YouVersion Logo
Search Icon

Galatî 6

6
Em Barên Hevdû Hilgirin
1Birano, eger yek di neheqiyekê de bê girtin, hûn ên ku ruhanî ne, yekî weha bi ruhê nermîtiyê bînin ser rê. Tu jî hay ji xwe hebe, da ku tu neyî ceribandin. 2Barên hevdû hilgirin û bi vî awayî Şerîeta Mesîh pêk bînin. 3Çimkî eger yek ne tiştek be û xwe tiştek hesab bike, ew xwe bi xwe dixapîne. 4Bila her kes karê xwe biceribîne. Hingê mirov ne bi kirinên hinekên din, lê tenê bi kirinên xwe dikare pesnê xwe bide. 5Çimkî her kes wê barê xwe hilgire.
6Yê ku di peyvê de hatiye hînkirin, bila di hemû tiştên qenc de parê bide wî yê ku hîn dike. 7Neyên xapandin! Tinaz bi Xwedê nayê kirin. Çimkî, mirov çi biçîne, wê wî bidirû. 8Yê ku li nefsa xwe biçîne, wê ji nefsê rizîbûnê bidirû. Lê yê ku li Ruh biçîne, wê ji Ruh jiyana herheyî bidirû. 9Û em ji qencîkirinê newestin, çimkî eger em sist nebin, emê di demsala wê de bidirûn. 10Nexwe heta ku fersenda me hebe, em ji hemûyan re, bi taybetî jî ji xwişk û birayên bawermend re qenciyê bikin.
Şîretên Dawî û Silavên Aştiyê
11Binêrin, ez bi destê xwe ji we re bi çi herfên mezin dinivîsim. 12Yên ku zorê li we dikin ku hûn sinet bibin, ew kes in ku dixwazin xwe bi tiştên bedenê derxin pêş. Ew bi tenê weha dikin, da ku mirov di ber xaça Mesîh de tengahiyê nedin wan. 13Her çiqas ew sinetbûyî ne jî, ew bi xwe Şerîetê pêk naynin, lê belê dixwazin ku hûn sinet bibin, da ku bi bedena we pesnê xwe bidin. 14Lê ji min dûr be ku ez ji xaça Xudanê me Îsa Mesîh pê ve bi tiştekî din pesnê xwe bidim. Bi wê xaçê dinya ji bo min hatiye xaçkirin û ez jî ji bo dinyayê. 15Çimkî ne sinetbûn, ne jî sinetnebûn, bi tenê afirandina nû tiştek e. 16Aştî û rehm li ser hemûyên ku li gor vê qeydeyî rêve herin û li ser Îsraêlê Xwedê be.
17Bila ji niha û pê ve tu kes zehmet nede min, çimkî cih-birînên Îsa li ser bedena min in.
18Birano, kerema Xudanê me Îsa Mesîh bi ruhê we re be. Amîn.

Currently Selected:

Galatî 6: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy