YouVersion Logo
Search Icon

Petrûs II, 3

3
Soza Hatina Xudan
1Hezkirîno, niha ev nameya min a diduyan e ku ez ji we re dinivîsim. Di herduyan de jî ez fikrên we yên paqij hişyar dikim, tînim bîra we. 2Ez dixwazim ku hûn gotinên ku ji berê ve ji aliyê pêxemberên pîroz ve hatine gotin û emrên ku Xudan û Xilaskar bi destê Şandiyên we dane, bînin bîra xwe.
3Berî her tiştî vê bizanin ku di rojên dawîn de tinazkar wê derkevin, li gor xwestekên xwe rêve herin, tinazan bikin#Cihûda 1:18 4û bêjin: «Ka soza hatina wî li ku derê ma? Ji mirina bav û kalan ve, her tişt wekî destpêka afirandinê berdewam dike!» 5Lê ew bi vîna xwe vê yekê ji bîr dikin ku bi peyva Xwedê, ji berê ve ezman hebûn û erd jî bi avê, ji nav avê peyda bû.#Destpêk 1:6-9 6Û bi avê, dinya berê bi tofanê helak bû.#Destpêk 7:11 7Lê erd û ezmanên niha jî bi eynî peyvê ji bo êgir tên hilanîn; ew ji bo roja dîwankirin û helakkirina nepakan tên hiştin.
8Lê hezkirîno, vî tiştî ji bîr nekin ku li ba Xudan rojek wek hezar salî ye û hezar sal jî wek rojekê ye.#Zebûr 90:4 9Wek ku hinek guman dikin, Xudan di soza xwe de bi derengî nakeve, lê belê bîhna xwe li we fireh dike û naxwaze ku kesek helak bibe, lê dixwaze ku hemû tobe bikin. 10Lê Roja Xudan wê wek dizan bê. Di wê rojê de ezman wê bi guregureke mezin winda bibin, hêman wê bişewitin, erd û her tiştê ku tê de ye wê ji hev bikeve, tune bibe.#Metta 24:43; Selanîkî I, 5:2
11Îcar, eger ev hemû tişt wê bi vî awayî ji hev belav bibin, divê ku hûn mirovên çawa bin? Divê ku hûn di jiyana pîroz û xwedayî de bijîn. 12Li hêviya Roja Xwedê bin û hatina wê bi lez bixin. Wê rojê ezman wê bişewitin û belav bibin û hêman wê bi kelegermî bihelin. 13Lê li gor soza wî, em li hêviya erdekî nû û ezmanên nû ne ku rastî wê di wan de bimîne.
14Ji ber vê yekê hezkirîno, madem ku hûn li hêviya van tiştan in, xîretkêşiyê bikin ku hûn li ber wî bêleke, bêkêmahî û di aştiyê de bin. 15Îcar bîhnfirehiya Xudanê me xilasî hesab bikin, çawa ku birayê me yê hezkirî Pawlos jî, li gor şehrezayiya ku ji wî re hatiye dayîn, ji we re nivîsiye. 16Ew di hemû nameyên xwe de li ser van tiştan dibêje. Di wan de hin tişt hene ku fêmkirina wan zehmet e. Yên nezan û dilê wan xilupilo, wek ku di nivîsarên pîroz ên din de dikin, van jî çewt şîrove dikin û bi kirina vê yekê helakbûna xwe tînin.
17Loma hezkirîno, wek ku hûn ji pêşî ve van tiştan dizanin, hay ji xwe hebin, da ku hûn bi xapandina yên neheq neyên xirandin û ji nelebtebûna xwe nekevin. 18Lê di kerem û naskirina Xudan û Xilaskarê me Îsa Mesîh de bigihîjin. Rûmet niha û her û her ji wî re be. Amîn.

Currently Selected:

Petrûs II, 3: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy