3, 6 23wek ku di Şerîeta Xudan de hatiye nivîsîn: «Her zarokê nêr ê nixurî wê nedrê Xudan be»#Ji: Derketin 13:2, 12, 15 24û li gor gotina Şerîeta Xudan «Cotek kevokên qumrî, an du ferxên kevokan»#Ji: Lêwiyî 12:8 jê re bikin gorî. 25Hingê li Orşelîmê mirovek hebû, ku gelek rast û xwedêtirs bû. Navê wî Şimûn bû. Ew li hêviyê bû ku Îsraêl bê handan. Ruhê Pîroz li ser wî bû. 26Û Ruhê Pîroz bi wî dabû zanîn ku berî dîtina Mesîhê Xudan, ew mirinê nabîne. 27Bi rêberiya Ruh ew hat Perestgehê. Gava dê û bavê wî, ji bo pêkanîna Şerîetê, Îsayê zarok anîn Perestgehê, 28Şimûn rahişt wî û ew xist himbêza xwe, wî pesnê Xwedê da û got:
29«Ya Xudan, niha li gor gotina xwe
Xulamê xwe bi silamet berde.
30Çimkî çavê min xilaskirina te dît,
31A ku te li ber çavê hemû miletan amade kiriye:#Binêre: Îşaya 40:5; 52:10
32Ronahiya ku çavê miletan vedike
Û rûmeta ji bo gelê te yê Îsraêl e.»#Binêre: Îşaya 42:6; 49:6; 46:13
33Dê û bavê wî li wan gotinên Şimûn gelek şaş man. 34Şimûn ew pîroz kirin û ji diya wî Meryemê re got: «Ev zarokê ha ji bo ketin û rabûna gelekan li Îsraêlê hatiye danîn û ew nîşanek e ku li hember derkevin, 35da ku fikrên dilê gelekan bên kifşkirin. Û şûrek wê di dilê te re jî here, wî qul bike.»
36Û li wê derê pêxemberek hebû, navê wê Hana bû. Ew keça Fanowêl û ji eşîra Aşêr bû. Ew gelek pîr bû û piştî keçkaniya xwe heft salan bi mêrê xwe re mabû 37û piştre heta heştê û çar salan jinebî mabû. Wê dev ji Perestgehê bernedida û bi şev û roj bi dua û rojî diperizî Xwedê. 38Ew jî di wê kêlîkê de hat, pesnê Xwedê da û wê li ser wî ji yên ku li hêviya xilasiya Orşelîmê bûn re got.
Meryem û Ûsiv bi Kurik re Vedigerin Bajarê Nisretê
39Û çaxê wan li gor Şerîeta Xudan her tişt pêk anî, vegeriyan bajarê xwe Nisreta Celîlê. 40Îcar zarok mezin dibû, bi hêz dibû û bi şehrezayiyê tije dibû û qenciya Xwedê jî li ser wî bû.
Îsayê Diwanzdeh Salî li Perestgehê
41Dê û bavê wî her sal di Cejna Derbasbûnê de diçûn Orşelîmê. 42Gava Îsa dibû diwanzdeh salî, ew li gor adeta cejnê dîsa hilkişiyan Orşelîmê. 43Piştî ku wan rojên cejnê temam kirin û vegeriyan, Îsayê zarok li Orşelîmê ma. Haya dê û bavê wî jê tunebû. 44Di gumana wan de ew jî di nav koma rêwiyan de ye û ew rojekê rêve çûn. Hê ji nû ve di nav mirov û nasên xwe de li wî geriyan. 45Gava wan ew nedît, ew vegeriyan Orşelîmê û lê geriyan. 46Di roja sisiyan de wan ew di Perestgehê de dît. Ew di nav mamosteyên Şerîetê de rûniştî bû, guh dida wan û pirs ji wan dikirin. 47Hemûyên ku gotinên wî dibihîstin li şehrezayî û bersîvên wî şaş diman. 48Dema dê û bavê wî ew dîtin, gelek şaş man. Diya wî ji wî re got: «Kurê min, te çima wisa li me kir? Ez û bavê te, em bi xem û xiyal li te digeriyan.» 49Wî ji wan re got: «Çima hûn li min geriyan? Ma we nizanibû ku divê ez li mala Bavê xwe bim?» 50Lê wan maneya gotinên wî fêm nekir. 51Îcar Îsa bi wan re daket û çû bajarê Nisretê û bi ya wan dikir. Lê diya wî ev tiştên ha hemû di dilê xwe de hilanîn. 52Îsa jî bi şehrezayiyê pêşve diçû û mezin dibû; ew li ber Xwedê û li ber mirovan keremdar bû.

Currently Selected:

Lûqa 2: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy