YouVersion Logo
Search Icon

Tîmotêyos II, 1

1
Silav
1Ji Pawlosê ku bi daxwaza Xwedê li gor soza jiyana ku bi Mesîh Îsa ye, Şandiyê Mesîh Îsa ye,
2ji kurê min ê delal Tîmotêyos re:
Ji Bav Xwedê û ji Xudanê me Mesîh Îsa, rehm, kerem û aştî li ser te be.
Razîbûn û Dilşidandin
3Ez hergav şev û roj di duayên xwe de te tînim bîra xwe û ji Xwedayê ku ez ji bav û kalan ve bi wijdana paqij diperizimê re şikir dikim 4Ez hêstirên çavên te tînim bîra xwe û ez bêriya te dikim, da ku dilê min tije şahî bibe. 5Ez wê baweriya te ya ji dil tînim bîra xwe, ku pêşî di dilê dapîra te Loyîsê û diya te Evnîkê de bû û ez piştrast im ku di dilê te de ye jî.#Karên Şandiyan 16:1 6Ji bo vê yekê ez tînim bîra te, ku tu agirê diyariya Xwedê gur bikî, ku bi destdanîna min a li ser te, ji te re hatiye dayîn. 7Çimkî Xwedê ne ruhê tirsonekiyê, lê belê Ruhê karîn, hezkirin û xwegirtinê daye me. 8Îcar şerm neke, ku tu ji bo Xudanê me şahidiyê bikî, ne jî ji min şerm bike, ez ê ku di ber wî de girtî me. Lê li gor hêza Xwedê, bi min re ji bo Mizgîniyê tengahiyê bikişîne.
9Xwedê em xilas kirin,
Û ji bo pîroziyê gazî me kir
Ne ji ber kirinên me,
Lê li gor mebest û kerema xwe.
Ev kerem bi destê Mesîh Îsa,
Ji beriya destpêka deman ve ji me re hat dayîn.
10Lê niha ew bi xuyabûna Xilaskarê me
Mesîh Îsa eşkere bû; wî mirin betal kir,
Jiyan û nemirinî bi Mizgîniyê derxist ber ronahiyê.
11Ez ji vê Mizgîniyê re peyvbêj, Şandî û mamoste hatime kifşkirin. 12Û ji ber vê yekê jî ez vî cefayî dikişînim. Îcar ez şermî nabim, çimkî ez dizanim ku min bi kê baweriya xwe aniye û ez piştrast im, ew dikare tiştê ku spartiye min, heta wê rojê jî biparêze. 13Wan peyvên saxlem ên ku te ji min bihîstine, bi bawerî û hezkirina ku bi Mesîh Îsa ye ji xwe re bike mînak. 14Wan tiştên qenc ên ku li te hatine spartin, bi Ruhê Pîroz ê ku di dilê me de rûdine, biparêze.
15Tu dizanî, hemû yên ku di herêma Asyayê de ne, dev ji min berdan; Fûgelos û Hêrmoxênîs jî ji wan in. 16Bila Xudan rehma xwe li mala Onîsîforos bike, çimkî wî gelek caran dilê min rihet kir û ji girtîbûna min şerm nekir, 17lê gava ku hat Romayê, bi xîretkêşî li min geriya û ez dîtim. 18Xudan bike, ku di wê rojê de ew rehmê ji Xudan bibîne. Tu qenc dizanî ku li Efesê wî ji min re çiqas xizmet kir.

Currently Selected:

Tîmotêyos II, 1: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy