Karên Şandiyan 18
18
Pawlos li Korîntê
1Piştî van tiştan Pawlos ji Atînayê derket û çû Korîntê. 2Li wir Cihûyek ku navê wî Akîlas bû dît, ku bi eslê xwe ji Pontosê bû. Ew bi pîreka xwe Priskîla re nû ji Îtalyayê hatibû. Çimkî Qeyser Klawdyos ferman dabû ku hemû Cihû ji Romayê derkevin. Pawlos çû ba wan 3û ji ber ku pîşeyê wî eynî bû, li ba wan ma û bi wan re xebitî. Karê wan konçêkerî bû. 4Her roja Şemiyê ew li kinîştê diket peyivînê û dixebitî ku baweriya Cihû û Yewnaniyan bîne.
5Çaxê Sîlas û Tîmotêyos ji Mekedonyayê hatin, Pawlos xwe bi tevahî da hînkirina peyvê û ji Cihûyan re şahidî dikir ku Mesîh, Îsa ye. 6Îcar gava ku ew li hember derketin û çêrî wî kirin, wî cilên xwe daweşandin û got: «Bila xwîna we di stûyê we de be! Ez bêrî me. Ji niha û pê ve ezê herim ba miletan.» 7Hingê ew ji kinîştê derket û çû mala mirovekî ku navê wî Tîtos Yûstos bû. Ew xwedêperest bû û mala wî li kêleka kinîştê bû. 8Serekê kinîştê Krîspos, bi tevahiya maliyên xwe ve bawerî bi Xudan anî. Gelek Korîntiyên ku peyva Pawlos dibihîstin, bawerî dianîn û imad dibûn. 9Şevekê di dîtiniyekê de Xudan ji Pawlos re got: «Netirse, bipeyive û bêdeng nemîne. 10Çimkî ez bi te re me û tu kes destê xwe dirêjî te nake ku te biêşîne. Ji ber ku li vî bajarî gelek gelê min heye.» 11Ew li wê derê salekê û şeş mehan ma; wî di nav wan de peyva Xwedê hîn dikir.
12Îcar çaxê ku Galiyos li Axayayê walî bû, Cihû bûn yek, li hember Pawlos rabûn û ew derxistin ber dîwanê. 13Wan got: «Evê ha baweriya mirovan tîne ku bi riyên li hember qanûnê biperizin Xwedê.» 14Gava Pawlos dikir ku bipeyive, Galiyos ji Cihûyan re got: «Eger mesele neheqî an sûcekî xerab bûya, Cihûno, ji xwe minê guhê xwe bida giliyên we. 15Madem ku mesele li ser peyv, nav û qanûna we ye, hûn bi xwe lê binêrin. Ez naxwazim bibim dadgerê van tiştan.» 16Û wî ew ji dîwanê deranîn. 17Hingê hemûyan serekê kinîştê Sostênîs girt û li ber dîwanxanê lê xistin. Lê qet ne xema Galiyos bû.
Pawlos Vedigere Entakyayê
18Piştî ku Pawlos gelek rojan li wê derê ma, xatir ji bawermendan xwest û bi gemiyê berê xwe da aliyê Sûriyê. Priskîla û Akîlas jî bi wî re bûn. Wî li Kenxêryayê porê xwe kur kir, çimkî nedreke wî hebû.#Hejmartin 6:18 19Çaxê ew gihîştin Efesê, wî ew li wê derê hiştin, ew bi xwe çû hundirê kinîştê û bi Cihûyan re ket peyivînê. 20Gava wan jê xwest ku ew hê demeke dirêj bimîne, ew razî nebû. 21Lê çaxê xatir ji wan xwest, got: «Xwedê hez bike, ezê dîsa vegerim ba we.» Piştre bi gemiyê ji Efesê derket.
22Gava hat Qeyseriyê, hilkişiya Orşelîmê, silav li civînê kir û daket Entakyayê.
Apolos li Efesê Mizgîniyê dide
23Piştî ku Pawlos demekê li wir ma, derket rê, li herêma Galatya û Firîgyayê cih bi cih çû her derê û hêz da hemû şagirtan.
24Îcar Cihûyekî ku navê wî Apolos bi eslê xwe ji Skenderyayê û zanebêj bû, hat Efesê. Wî Nivîsarên Pîroz qenc dizanibû. 25Di Riya Xudan de hatibû perwerdekirin, bi kelegermiya ruh li ser Îsa rast dipeyivî û hîn dikir, lê tenê imadkirina Yûhenna dizanibû. 26Wî dest pê kir, li kinîştê bi ziravî peyivî. Gava Priskîla û Akîlas ew bihîstin, ew birin ba xwe û riya Xwedê hê rastir ji wî re şîrove kirin. 27Gava Apolos xwest ku here Axayayê, birayan cesaret danê û ji bo ku wî qebûl bikin name ji şagirtan re nivîsîn. Îcar gava gihîşt wê derê, wî gelek alîkariya wan ên ku bi keremê bawerî anîbûn kir. 28Çimkî wî bi eşkereyî dengê Cihûyan dibirrî û bi Nivîsarên Pîroz nîşan dida ku Mesîh, Îsa ye.
Currently Selected:
Karên Şandiyan 18: KURNT
Highlight
Copy
Compare
Share
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.