YouVersion Logo
Search Icon

Yûhenna I, 1

1
Peyva Jiyanê
1Ev Peyva ku em bi we didin bihîstin, Peyva jiyanê ye. Ew ji destpêkê ve hebû, me bihîstiye, me bi çavên xwe dîtiye, me lê nêriye û dest daye wê.#Yûhenna 1:1 2Ev jiyan xuya bû, me ew dît û em jê re şahidiyê dikin û em wê jiyana herheyî ya ku bi Bav re bû û ji me re xuya bû, bi we didin zanîn.#Yûhenna 1:14 3Tiştê ku me dîtiye û bihîstiye, em bi we jî didin zanîn, da ku hevpariya we jî bi me re hebe. Bi rastî hevpariya me bi Bav û bi Kurê wî Îsa Mesîh re ye. 4Em van tiştan ji we re dinivîsin, da ku şahiya me temam be.
Xwedê Ronahî Ye
5Tiştê ku me ji wî bihîstiye û peyva ku em dixwazin bi we bidin bihîstin ev e: Xwedê ronahî ye û li ba wî qet tarî tune ye. 6Eger em bêjin: «Hevpariya me bi wî re heye» û hê jî em di tariyê de rêve herin, em derewan dikin û li gor rastiyê nakin. 7Lê eger em di ronahiyê de rêve herin, wek ku ew di ronahiyê de ye, hevpariya me bi hevdû re heye û xwîna Kurê wî Îsa, me ji her gunehî paqij dike.
8Eger em bêjin: «Gunehê me tune», em xwe dixapînin û rastî bi me re tune. 9Lê eger em gunehên xwe eşkere bikin, ew dilsoz û rastîparêz e ku li gunehên me bibihûre û me ji her neheqiyê paqij bike. 10Eger em bêjin: «Me guneh nekiriye», em wî derewker dikin û peyva wî bi me re tune.

Currently Selected:

Yûhenna I, 1: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy