Karên Şandiyan 23
23
1Pawlos bi baldarî li civîna giregiran nêrî û got: «Gelî birayan! Ez heta îro li ber Xwedê bi wijdaneke paqij jiyam.» 2Li ser vê yekê Serokkahîn Hananya, li yên ku nêzîkî wî bûn emir kir ku li devê wî bixin. 3Hingê Pawlos ji wî re got: «Ey dîwarê spîkirî, Xwedê wê li te bixe! Tu li wir rûniştî yî ku li gor Şerîetê dîwana min bikî, ma tu li dijî Şerîetê emir dikî ku li min bixin?»#Metta 23:27-28 4Yên ku nêzîkî wî bûn gotin: «Ma tu Serokkahînê Xwedê nizim dikî?» 5Pawlos got: «Birano, min nizanibû ku ew Serokkahîn e; çimkî hatiye nivîsîn: ‹Tiştekî xerab ji serokê gelê xwe re nebêje.›#Ji: Derketin 22:28 »
6Çaxê Pawlos fêm kir ku hinek ji wan Fêrisî û hinek ji wan jî Sadûqî ne, di civîna giregiran de bi dengekî bilind got: «Birano, ez Fêrisî me, kurê Fêrisiyan im. Ji ber hêviya ku mirî wê vejîn, dîwana min tê kirin.» 7Çaxê wî ev got, di navbera Fêrisî û Sadûqiyan de devjenî çêbû û civîn bû du bend. 8– Çimkî Sadûqî dibêjin vejîn, milyaket û ruh tune; lê Fêrisî hemûyan jî qebûl dikin. –#Lûqa 20:27 9Hingê hengameyeke mezin çêbû, hinek Şerîetzanên ji Fêrisiyan rabûn, xwe kişandin wan û gotin: «Em tu xerabiya vî mirovî nabînin. Eger ruh an milyaketekî ji wî re gotibe, wê çi bibe?» 10Gava ku bihevketin zêde bû, serhezar tirsiya ku Pawlos perçe bikin. Emir li leşkeran kir ku herin jêr, bi zorê wî ji nav wan hildin û bînin leşkergehê.
11Dotira şevê Xudan li ba wî rawesta û got: «Bi zirav be! Te çawa li Orşelîmê ji bo min şahidî da, divê tu wisa li Romayê jî ji bo min şahidiyê bidî.»
Niyeta Kuştina Pawlos
12Çaxê bû sibe Cihûyan gotina xwe kir yek û sond xwarin, heta ku Pawlos nekujin, ne bixwin û ne jî vexwin. 13Yên ku ev sond xwaribûn ji çilî zêdetir bûn. 14Ew çûn ba serekên kahînan û rihspiyan û gotin: «Me hişk sond xwariye, heta ku em Pawlos nekujin, em qet tiştekî tam nakin. 15Îcar hûn û civîna giregiran, ji serhezar bixwazin ku wî bîne xwarê ba we, wek ku hûnê lêkolîneke hê rastir li ser Pawlos bikin. Em jî amade ne, hê beriya ku ew bigihîje, em wî bikujin.»
16Lê xwarziyê Pawlos, bi vê kemîna wan hesiya, çû ket leşkergehê û ji Pawlos re got. 17Pawlos jî gazî sersedekî kir û got: «Vî xortê ha bibe ba serhezar, çimkî tiştekî ku jê re bêje heye.» 18Îcar sersed ew hilda, anî ba serhezar û got: «Pawlosê girtî gazî min kir û ji min xwest ku ez vî xortî bînim ba te. Tiştekî ku ji te re bêje heye.» 19Serhezar bi destê wî girt, ew xewle kir û jê re got: «Tiştê ku tê ji min re bêjî çi ye?» 20Wî bersîv da û got: «Cihûyan ya xwe kirine yek ku hêvî ji te bikin ku tu sibê Pawlos bînî ber civîna giregiran, wek ku hê rastir li ser wî bikolin. 21Lê tu guhê xwe nede wan, çimkî ji nav wan ji çil zilaman zêdetir di kemînê de li benda wî ne. Wan sond xwariye, heta ku wî nekujin, ew ne bixwin û ne jî vexwin. Niha ew amade ne û li benda razîbûna te ne.» 22Hingê serhezar ew berda û li wî emir kir û got: «Ji kesî re nebêje ku te ev ji min re gotiye.»
Pawlos Dişînin ba Felîksê Walî
23Îcar serhezar gazî du sersedan kir û ji wan re got: «Du sed leşker, heftê siwar û du sed rimdarî amade bikin ku îşev saet di nehan de herin Qeyseriyê. 24Wisa jî heywanan peyda bikin, da ku Pawlos siwar bikin û bi ewlehî wî bibin ba walî Felîks.» 25Wî nameyek bi vî awayî nivîsî:
26«Klawdyos Lûsyos silavan li waliyê giranbiha Felîks dike. 27Ev zilam ji aliyê Cihûyan ve hatibû girtin û li ber kuştinê bû; lê çaxê ez hîn bûm ku ew hemwelatiyê Romayê ye, ez bi leşkeran ve çûm ser wan û min ew ji destê wan xilas kir. 28Ji bo ku ez sedemê sûcdarkirina wî hîn bibim, min ew daxist ber civîna wan a giregiran. 29Min dît ku ew ji ber pirsên Şerîeta xwe wî sûcdar dikin, lê tiştekî ku ji ber bê kuştin an girtin, tune. 30Çaxê ez hîn bûm ku gêrûfenek li hember wî tê çêkirin, min zûka ew şand ba te. Min tembîh li wan ên ku wî sûcdar dikin jî kir, ku li ber te ya li hember wî bêjin.»
31Îcar leşkeran, wek ku emir li wan hatibû kirin, Pawlos hildan û bi şev ew birin Antîpatrîsê. 32Leşkeran dotira rojê siwarên ku wê bi wî re biçûna hiştin û vegeriyan leşkergehê. 33Gava ew hatin Qeyseriyê û name dan walî, Pawlos jî derxistin ber wî. 34Çaxê ku wî name xwend, pirsî ka ew ji kîjan herêmê ye. Gava hîn bû ku ew ji Kîlîkyayê ye, 35wî got: «Çaxê yên ku giliyê te dikin bên, hingê ezê guhdariya te bikim.» Û emir kir ku Pawlos di qesra Hêrodês de girtî bimîne.
Currently Selected:
Karên Şandiyan 23: KURNT
Highlight
Copy
Compare
Share
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.